Cîhan

Em dikarin pêwendiyê bi Esad re bikin

Hêzên Artêşa Suriye li Başûrê Suriye pêşve diçin û devera sinorê Îsrail û Suriye cardin kete di bin konrola hêzên rejima Suriye de. Wezîrê bergiriya Îsrailê Avigdor Lieberman serdana devera sinor ya Golan kir û da xûyakirin ku, ne dûrê dê tevahiya sinorê Îsrail û Suriye bikeve di bin kontrola hêzên rejima Suriye de.Rojnamevanekî di derbarê pêwendiyên herdu welatan û vekirina deriyê Qunêtra pirsek ji Lieberman kir. Wezîrê Bergiriya Îsrail di bersiva xwe de got: Ez bawer dikim ku niha em ji vê yekê dûrin. Lê cardin her tişt dikare nêzik be.Ji bo gotubêjkirina pirsa Suriye , serokwezîrê Îsrail serdana Moskova dike û li gel serokê vî welatî dicive.

Back to top button