Nivîsar

Efrîn ji encama siyaseta şaş ya PKKê îşgal bû

Efrîn encama siyaseta şaş ya PKKê îşgal bû İbrahim GUÇLU([email protected]) Îro Newroz e. Cejna milî ya miletê kurd e. Sembola serxwebûn û azadiya Kurdistanê ye. Lê hezar mixabin em kurd bi kêxweşî nikarin bihara xwe, cejna xwe ya milî Newrozê pîroz bikin. Lewra miletê me di nav êşekê û xeteriyeke mezin de ye. Di 16ê Oktobira 2017an de Kerkuk û gelek bajarokên me yên din li Başûrê Kurdistanê jinûve hatin îşgal kirin. 18ê Adara 2018an de jî yanî piştî pênc mehan jî, Efrîna şêrîn û bûka Kurdistanê ya xemilandî jinûve hat îşgal kirin.Li dinyayê ji derveyî miletê me, miletekî ku dewleta xwe avanekirî tune ye. Gelo em ji bona vê yekê her dem dewletên kolonyalîst tewanbar dikin. Lê em şaşiyên xwe yên dîrokî û bingehî nînin ser zimên. Ew jî dibe sedem ku em pêşiya xwe nebînin. Ev jî me kor dike û dibe sedem ku aqlê me bê girtin û rewşa em têde bi awayekî realîst şirove bikin.Di mijara Efrînê de jî eynî helwesta me ya şaş dom kir û dike.Lê em nikarin vê şaşiyê bidomînın. Heger ku em şaşiyên xwe nebînin û ji holê ranekin, em ji bona miletê xwe dibin xeter. Nûha şunde sedemên van xeteriyan re çav girtin tewan e û ji miletê me re xirabî ye.Loma ez dixwazim rastiyên tehl yên di derbarê Efrînê de carek din bînim ser zimên û şirove bikim.  GELO DEWLETA SÛRIYEYÊ NEDIZANÎ KU PYDÊ TUNE YE, PKKÊ HEYE? GELO WÊ DEMÊ DEWLETA SÛRIYEYÊ ÇIMA KURDISTAN TESLÎMÎ RÊXISTINEKE BIYANÎ KIR? EW BI SERÊ XWE PLANEK NEBÛ?Wek Tê zanîn, PKKê piştî ku çû Sûriyeyê (1979), ket bin hukm û bandora Dewleta Sûriyeyê. Dewleta Sûriyeyê ji bona du armanca PKKê bi kar anî. Armanca yekemîn, li hemberî Tirkiyeyê pêk anî. PKKê çekdar kir. PKKê ji derveyî hêza xwe bi hêza Sûriyeyê miletê kurd xist nav xeteriyekê. Di sala 1984an de PKKê bi piştgiriyta Sûriyeyê dest bi şerê çekdar kir. Lê Sûriyeyê di sala 1988an de encama zora Tirkiyeyê Ocalan ji welatê xwe derxist. Piştî ku Ocalan ji welatê xwe jî derxist. Bû alîkar ku li ser navê PKKê rêxistinekê ava bike (2003). Ew jî PYDê bû. Di sala 2011 de piştî ku li Sûriyeyê serîhildana sivîl dest pê kir û ev serîldana ket pêvajoya şerê hûndir, ji bona ku mûxalefeta kurd di bin kontrolê de bigre û li Kurdistanê hêza xwe îkame neke, Kurdistan teslîmî PYDê kir. Wê demê baş dizanî ku PYD, PKKê bi xwe ye. Lê dizanî ku PKKê biyaniyê, çekdar kir.Ew xeteriya û îşgala bi destê Dewleta Tirk çê bibe amade kir. Ew jî planeke xirab ku ji bona kurdan hatibû çêkirin. Armanca duyemîn: Sûriyeyê PKKê li hemberî Tevgera Milî ya Rojavayê Kurdistanê bi kar anî. Alîkarî kir ku hemû rêxistinên Kurdistanê qels bibe û parçe bibe.  Di vê plana xwe de jî serkeftî bû. PKKê xûrt kir. Ciwanên Rojavayê Kurdistanê bi destê PKKê da kûştin. Dema ku di Şerê hundir de wek plana duyemîn, Kurdistan teslîmî PKKê kir. Wan bi hev re dîktoriyek amade kirin. Li ser gelê kurd zûlmeke xerab meşandin. PKKê bi dehan siyasetmederên kurdperwer kûşt. Bi sedan siyasetmedar, endam û berpirsiyarên partiyan girtin, êşkence kirin, hepis kirin.Sûriyeyê baş dizanî ku hêzên navneteweyî PKKê wek hêzeke terorîst nas dikin. PKKê her çiqas bi destê Dewleta Kemalîst ava jî bibe, bi awayekî ji kontrola wan derket, kete bin kontrola Iraq û Îranê, li hemberî Dewleta Tirk şer bike. Ew jî dê bibûya sedem ku Dewleta Tirk dê bi hêsanî li Sûriyeyê jî, ji bona PKKê  tasfiye bike xebat bike û şer bidomîne. Di vê merheleyê de û bi îşgala Efrînê ev yeka hat kirin. Dewleta Tirk dixwaze ku vê yekê firehtir bike. Rojavayê Kurdistanê bi tevayî bixe bin kontrola xwe û îşgal bike û pişt re jî îlxak bike.Baas û Serokê wê jî, ji vê yekê dê kêfxweş bibe. Lewra dixwazin ji kurdan xelas bin. Ji beşek sûniyên jî xelas dibin. Ji bona xwe Dewleteke Elewiyên ava dikin, erebên sûnî jî gelek rehet di bin dîktatorya xwe de digrin û birêve dibin. GELO ŞERÊ XENDEKAN DEWLETA TIRK JI BONA ROJAVAYÊ KURDISTANÊ TEXRÎK NEKIR?Li Bakûrê Kurdistanê, Îranê ji bona Dewleta Tirk bi Sûriyeyê re eleqeder nebe, bi destê PKKê Şerê Xendekan plan kir. Dema ev plana hat kirin Rejîma Baasê jî Rojavayê Kurdistanê teslîmî PKKê kiribû. PKKê bi rejîmê ve li Rojavayê Kurdistanê bi hev re dîktatorieyek xûrt ava kiribûn û ji bona ku ew desthilatdariya mişterek jî ava bidomîne jî Şerê Xendekan hat li dar xistin.Diyar bû ku PKKê di vî şerî de bşi sernakeve. Wûsa jî bû. Lê bû sedem ku bi hezaran ciwanên Kurdistanê bên kûştin û gelek bajarên Kurdistanê bên hilwiaşmndin.Şerê Xendekan jî, piştî ku Pêvajoya Çareseriyê têk çû, ji bona ku Dewleta Tirk destwerdana Rojavayê Kurdistanê vekir û Rojavayê Kurdistanê îşgal bike, texrikeke mezin pêk anî. Di dema Şerê Xendekan de Dewleta Tirk ev yeka jî gelek aşkere dianî ser zimên.Lê PKKê berjewendiya dewleta Îran û Iraqê girîng dît, ev xeteriya ji bona kurdan çêkir. Îşgala Efrîn û Rojavayê Kurdistanê bi destê Dewleta Tirk wê demê hat amade kirin. PKKÊ ÇIMA PÊŞÎ XIZMETÎ REJÎMA SÛRIYEYÊ KIR; PİŞT RE XIZMETÎ SÛRIYEYÊ Û RÛSYAYÊ Û ÎRANÊ; PIŞT RE JÎ XIZMETÎ EMERÎKAYÊ KIR. GELO NEDIZANÎ KU EV DÊ ZERAR BIDE KURDAN?Wek min li rêzên jorîn got, ji despêkê de PKKê ket bin kontrol û xizmeta Sûriyeyê. Pişt re jî ket bin kontrol û xizmeta Îranê û Iraqê di dema Rejîma  Baasê de. Li Sûriyeyê dema ku şerê hûndir dest pê kir, PKKê pêşî bi alikariya Sûriyeyê û İranê xûrt bû û çekdar bû. Piştî ku Rûsya ji bona ku rejîma Baasê biparêze hat Suriyeyê, wê demê PKKê di hemandem de ket bin kontrol û xizmeta Rûsyayê.Bi awayekî van dewletan ji desthilatdariya PKKê re jî vekirî dibûn alîkar. Li hemberî Tirkiyeyê diparastin.Lê PKKê ev pozîsyona xwe gûhert. Xest ku bi wan re bi Emerîkayê re jî bibe leşker. Di demeke nêzik de bû. Bi piştgirî û bi daxwaza Emerîkayê çû Raqayê û Derê Zorê rê. Bi helwesta xwe diyar kir ku dê li wir jî desthilatdar be û îşgalker be. Ew jî şik tune b3u ku ji bona kurdan xeter bû. Bi hezaran ciwanên kurd jî hatin kûştin.Ev helwesta PKKê, di navbeyna wan Sûriyeyê, Îranê, Rûsyayê de bû pirsgirêkeke mezin. Ev dewletan ji bona ku PKKê ji Emerîkayê dûr bixin, hewil dan. Lê dîtin ku vê yekê nikarin bikin. PKKê tercîha xwe ji aliyê Emerîkayê de kiriye.Ew jî bû sedem ku bi tayberî Rûsya ji operasyon û îşgala Efrînê re bibe alîkar. Rejîma Baasê jî, ji bona ku ji PKKê xelas bibe, ji Dewleta Tirk re bi awayekî bû alîkar ku Dewleta Tirk bê Efrînê îşgal bike.PKKê bi ew helwesta xwe di hemandem de bû sedem û  rê vekir ku Dewleta Tirk Efrînê îşgal bike. Li ser tevayî Rojavayê Kurdistanê hesabê îşgalê bike.  PKKÊ LI EFRİNÊ DAGÎRKER NEBÛ?PKKê, ji aliyê Dewleta Kemalîst de li Bakûrê Kurdistanê ava bû. Pişt re jî ket bin bandor û xizmeta Dewletê din yên kolonyalîst (Dewleta Îranê, Iraqê, Suriyeyê). Bi piştgiriya wan li dijî tevgera milî yên beşên din, li dijî rêxistin û partiyên Başûrê Kurdistanê, Rojhelatê û Rojavayê Kurdistanê şer kir. Li wan beşan  raste rast destwerdanî kir û rêxistin ava kir. Ji bona ku li wan beşên Kurdistanê jî desthilatdar û dîktatoriya xwe ava bike hewleke xûrt û stratejîk meşand.Di encamê li Rojavayê Kurdistanê bi piştgirita Rejîma Baasê dîktatorî û desthilatdariya xwe ava kir.Ji bona ku Rejîma Baasê naye hilweşandin alîkarî kir.PKKê li Rojavayê Kurdistanê dema ku desthilatdarî û dîktatoriya xwe ava kir, bû hêzeke îşgalker.Ew pozîsyon û îşgalkeriya PKKê jî, ji destwerdan û îşgala Dewleta Tirk re meşrûiyet û derfet çê kir.Loma jî gelek bi hêsanî Dewleta Tirk di operasyona xwe de bi serket û Efrîn îşgal kir.Bi wateyeke din li Efrînê îşgalê dest gûherand. Ev ji bona Efrînê bû îşgala sêyemîn. Ji destpêkê de yanî piştî Peymana Lozanê di bin îşgala Dewleta Sûriyeyê de bû. Pişt re ket bin îşgala PKKê. Nûha jî di bin îşgala Dewleta Tirk de ye. PKK’Ê ÇIMA DI DESTPÊKÊ DE EFRÎN TERK NEKIR Û EFRÎN TESLÎMÎ DEWLETA TIRK KIR?Demeke  dirêj bû ku Dewleta Tirk ji bona ku biçe Efrînê îşgal bike û PKKê li wir tasfiye bike xebat û amadekarî dike.  Ev yêka jî gelek aşkere ji dinyayê re îlan dikir.Dema ku operasyona Dewleta Tirk bû bûyereke rojane, ji PKKê re hat gotin ku çekdarên xwe ji Efrînê bikîne û Efrînê terk bike. Bila Dewleta Tirk nikare sedema îşgalê çê bike.Di hemandem de Rûsyayê jî ji wan re ew pêşniyara kir.Hezar mixabinb PKKê Efrîn  terk nekir. Got ku dê zora Dewleta Tirk bibe. Gelek kurdên  siyasetmedar jî bi vê yekê bawerî anîn.Di encamê de PKKê dît ku nikare li hemberî teknolojiya Dewleta Tirk şer bike, Efrîn terk kir.Bi vê helwestê ji Efrînê re başî kir ku Efrîn xerab nebe.Heger ev helwesta di serî de bipejiranda, hatina Dewleta Tirk ya Efrînê gelek zehmet dibû.Wê demê Rûsyayê îzin nedida ku teyyarêyên Dewleta Tirk bikevin şer. Dikarîn sînor ji Dewleta Tirk re bigre. PÊWEWDİYÊN PKKÊ HER DEM Jİ BONA TEVGERA MILÎ Û NETEWEYA KURD XETER BÛN. EV PEWENDİYÊN WÊ YÊN XETER BÛ SEDEM KU EFRÎN JI ALIYÊ DEWLETA TİRK VE ÎŞGAL BIBE…PKKê ji bona ku zerarê bide kurdan, dikare gelek bi hêsanî bikeve bin xizmeta dewletan. PKKê li Rojavayê Kurdistanê jî xwediyê pêwendiyên gelek xeter û ne exlaqî ne.Ev helwest û pêwendiyên wê bûn sedem ku Efrîn îşgal bibe.PKKê bi Emerîkayê bawer dikir ku dê wan biparêze. Lê Emerîkayê got ku “eleqeya min Efrînê tune ye”.Hewce nebû ku Emerîka vê daxûyanî bide. Ceribandina helwesta Emerîkayê ya piştî Referandûma Serxwebuna Kurdistanê û îşgala Kerkukê diviya ev yêka bihata zanîn. Ev jî diyar dike ku PKKê bi zanatî Efrîn teslîmî Dewleta Tirk kir. PKK’Ê DÊ Dİ HEMANDEM DE BIBE SEDEMA ÎŞGALA ŞENGALÊ JÎ…PKKê bi salan e ku li  Şengalê dagirker e. Bi pêşmergeyan re şer dike. Hemû kurd dibêjin ku divê PKKê ji Şengalê derkeve, hezar mixabin dernekeve. Îşgala xwe li Şengalê didomîne.Dewleta Tirk gelek vekirî dibêje ku dê li Şengalê jî operasyonê bikin.Diyar e ku di navbeyna Dewleta Tirk û Dewleta Iraqê de jî li hevkirinek heye.Tê zanîn ku Dewleta Tirk di îşgala Kerkûk de û piştî îşgala Kerkukê gelek aşkere ji Dewleta Iraqê re bû alîkar. Loma jî navbeyna herdu dewletan baş e. Amade ne ku bi hev re kar bikin.Loma divê beriya ku ev operasyona bê li dar xistin, divê PKKê Şengalê terk bike.Heger  neke dê sûcdar be.Dê carek din derkeve holê ku PKKê xizmetî dewletên kolonyalîst dike. Dibe sedem ku Kurdistan jinûve bê îşgal kirin.PKKê, bi helwesta xwe ya bi Grûba Xiyanetê ve jî, bû sedem ku Kerkuk bi hêsanî bê îşgal kirin. DIVÊ ÇI BÊ KIRIN?1-Divê ji bona ku PKKê destwerdana xwe li hemû beşên Kurdistanê dawî bîne. Ji bona vê yekê hemû kurd, hemû rêxistin û partiyên Kurdistanê li hemberî PKKê siyaseteke rast û dirûst bimeşînin. 2-Divê PKKê bi lezûbez dest ji hemû beşên Kurdistanê berde.3-Bi taybetî jî divê kurdên bi PKKê re alîkar in, li dijî ev siyaseta PKKê ku xizmetî dewletên kolonyalıst dike, derkevin.4-Divê ku PKKê bi awayekî siyasî li hemû beşên Kurdistanê tasfiye bibe. Amed, 30. 03. 2018

Back to top button