Polîtîk

Êdî vegera bin destê Bexdayê bi dawî hatiye

Pisporekî aborî dibêje, êdî roj bi roj rewşa aborî ya Herêma Kurdistanê ber bi başbûnê ve diçe û êdî Kurdistan ji metirsiya kirîza aborî rizgar bûye.Şêwirmendê berê yê Wezareta Samanên Xwezayî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Dr. Elî Belo ji malpera KDP.info re ragihand: “Bi nêrîna min êdî vegera bin destê Bexdayê bi dawî hatiye, ji ber ku Bexda necidî ye di çareserkirina pirsgirêk û nakokiyên ligelHerêma Kurdistanê de, lewma jî ne ji berjewendiya Herêma Kurdistanê ye ku pêbendî yasaya budceyê ya Iraqê bibe.”Belo wiha got: “Herêma Kurdistanê di warê aborî de gelek pêngavên pir baş avêtiye, êdî roj bi roj rewşa aborî ber bi başiyê ve diçe û îsal jî pir ji par baştir e. Herwiha nirxê petrolê êdî bilind dibe, ku ev yek jî sedemek e ji bo ku aboriya Kurdistanê baştir bibe.”Dr. Elî Belo wiha domand: “Eger nirxê petrolê bilind bibe bo ser 60 dolarî dê kirîza aborî çareser bibe, herwiha em niha dikarin bêjin ku êdî Kurdistan ji metirsiya kirîza aborî rizgar bûye.”

Back to top button