Vîdeo

Em bi ti awayî qebûl nakin ku ti hêzek ji axa Herêma Kurdistanê ve êrişî welatên cîran bike

Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî piştî civîna hukumetê kongreyek çapemeniyê li darxist û behsa miaşa kir û da xûyakirin ku, nabê hinek aliyên siyasî ji bo berjewendiyên xwe yên xizbî û siyasî xepêşandanên rewa ji dawaziyên wan dûr bêxin.Nêçîrvan Barzanî di derbarê miaşan de got: Civîna îro ya Encûmena Wezîran, taybet bi pirsa paşeketkirinê bû, me herdem li gorî dahatên xwe, mûçe kêm dikir, lê niha û piştî sê salên dijwar, me gavên baş avêtine ji bo em vê rewşa dijwar bidawî bînin.Zelal jî kir, ev yek rewşê bidawî nayne, lê ev pêngaveke giring e û piştî pesendkirina yasaya çaksaziyê ji aliyê Perleman ve, em dikarin bêjin ku ev rewş wê bi temamî bidawî bê.Li gorî zanyariyan, biryar hatiye dayin, sîstema paşeketkirina mûçeyan bê rastkirin û bi taybet ji bo berjewendiya mamosteyan û karmendên karta tendirustiyê, bi awayekî ku bilnidtir rêjeya paşeketkirinê ji wan re 30% be û kêmtirîn jî 10% be.https://www.facebook.com/kurdistan24.official/videos/2075620166034773/

Back to top button