Polîtîk

Em bi Kurdistanê re her tiştekî gotubêj dikin

Heyder Ebadî di konfransa xwe ya rojnamevanî ya heftane de behsa referanduma serxwebûna  Kurdistanê kir û got: “Referanduma Herêma Kurdistanê mijarekî eşkere ye, hemû alî behsa wê dikin û ji ti kesî re tiştekî veşartî nîne. Hinek ji welatiyan jî piştevaniya encamdana referandumê dikin.”Ebadî da xuyakirin: “Em dikarin li gel şanda Herêma Kurdistanê gotûbêjê li ser her mijarekê bikin, ya giring ev e ku em çawan bikarin ber bi pêş ve pêngavan bihavêjin. Hikûmeta Iraqê desthilatên wê diyar in, ku çi ne û cudabûna beşek ji Iraqê di desthilata me de nîne.”Serokwezîrê Iraqê tekezî li ser yekparçeyiya axa Iraqê kir û diyar kir: “Bi piştevaniya xwedê helwesta me di paşerojê de naguhere û em rijdin li ser yekîtiya xaka Iraqê.”Piştî pêkanîna şandana danûstandinkar ji aliyê Kurdistanê ve bo gotûbêjkirina referandumê bi Bexdayê re, ew sand îro ji bo diyarkirina acendaya serdana bo Bexdayê civiya û biryar da, ku heftiya dahatî serdana Bexdayê were kirin.Li aliyekî din, Komîteya Bilind a Referanduma Herêma Kurdistanê, Iraq agahdar kiriye, ku dê şandeke Kurdistanê serdana Bexdayê bike.Şanda danûstandinkar a Herêma Kurdistanê, ku biryar e serdana Bexdayê bike, ji her yek ji Roj Nûrî Şawêys, Fuad Hisên, Seidî Ehmed Pîre, Mihemed Ehmed, Macid Osman, Romiyo Hekarî û Viyan Dexîl pêkhatiye.

Back to top button