Malper | Dosya | Xalên giring ku pêwîste di destûra nû de cî bigirin

Xalên giring ku pêwîste di destûra nû de cî bigirin

Serokê partiya maf û azadiyan (HAKPAR) Bayram Bozyel diyar kir ku, di destûra nû ya Tirkiyê de divê nasnameya kurdî bê naskirin û statuyeke federal bo kurdan bê dayîn û zimanê kurdî jî li Kurdistanê bibe zimanê fermî. 

Sêyemîn civîna li ser destûra nû ya Tirkiyê ya ji aliyê HAKPARê ve tê amadekirin, bi beşdariya nûnerên Partiya Has, BDP, EMEP û ODPê li bajarê Elezîzê hat sazkirin. 

Di civînê de, serokê HAKPARê Bayram Bozyel behsa wan xalên giring ku pêwîste di destûra nû ya Tirkiyeyê de cî bigirin kir û got:

- Divê di dariştina destûra nû de, kemalîzm wek jêder neyê girtin. 

- Nasnameya kurdî bê qebûlkirin û mafên bingehîn ên kurdan di destûrê de cih bigirin. 

- Zimanê kurdî li Kurdistanê li kêleka zimanê tirkî bibe zimanê fermî. 

- Divê statuyeke ferdral ji kurdan re bê dayîn

- Divê di qonaxa dariştina destûra nû de hemû aliyên civakê beşdarî bikin, heke ev pêk neyê, seqayek azad û demokratîk pêk nayê. 

Bozyel di berdewamiya axaftina xwe de  got ku, ji bo ku zemîna nîşqaşek azad pêk bê, dive; qanûna cezayê ya tirk,  qanûna tekoşîna dijî terorê û qanûna partiyên siyasî û bên guhertin.



Nêrîn (1 nivîsand):

Balagesh di 10/01/2012 13:10
avatar
Gelo birêz Bozyel û partiya xwe heya niha bo van daxwazan chi kirine?

Gelo dema dewleta Tirk van gotinên Bozyel bihîsî dê sherm bike, poshman be û lêborînê bixwaze?

Gelo endamê partiya wî 14 kes in an 25? Gelo ev endamana di mala xwe de bi kurdî diaxivin?

Wele tenê dikenim...

Lewra siyasetmedarên bakur du cure ne: Kemalîst û teralîst. Kemalist PKKyî ne. Yên din jî teralîst in. Hûn Kurdistanê bidin vana mecala wan nîne werin bigirin.

De hûn jî bikenin.
Thumbs Up Thumbs Down
0
Serhev : 1 | Nîşan : 1 - 1

Nêrîna xwe birêke comment

Li Wanê çadir şevitî du zarok mirin (Vîdeo)

Rojane li Wanê û derdora Wanê nûçeyên ne xweş tên. Xelk tirsa mirinê di bin xaniyan de nikarin bimînin. Gelek kesan Wan terikandiye. Yên mayîn jî beşek di çadiran de ne û beşê din jî bi imkanên xwe ji xwere ji naylona çadir çêkirine . Jiyan li Wanê gelek dijwar e zivistan û serma zora xelkê dibe. Şevîdin jî li gundek yê Wanê agir bi çadirekî ket û çadir şewitî. Du zarok şewitîn û jiyana xwe ji dest dan. Bahar Tolokan 12 salî û birayê wê IsmailTolokan jî 6 salî bû. Herweha Mikail Tolukan (12) salî û Kerem Tolukan (2) salî birîndar bûn. Birîndar rakirin nexweşxanê lê rewşa wan ne başe. ...



Bozyel: HAKPAR bi endamtiya Burkay kêfxweş e
Serokê giştî yê partiya maf û azadiyan (HAKPAR) Bayram Bozyel, li bara îstifaya hinek rêvebirên partiyê ji ber endambûna Kemal Burkay de diyar kir, endamtiya ...
Bozyel:Yekîtî tunebe, azadî û rizgarî jî çênabe
Serokê Giştî yê HAKPAR’ê Bayram Bozyel, di salvegera damezrandina partiya xwe de peyamên yekîtiya neteweyî da û xwest hemû kurd di demeke kurt de yekîtiya ...
Di kongreya Hak-Parê de Ey Reqîb hate xwendin‏
4. Kongreya Awerta ya HAK-PARê di Salona Kongreya Endezyarên Avadaniyê de hatiye lidarxistin. Di salonê de 450 Şandeyên Hak-Parê beşdar bûn û panqarta ‘’ Perwerdehiya ...
Bozyel li Diyarbekir berendame
  Serokê HAKPARÊ Bayram Bozyel li Diyarbekir di partiya xwe de bû berendamê parlementoyê. Wek tê zanîn eve demek bû ku di navbera BDP, HAKPAR û KADEPÊ ...
Bayram Bozyel: Yekîtiya gelê Kurd dê pêşerojê biguherîne
Diyarbekir: Serokê giştî yê HAK-PARê Bayram Bozyel û serokê koma diyalogê ya Dîcle-Firatê Muhîttîn Batmanli, diyar kirin ku di navbera kurdên Tirkiye, Iraq, Îran û ...