Civak

Em Darbeya Eskerî(Kodeta) ya 12yê Îlona 1980yê rûreş dikin

38 Sal berê di roja 12yê Îlona 1980yê de li Tirkîyeyê darbeyeke eskerî(Kodeta) li dar ket.Piştî darbeyê, bi sedhezaran kes hatin desteser kirin, bi deh hezaran kesan îşkence dîtin, hatin hefs kirin, bûne penaber. .Nêzîkî 500 kesî di îşkenceyan û di hevsan de hatin kuştin.Darebeya eskerî ya 12yê Îlonê , bû navê zilm û zordarî û hovîtîya Dewleta Tirkîyeyê.Bi hezaran pêşverû, çepgir, demokratên Tirkîyeyî jî ketin ber zilma darbeya 12yê îlonê. Lê mexdûrê herî mezin yê vê kodetaya 12yê îlonê dîsa her miletê Kurd û gelê Kurdistanê bûn.Hefsa 5 Nolû ya Dîyarbekirê bû weke laboratûreke zilm û hovîtîyê.Piştî darbeya eskerî ya 12yê îlonê di salên 1990an de Dewleta Tirkîyeyê , bi navê ‘’faîlî meçhûl’’an qetlîameke din li dar xist. Dewleta Tirkîyeyê, bi destê hêzên xwe yên aşkere û veşrtî û bi destên hin çete û mafya û grûbên girêdayî Dewleta Tirkîyeyê ne 17000 Tirkîyeyî û Kurdistanî, bi navê ‘’faîlî maçhûl’’ê qetil kirin.Heta îro jî ne berpirsên Kodetaya 12yê îlona 1980yê, ne jî berpirsên 17000 ‘’faîlî meçhûl’’an nehatine girtin, nehatine darizandin.Tu hesab ji van qatil û îşkencecîyan nehatîye pirsîn.Serokê Kodetaya 1980yê Kenan Evren û hevalî wî Tahsîn Şahînkaya berîya mirina wan, hatin darizandin, lê ji ber mirinê daweya wan hate girtin.Ji ber ku heta îro ji ber kiryarên xwe nehatine darizandin, îro jî rêvebirin Delwleta Tirkîyeyê bi hişmendîya darbeya 12yê îlonê û bi hişmendîya dema ‘’faîli meçhûl’’an dewletê bi rêve dibin.Her dijayetîya Kurdan, şer, bêhiqûqî, qedexe û rê li ber girtina azadîya ramanî û birêxistinbûyînê sîyaset û nasnameya esasî ya Dewleta Tirkîyeyê ye.Ji ber ku hesab ji darbecîyên 12yê Îlonê nehate pirsîn, rêvebirên Dewleta Tirkîyeyê bi hêsnî û bêtirs 17000 hezar bi navê ‘’faîlî meçhûl’’an kuştin. Ji berk u hesabê qeaasên van 17000 ‘’faîlî meçhû’’an nehat pirsîn, îro ji Hikûmet û Dewleta Tirkîyeyê, her wê sîyaseta li dijî mirovatîyê, li dîjî azadî, demokrasî, edaletê û li dijî Kurdan dimeşîne.Em hemû berpirsên darbeya 12yê îlona 1980yê jî, berpirs û qesasên 17000 ‘’faîlî meçhûl’’an ji rûreş dikin.95 salên Dewleta Tirkîyeyê dîyar kirîye ku, tu kuştin, jenosîd, wêran kirin, hefs û zilm dê nikaribe rê li ber doza azadîya gelê Kurdistanê bigire.12.09.2018Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê

Back to top button