Nivîsar

Dua û rastîya kurdan

Di kultura hemû olan de dua hene. Dua beriya her tiştî hêviye. Dua beşek ji bîrdoz û perwerdehiya olî ne. Bi duayan mirov li xwe mikûr tên, hêvi û xeyalên xwe bi ziravî formule dikin. Dua kesayetî û nirxên mirovan radixin ber çavan. Ev yek baş tê zanîn.Em dizanin ku dua berî her tiştî ji Xweda tên xwestin û bicîh anîna wana jî dîsa di destê Xweda de ye. Bahwerî heye ku bi rêya dua mirov hinek daxwaz û bendamayên xwe bicîh bîne. Daxwaz û bendemayên ku mirov bi xwe nikare bicîh werine, mirov bicîhanîna wana ji Xweda dixwaze. Bahwerî heye ku ev daxwaz berî her tiştî ji bona mirovê ku li ser rêya Xweda dimeşin hatine terxan kirin. Ji ber ku mirov bahwer dike ku Xweda mirovên bahwermend xelat dike, wana mezin dike, wana dewlemend dike, wana digîhîne meqsed û miradên wana. Dîsa tê zanîn ku hemû felsefa olî li ser vê yekê formata xwe girtiye. Hemû ol ji Xweda efûya xwe dixwazin û bahwer dikin ku li vê Dinyayê hemû tişt û bûyer li gora daxwaza Xweda pêk tên…Di hemû olên Semawî de ev rastî eşkere derdikeve der.Ango başî û xerabî di Dinyayê de û realizebûna wana di destê Xweda de ye. Ji bona vê yekê dua tên kirin. Li gora birdoziya olî Xweda otorîta herî mezin e ku îcaze dide bûyerên li ser rûwê Dinyayê realize bibin. Ji aliyê Xweda de başî xelata mirovan e û xerabî jî dîsa sizaya mirovan e…Ev rastî ne tenê ji bona kesan lê belê ji bona hemû miletan, civak, dewlet û hemû cûre komikan jî derbas dibe…Di vê tevgirêdanê de jî hilbet mirov xwedî aqil e û hilbijartinên xwe jî divê li gora pîvanên aqilî bikin…Belê, ez baş dizanim ku miletê Kurd gelek dua ji bona azadî û serbixwebûna Kurdistanê ji Xwedayê xwe kirine. Miletê Kurd bahwermend e, gelek xizmet ji ola xwe re kirine. Lê heta nûha miletê me tu xêr ji wan dua nedîtiye. Miletê ku em û wana xwediyê heman ol in, ciranê hevdû ne welatê me perçekirine, zimanê me qedexe kirine, Kurd bi sedan caran qirkirine, bajar û gûndên me wêrankirine, gelê me nefî kirine, Kurd asîmile kirine, kîmyawî bi ser gelê mê de barandine.Di wan kiryaran de birayên me yên misliman ji Mesihi û Cihuyan bêtir Kurd ji xwe re kirine armanc. Ango mislimanan heta nûha Kurd weke dijminan nirxandine. Wana her gav xwestinê ku Kurdan ji dîroka mirovantiyê tune bikin û dest deynin ser dewlemendiya Kurdan ya sererd û binerd. Li erdnigariya me ew bi xwe bûnê milet, bûnê xwedî dewlet û bûnê dewlemend lê miletê Kurd li ser xaka xwe heta nûha nebûye serwer, serbixwe û azad…Ji ber van kiryaran jî biratiya mislimanan li ber lingan diperpite…Ango nirxên islamî yên utopîk ji hela mislimanan ve ji holê hatine rakirin… Pratika siyasetê welatên misliman zora hemû nirxên islamî biriye. Siyaseta mislimanan di gelek waran de nirxên islamî bê wate kirine… Kes nema bihêsanî dikarê tixubê di navbêna mislimantiya sexte û ya rast de zelal bike. Iro mislimantiya sexte li welatên misliman hespê xwe bi çargavê dibezîne. Di hemû waran de derfetan wana ji yên ku mislimantiya rast diparêzin bêtirin. Dewlet û aborî destê mislimanên sexte de ye. Mislimanên rast ji hîna bi dilgermî ji me re qala dema çar Xelifan dikin…Le ew ji heta nûha di hewara Kurdan de nehatine!..Belê, bi vê mijarê ve giredayî duayeke balkêş li Herêma Botan heye. Hiskoyê me yê Botî ev dua ji me re wilo bilêvkirîyê;“Ya Rebî Tu cuhera kerê min tije ka bike Ya Rebi Tu tûrikê min tije zêr bike Ya Rebî Tu rêya ku kaşê li ber min berwar bike Lê bi Xwedê ez dizanim ku te ji kesî re nekiriye Tu ji min re jî nake!”Ango him duayan bike û him duayên ku tê kirin jî wan bahwer neke! Hûn jî ji min bahwer bikin ku Hiskoyê me yê Botî weke Kurdekî resen duayan dike. Ew derdora xwe û ola xwe baş nas dike. Hisko baş dizane ku daxwaza wîna bicîh naye, lê ji bêçaretiya xwe Hisko dîsa hewara xwe dibe Rebê Alemê. Baş xuya dike ku di duaya Hisko de du dilîtî heye. Hisko di nava taswaseke pratîk de ye. Him bahwer dike û him ji hêviya wîna ji duayên wî tuneye. Heke duaya Hisko girt, ji xwe xêr li ser xêr ê ye, na heke duaya Hisko negirt, ji xwe her tişt dîsa weke berê ye.Ez jî baş dizanim ku gelek Kurdên bahwermend duayan ji bona serbixwebûn û azadiya Kurdistanê dikin. Ev ji weke Hiskoyê Botî dizanin ku Xweda heta nûha ev tişt ji kesî re nekiriye. Û ji Kurdan re jî nake. Ma ne gotinek bav û kalan heye, dibêje; xûra xwe bi destê xwe bixûrîne!Heta Nûha ne Ahura Mazda, ne Melekê Tawûz, ne jî Xweda ji bona serbixwbûn û azadiya Kurdistanê tiştek ji Kurdan re nekirine!Serbixwebûn û azadiya Kurdistanê incex bi destê Kurdan pêk were, heke di vê têkoşinê de Xweda jî ji me re alikar be, mala Wî ava be! Na heke nekir jî, dîsa mala Wî ava be! Heke nikaribe tiştekî şênber bike jî, bila Ew bi xêra xwe dua ji me re bike!Ma Kurd jî ne umeta Wî na ne?şerefxan Cizîrî07.10.2018

Back to top button