HevpeyvînPolîtîk

Eger Maliki bibê serokwezîrê Iraqê bê ku bi tu aliyekî bişêwirim ezê Serxwebîna Kurdistanê ragihînim

Serokê Kurdistanê Mesud Barzanî di hevpeyvînekî de li gel rojnama erebî Şerk El Awsatê de behsa çend mijarên girîng kir.Behsa ji kardûrxistina wezîrê darayî yê Iraqê Hişyar Zibarî kir û got: “Ev kar li dijî Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî, ji bo têkbirina operasyona Mûsilê hate kirin. Bi wê armancê bû, ku Nûrî Malîkî careke din bibe serokwezîrê Iraqê.Barzanî got ku eger Nuri Maliki bibe serikwezîrê Iraqê, emê serxwebûnê ragihînin. Di vê derbarê de Barzani got: Ew seeta Nûrî Malîkî bibe serokwezîr, bêyî ku ligel ti aliyekê bişêwirim ez ê serxwebûna Kurdistanê ragihînim û çi dibe bila bibe. Em li nav Iraqekaq ku Malîkî lê hikûm dike namînin.Herweha Barzani da xûyakirin ku, pirsa em bikaribin li gel Iraqê bi hevre bi behrkirinek adil bijîn ji hole rabûye û em dikarin bibin du cîranên baş.Serokê Kurdistanê di beşek din yê hevpeyvîna xwe de behsa serokê Amerika yê nû kir û got: Pêwendiyek baş navbera wan û desteya îdarî ya Trump de heye û dê pişgiriya xwe ji bo Kurdistanê bidumînin.

Back to top button