Krîza hevpeyvînê di navbera wezîrê werzij û lawan yê Tirkiye û kanala televizyona Almani Deustsche Welle (DW) de derket.Kanala DW li wezaretê hevpeyvînek berfireh li gel wezîrê werzij û lawan Çagatay Kiliç pêkanî. Di dema hevpeyvînê de pirs di derbarê hewldana darbeya leşkerî jî hatin kirin.Dema hevpeyvîn temam bû. Berpirsê ragihandina wezîr ji berpirsên DW xwestin ku ev hevpeyvîn neyê weşandin û hemû kasetên hevpeyvînê teslimê wezaretê bikin. Lê DW ev yek ne pejirand û berpirsên DW dan xuyakirin ku ewê peosesa hukukî binêrin û tişta pêwist bikin.Di vê derbarê de berpirsê DW Peter Limbourg daxuyaniyek da û dibêje: Ev daxwaziya wezîr dide nîşandan ku li Tirkiye azadiya Medya yê çawa tê binpêkirin. Wezîrek bi îrada xwe hevpeyvînekî çêdike. Lê ji bo ku pirsên hatin kirin ne li gor dilê wîne naxwaze ew hevpeyvîn bê belav kirin.Ev helwesta wezîr nayê qebûl kirin. Dixwazin hemû vîdeoyan teslimê wan bikin. Emê li prosesa hukukî binêrin û ya pêwist bikin.Berpisên wezaretê li ser vê daxuyaniyê, daxuyaiyek nivîskî belav kirin û dibêjen: Tişta ku DW dibêje ne raste. Hevpeyvînek pêkhatiye, peyamnêrê kanalê gotinên ne di cih de bi karanine û me jî li ser vê yekê daxwaz kiriye ku ev hevpeyvîn neyê weşandin.
Pêş
18/04/2024
Sopranoya Kurd wê yekemîn konsera xwe li Amedê bide
18/04/2024
Erdogan: Emê di nava rêxistina xwe de guhertinên pêwîst bikin
Têkildar
Balkêş e ?
Close - Amerîka ji Iraqê dernakeve17/04/2024