CivakPolîtîk

Efrin….?

Tayib Erdogan serokkomarê Tirkiye, li Çanakaleyê kontrolkirina bajarê Efrînê ragihand. Erdogan got: Îro danê sibehê demjimêr 08.30 pêve nawenda bajarê Efrinê di bin kontrola me de ye. Niha di nawenda Efrînê de ala Tirkiye bilindbûye.Medya PKKê di derbarê Efrînê ku ji kontrola wan derketiye tu agahdariyek berfireh nadin. Rijnameyê Tirka vîdoyê ku Efrin vegirtine belav dikin û bi seden weneyên bajarê Efrinê belav dikin.Gelek cara li ser erîça Tirkiye ya Efrinê nirxandin di rûpelên Rojevakurd de hatine kirin. Niha jî heman tişt têgotin ku, Efrîn bû qurbana siyaseta PKKê ya ne kurdewarî. Li Efrinê bi sedan ciwanên kurd hatin şehid kirn , li Efrinê zedeyî 200 sivl jin û zarok hatin kuştin, Efrîn tê guhertin û ji Kurdistanê tê veqetandin. Sedemê vê cardin dubare siyaseta PKKê ya xelet e. NBelkê ne siyaseta PYDl ,lê ya PKKê ye.

Back to top button