DosyaNivîsar

Du aliyên şer fêde dîtin, miletê Kurd û têkoşîna netewî xisareke mezin dît

Roger Çager bersiva pirsên Rojevakurd dide û dibêje: Di vê mijarê de xala girîng ev e ku PKK ne şerê dewletê, şerê Ak Partî dikir. Ji ber ku, wekî ku PKK jî gelek caran aniye ziman, pirsgirêka wan bi sînoran jî bi Ala Tirkîyê re jî tuneye. Pirsgirêka wan bi Ak Partî re ye.PIRS:Li Bakurê Kurdistanê piştî pêvajoya ”çareseriyê” têkçû, şerek dijwar dest pê kir.Gelo berjewendî û zerera tevgera kurd û gelê kurd li Kurdistana Bakur di vî şerî de çîye?Ji bo sekinandina vî şerî pêwistî bi çi heye?Di baweriya we de cardin pêvajoyek bi navê çareseriyê dikare dest pê bike? Eger dest pê bike  dê çewa be? Bersiva Roger Çager:


Ji bo em fam bikin fêde û xisara şer ji kîjan aliyan re bûye/dibe, divê em aliyên şer û sedema şer baş bizanibin û fam bikin.Du aliyên şer heye; yek dewleta Tirk e ku parçeyê herî mezin a Kurdistanê dagir kiriye ya didoyan jî PKK ye ku li dijî dewletbûna Kurdistanê ye. Di vî warî de armanca wan yek e lê şerê wan li Kurdistanê ye. Ev bixwe jî nîşan dide kîjan alî ji vî şerî xisarê dibînin û kîjan alî fêdê jê dibînin.Di encama şer de miletê Kurd him madî him jî manevî xisareke mezin dît. Hêvî şikestin û berdewamkirina jîyenke bê şer bû armanca sereke. Ev jî xisareke mezin e bo têkoşîna netewî û fêdeyeke mezin e bo aliyên vî şerê lihevkirî.Piştî şerê xendekan bi dawî bû rêvebirên PKK daxuyaniyan dan û gotin ku “bi ser ketine”. Lê eşkere xuyaye ku miletê Kurd tu fêdeyekê yan serkeftinekê ji vî şerî nedît. Lê wan rast digotin, serkeftî bûn. Ji ber ku dema qala serkeftinê dikirin mihatabên wan ne miletê Kurd bû. Wan ji wan kesên ku îhaleya vî şerî dabûn wan re qala serkeftinê dikirin. Yanî her du aliyên şer fêde dîtin, miletê Kurd û têkoşîna netewî xisareke mezin dît.Divê em mijareke din jî zelal bikin. Mebesta peyva “tevgera Kurd” çi ye? Ji ber ku PKK tevgera li dijî Kurd û Kurdistanê ye û yên din ên bakûrê Kurdistanê jî ne xwedî tevgereke li ber çav in. Loma bi ya min em ji dêvla “tevgera Kurd” “têkoşîna netewî” bi kar bînin ji bo rewşê wê baştir be û di cih de be.Îro ne bi tenê li bakûrê Kurdistanê, di serî de Kurdistan li gelek cihên Rojhilata Navîn şer heye. Bi taybetî dewletên mezin,  destên hemû dewletan bi şiklekê di nava vî şerî de ye. Ji ber ku ev ne şerekî lokal e, şerê parvekirinê ya sêyemîn e. Loma ji dêvla ku em li ser herêman bisekinin û serê xwe biêşînin ku emê çawa şer bisekinînin, divê em sedemên vî şerî bizanibin û ji xwe bipirsin ku em çi qas amade ne.Me şer nedaye destpêkirin lê welatê me bûye qada şer. Ev şer zû bi zû naqede. Divê em vê rastiyê bizanibin û li gor wî amadekariyên xwe bikin. Di vê rewşê de mijara girîng ev e ku em xwedî bernameyên demdirêjî bin. Bernameyên me ne li ser sekinandina şer, bileks divê li ser wê yekê be ku emê çawa karibin bi xisara herî kêm vê pêvajoyê bi dawî bikin û bi çi awayî karibin mafên xwe yên netewî bi dest bixin. Ji ber ku ne em xwediyê şer in û ne jî hêza me heye ku em şer bisekinînin. Loma divê em hêza xwe yê heyî ji bo avakirina dewleta xwe bi kar bînin û ev şer jî ji bo vê derfetek e. Mesele ew e ku emê vê pêvajoyê çawa bi kar bînin.Ji roja ku Ak Partî hatiye ser hikum heta niha şerê di navbera wan û PKKê de neqediyaye. Di dema “pêvajoya aşitiyê” de jî, mijara her du aliyan ne pevajo bû ne jî aşitî bû. Bileks her du alî jî amadekariya şer dikirin. Di vê mijarê de xala girîng ev e ku PKK ne şerê dewletê, şerê Ak Partî dikir. Ji ber ku, wekî ku PKK jî gelek caran aniye ziman, pirsgirêka wan bi sînoran jî bi Ala Tirkîyê re jî tuneye. Pirsgirêka wan bi Ak Partî re ye. Sedema vê jî ew e ku PKK di şerê desthilatdariya Tirkîyeyê de alîgirê Kemalîstan e. Loma îro ger careke din pêvajoyek bi navê aşitiyê dest pê bike, wer xuyaye wê PKK ji derveyê vê pêvajoyê be û Ak Partî şerê PKKê wê heta taliye bidomîne. Lê îhtimal e ku bi partiyên ku ji derveyî PKKê ne, ku ev jî ji roja ewil de amade ne û armanca wan jî ev e, pêvajoyeke bi vî rengî dest pê bike.Roger Çağer20.05.2017

Back to top button