DosyaNivîsar

Eger PKK di van bizavan de serbikeve, paşeroja Kurdistanê tarî dibe

Rojevakurd: Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) bi alîkariya hikûmeta Îraqê û hin aliyên din hewil dide Şingalê ji başûrê Kurdistanê veqetîne û weke kantonek ser bi Îraqê ve îlan bike.Ji aliyê din, hûkumeta Herêma Kurdistanê û hin aliyen din jî hebûna PKKê li Şingalê qebûl nakin û dixwazin PKK ji wê deverê derkeve.Gelo dîtina we li ser vê pirsê çiye? Hûn man û neman, hebûn û nebûna PKKê li Şingalê çawa dinirxînin?Cankurd di bersiva xwe de dibêje: Wekî ez dizanim, histobariya parastina Shengalê an azadkirina Qendîlê, ne tenha histobariya PDK ye, hevparê wê di deselatê de (YNK) bo çî helwêsta xwe di vê yekê de zelaltir nake? Bersiva Cankurd:Gelî dost û birayanSilavek ji dilZenga PKK, ku ji roja girtina serokê wê de, tew armancên neteweya Kurd nema ji xwe re dike armanc, gihaye nêv bashûrê Kurdistanê, ne tenha li Qendîl û Shengalê, eve jî ciyê metirsiyê ye, ji ber ku ev partî, ji zû ve li gel Begdadê kar dike, û di destên gelek partî û kesan de belge hene, li ser hevkariya PKK û sîstema Sedam Husên ê xûnrêj. Li gel Begdadê demekê têkilî hatin birrîn. lê niha dîsa hene û gelek çek û pare jî di mijarê de hene, ewana nema dikanin van livên xwe bipeçinin. Hema ewana ji berê fêrtir bûne, wan têkiliyan bi navê xwe nakin, bi navê hinek kes û komikan li Shengalê dikin, û mixabin hinde partiyên ber bi Tehranê ve, çavêd xwe digirin, merem ev livîna PKK dij bi PDK û serokatiya wê ye, tevî ku wek dibêjin (Roja gayê sipî hatiye xwardin, ez jî hatîme xwardin).Wekî PKK li rojavayê Kurdistanê jî di bin navê YPG û HSD de kar dike û êdî bi xuyanî û ashkere li gel Baasiyan û sîstema hêminî ya Esed kardike, kantonan wekî armanca xwe dide diyarkirin, ew bizava xwe dike, ku Shengalê bike kantoneke negirêdayî Kurdistanê, eve jî destpêka wêrankirineke mezin e di dûroka gelê me de. Divê tevgera Kurdhez û kurdistanî bi hemî hêz û kanîna xwe, li hember vê neyartiyê raweste. Eger PKK di van bizavan de bi ser keve, pasheroja Kurdistanê dibe tarî û tunebûn. Ev hêrisheke ji ya neyarên gelê me girantir e, ji ber ku PKK va pilana xwe an ya pishtevanên xwe, bi hêza keç û lawanên Kurd fedekar û dilsoz dike û bi rê ve dibe.Mixabin, ta niha yek belavokeke hevpar ji aliyê teviya tevgera gelê me ve, li dij van kefteleftên nedirist, derneketiye. Ta niha kadroyên PKK di nêv gelek bajêrên Kurdistanê re digerin û di mediya kurdistanî de jî  bi tevgera kurdî dikenin.Wekî ez dizanim, histobariya parastina Shengalê an azadkirina Qendîlê, ne tenha histobariya PDK ye, hevparê wê di deselatê de (YNK) bo çî helwêsta xwe di vê yekê de zelaltir nake?Li rojavayê Kurdistanê, PYD, ya ku ala ya wê wekî ya Turkmenistanê ye, gavin gelek mezin di cudakirina rojavayê Kurdistanê de û ji bo dabeshkirina wê, bi navê kantonan avêtine, bi ser ve jî bi va siyaseta xwe bûye egera valakirina gund û bajêran ji xortên Kurd û jiyana nishtevanan xistiye rewsheke gelek dijwar, dixwaze niha rê bigire li ber hatina Kurdên ne li gel siyaseta wê nêv mal û zevî û dêrînên xwe, û eger di vê de jî bi ser keve, wê Baasî û neyarên Kurdan rojavayê Kurdistanê bistînin û wê armanca serokê PKK bi cîh bê, ku di dema xwe de gotibû, ew hatiye Sûriyê, ku Kurdan vegerîne nishtê wan Türkiye. (Binêr: Pirtûka 7 roj li gel Apo, ya rojnamevanê Ereb, Nebîl Elmulhêm)Rojekê bê, eger  partiyên bashûrê Kurdistanê wilo van salixan pashguh bikin, wekî niha dikin, wê li fîrgehên Dihok, Sueymanî û Hewlêr, ji aliyê Asayîshên PKK ve bite kontrolkirin, ka kesên dij bi siyaseta kantonkirina Qendîl û  Shengalê, dikarin vegerin Kurdistanê an ne….Bi hîviya  hoshyarkirina gel û serokatiyên partiyên me, berî ku lehiya neyaran kona me ya hêja dide ber xwe, bi xwe re dibe.Hûn bimînin di xêra Xwedê deCankurd

Back to top button