Malper | Dosya | Yawer: Hewildan bo azadkirina du pêşmergeyan berdewam in

Yawer: Hewildan bo azadkirina du pêşmergeyan berdewam in

Cebar Yawer

Wezareta pêşmergeyan cihê girtina 2 pêşmergeyan a li Sûriyê eşkere dike û bi nivîsekî fermî bi rêya wezareta parastin û wezareta derve yên İraqê daxwaz ji hikûmeta Sûriyê dike ku wan du pêşmergeyan azad bike.

Berdevkê wezareta pêşmergeyan a herêma Kurdistanê Cebar Yawer ji Rûdawê re got: 

- Her du pêşmergeyan bi şaşî sînorê Sûriyê derbas kirine û li navçeya Dêrik a Sûriyê girtîne. Me jî bi nivîseke fermî bi rêya wezareta parastin û wezareta derve yên İraqê, Sûriye agehdarkiriye ku her du pêşmergeyan berdin.

Roja 23.01.2012ê du pêşmergeyên hêza 2 a lîwaya 8 a wezareta pêşmergeyan li ser sînorê Duhokê bi şaşî sînorê Sûriyê derbas kirin û heta niha ji aliyê Sûriyê ve girtîne. 

Berdevkê wezareta pêşmergeyan Cebar Yawer di dawiya daxuyaniya xwe de got: 

- Zanyariyên me li ser cih û rewşa wan pêşmergeyan heye. Hewldanên me yên ji bo azadkirina wan dest pê kirine, bila Sûriye ji wê yekê piştrast be her du pêşmerge ji bilî ku bi şaşî sînorê herêma Kurdistanê derbas kiribin û çûbin nav xaka Sûriyê, ti armancekî wan a din nebû.



Nêrîn (0 nivîsand):

Serhev : | Nîşan :

Nêrîna xwe birêke comment

Li Aso Tv agirbesta PKK

Li bernameya Bergeha televizyona Aso ya ku Rojnemevan Cemal Batun rêve dibe, siyasetmedar Dara Bilek, Keya Îzol û Hediye Guzel Namzeta Parlementoya Swêdê Agirbesta PKK û pêvajoya dawî ya Tirkiye û Kurdistanê nirxandin....



Leşkerê sûrî du pêşmerge dîl girtin
Du pêşmergeyên Kurdistanê ku derbasî nav axa sûrî bibûn, beriya sê rojan, ji aliyê hêzên leşkerê Sûriyeyê ve hatine giritin û wezareta pêşmege a hikûmeta ...
Yawer: Pêşmerge di amadebaşiyê de nîne
Sekreterê wezareta pêşmerge ya herêma Kurdistanê Cebar Yawer ragihand ku wan bo lêdana hêzên Îranê an hêzeke din, çi hêzeke pêşmerge li ser sinorên Pişderê ...
Wezareta pêşmerge dê ji 16 lîvayan pêk bê
Berdevkê wezareta pêşmerge yê Kurdistanê Caber Yawer duhî di civîneke çapemeniyê de ragihand ku dê di destpêka meha dahatû de malpereke taybet bi wezareta pêşmerge ...
Yawer: Îran derbasî xaka Kurdistanê nebûye
Bêjedarê wezareta Pêşmerge Cebar Yawer ragihand, ku ew nûçe nerastin ewên ku behsa ewê yekê dikin ku hêzên supayê Îranê derbasî nava xaka herêma Kurdistanê bûne... ...
Kurdistanê got zaniyariyên rapora NY şaş in
Sekreterê giştî yê wezareta pêşmerge ya Herêma Kurdistanê Cebar Yawer ragihand ku ew rapora sekreterê giştî yê Neteweyên Yekgirtî (NY) ya li ser Kerkûkê red ...