Nivîsar

Efrîn bû qurbana siyaseta PKKê

  Li Efrinê çi dibe û ji bo çi gihate vê radeyê. Ev pirsek gelek girînge û pêwiste her aliyek siyasî ji mejiyek propagandist dûr di rastiya ku Rojavayê Kurdistanê heyî berbiçav bigre û bersiva vê pirsê bide.Ji berî her tiştekî rewşa YPGê û PYDê li Rojavayê Kurdistanê û li hinek deverên Suriye çeweye? Heta ev yek baş neyê zanin di derbarê Efrinê de jî mirov nikare rastiyê bibîne. YPG hêzek bi nave HSD avakir (her cardin piraniya wan YPG bi xwe ne). Li Rojavayê Kurdistanê di destpêkê de YPG bi hevkariya rejima Suriye bû xwedî desthilat û li gel rejimê di hemahengiyekî de bû.Heta gelek deverên ku YPGê ji DAÎŞê pakij kirîn radestî rejima Esad dikirin. Pêwendiyek baş li gel Rusya hebû.  YPG/PYD tu cara xwe nêzikî hevkariyek di nava Kurdan de nekir. Du cara Li Hewlêr û Duhok peyman li gel ENKSê imze kirin hevkariya xwe ragihandin, lê qet tu awayî ev yek nekirin jiyanê de. YPGê da xûyakirin ku derbasbûna hêzên Pêşmergeyên Roj ji bo Kurdistana Rojava dibe sedema şer. Gelek endamên partiyên di nava ENKSê de hatin girtin, avahiyên partî û ENKSê gelek caran ji aliyê YPGê ve hatin şewitandin. Ala Kurdistanê li Rojavayî Kurdistanê hate qedexekirin. PYDê ji bilî xwe tu mafê jiyana siyasî neda aliyên din yên kurd.Bê guman di vê derbarê de kêmasiyên ENKSê jî gelekin. Başe madem we hêzek ya Pêşmergeyên Roj ava kiriye, Ji bo çi li Rojavayê Kurdistanê xebatê nakin? Di bin siha “Em naxwazin şerê birakujî çêbe“ ev yek nayê terîf kirin. Pêwiste ENKS û aliyên di nav ENKSê de vê rewşa xwe cardin ji nûve piştî bûyera Efrînê binirxînin.Efrîn vale dibeEve demek bû Tirk ji bo erîşa Efrinê kar dikin. Her dema guleyek ya hawanekî ya topekî ji devera di bin destê YPGê diket nava axa Tirkiye, Tirka digotin emê bikevin Efrinê. Tirkiye zeminê operasyonek berfireh amade dikira û ji salekî hirve leşkerên xwe li ser sinor kom kirin.Tirkiye di vê derbarê de li gel Rusya, Îran û rejima Suriye li hev kir. PYDê ev yek hemû nedîtin yan jî nexwest bibîne. Rewşa Efrinê kifş bû ku dê çewe çêbibe.Dixweyê di pirsa Efrinê de jî biryara PYDê ne serdest bû. Qendil biryar da kesekî jî nekarî li dijê vê biryarê raweste. Yanî gerek mirov di vê derbarê de PKKê binirxîne , ji ber ku ewin li Rojavayê Kurdistanê xwedî biryarê. Di rastiya xwe de jî, Efrin çûye yan deverek din ji dest çûye gelekî ne xema Qendile.Niha nawenda Efrinê tê bombebaran kirin. Nawenda Efrinê hatiye dorpêşkirin.Bi hezaran hemwelati ji Efrinê direvin, ji bo xelk ji Efrinê derbikevin dolara wek bertîl didin endamên HSDê. Ev yek rojane ji aliyê sedan hemwelatiyên Efrinê ve tê gotin.Niha pirs ewe ku çima hemû medya kurdî di vê derbarê de dawula(defa) PKKê lê da? Çima rastiya Efrinê nehat gotubêj kirin? Her wek medya PKKê medya din jî behsa şer kir û behsa kî çi qehremanî kiriye dikir. Bi hezaran ciwanên kurd hatin kuştin, deverek wek Efrinê wêran bû. Demografiya Efrinê tê guhertin. Gelo emê salek din jî bikaribin Efrina îro bibînîn? Dê Efrîn sibehî ne wek îro be. Dê hewlbidin ku Efrinê ji kurda pakij bikin. Ev hemû pirsên û bê bersivin.Îro pêwendiyên PYDê li gel Amerîkiya heye.  Ev pêwendiyek di warê leşkeri de ye. Amerika ji bo gelek deverên ku axa Suriye û erebin hêza HHSDê bi karanî. Eger  mirov tiştekî bi karbîne, dema şixolê mirov xilas bû ew jî tên avêtin.  Amerika ji bo Efrinê dengê xwe dernaxê.Tirk didin xûyakirin ku wan ji bo Mincibê li gel Amerika li hevkiriye ku YPGê ji Minbicê derêxin. Ji xwe heyina hêzên YPGê li deverên ne Kurdistanê jî pirsek din ya siyaseta PYDê ye.Du derbarê Efrin û siyaseta PKKê de gelek tişt û nirxandin mirov dikare bike. Lê mixabin kurdên derê PKKê ev yek nekirin û rojeva ku PKKê li Efrinê tayin kirî de siyaset kirin.Şêva tarî ji êvarî kifşe. Herksekî dizanî ku dawiyê Efrinê rewşa îro bû. Kurt kurmancî Efrîn bû qurbana siyaseta PKKê li Kurdistanê û herêmê. Mixabin hinek aliyên siyasî jî bi çepkan bûn şirîkê vê tawanê.13.Adar.2018Nûçe/analîz N.D. Firat

Back to top button