Kultur

Du Pirtuk

DU PIRTÛK JI WEŞANXANEYA PENCÎNARÊDi serê vê sala nû de, du pirtûkên hêja ji aliyê Weşnxaneya Pencînarê ve hatine weşandin.Hêja ye bê gotin ku jimara pirtûkên Zeynelabidîn Zinarî bi van du pirtûkan re gehaye 123. 1- Ev pirtûka bi navê SÊWIRXANE 270 gotarên bi jimar in ku di sala 2015an de ji aliyê Zeynelabidin Zinarî ve li Facebookê hatine weşandin. Lê belê tê de 12 gotar jî hene ku jimar bo wan nehatine dayîn. Her gotarek bi naverokeke cuda hatiye nivîsandin. Bi piranî naveroka gotaran li ser Ziman û Çanda Kurdî ne. Herweha ev gotar rê li gelek babetên cihê vedikin ku xwendevan têkevin nava lêkolînên cihêawe, xasma jî ji bo xwendekarên Beşên Kurdî yên zanîngehan dibin alîkar. Bi hêviya ku ev pirtûka 590 rûpel di warê Çanda Kurdî bibe alîkar, herweha refên Pirtûkxaneya Kurdistanê jî pê şên bibin.2- Ev pirtûka bi navê GOTINÊN WATEDAR an jî Peyvên Watedar, ji wan peyv û term û gotinan hatiye holê ku rojane li Kurdistanê têne bikaranîn. Ev gotin ji ber ku bi naveroka xwe pir kûr û sergirtî ne, dema têne gotin kesê ku baş ji Çanda Kurdî fêm neke yan kurdîaxêvê ne Kurd be, ji wan gotinan fêm nake ku têne çi wateyê. Ji ber hindê Zeynelabidin Zinar vê pirtûkê amade kiriye, bi xûta ku bibe alîkar û sûd bigehîne Ciwanên Kurd ewên ku di binê bangorê heşifandina Kemalîzmê de perçiqîne. Amadekirna pirtûkê bi vî hawayî ye:– Destpêka wê ji gotinên ku bi tîpa Ayê dest pê dikin çêbûye û hetanî gotinên tîpa Zyê bi dawî bûye. Di pirtûkê de gotinên sereke ku bi jimar hatine destnîşankirin, 290 in. Lê jimara peyv û hevokên ku ji van 290 gotinan çêbûne, li dora 1260î ye. Ji van zêdetir, di pirtûkê de gelek meselok û mînak jî hatine nivîsandin. Herweha tê de kurtasiya hin çîrokan jî hatiye nivîsandin. Her gotineke tê de, weke kilîdê deriyên radayî yên di Çanda Kurdî de ji meriv re vedikin. Ev cara pêşî ye ku pirtûkeke bi vî rengî derdikeve holê û pêşkêşê xwendevanên Kurd, xasma jî pêşkêşê ciwanan dibe. Di vê pirtûka 240 rûpeklî de, 290 Gotinên Watedar hene ku bi tîpên gir hatine nivîsandin û li dora 1260 bêje, peyv, gotin û hevokên cuda ku li binê wan bi tîpên weke a), b), c) û hwd hatine nivîsandin jî hene. Ji van zêdetir, di pirtûkê de gelek meselok, gotin, biwêj, Gotinên Pêçiyan û mînakên cuda jî hatine nivîsandin. Herweha tê de kurtasiya hin çîrokan jî heye.Bi umîda ku ev pirtûk dê bibe rênîşaneyek ji bo kesên hewesdarê Ziman û Çanda Kurdî, herweha bi hêviya ku wê bibe şênîtiyek ji bo Pirtûkxaneya Kurdistanê jî… PENCÎNARWeşanxaneya Çanda KurdîStockholm / SWEDENMobil: +46707675516www.pencinar.se[email protected]Rojeva Kurd 14/ 01/ 2016

Back to top button