Cîhan

Em federaliyê qebûl nakin

Wezîrê Derve yê Sûriyê Welîd El-Mu’ellim di derbarê rewşa Kurdan û Rojavayê Kurdistanê de axivî.Wezîrê Derve yê Sûriyê ragihand ku ew amade ne li gel Kurdan danûstendinan berdewam bikin, lê bi ti awayî ew, ne federaliyê û ne jî cudabûnê qebûl nakin.Welîd El-Mu’ellim ji kenala Russia Today re ragihand, ku Kurd pêkhateyeke Sûriyê ne û Hikûmeta Sûriyê amade ye danûstendinan li gel wan berdewam bike.Welîd el Mu’ellim got jî hikûmeta Sûriyê rijd e li ser vegerandna deverên rojhilatê feratê.Derbarê mafên gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê, El-Mu’ellim got: “Em amade ne, danûstendinê li ser mafên rewşenbîrî û ziman bikin, lê em bi ti awayî ne federalî û ne cudabûnê qebûl nakin.”“MSD daxwaza federalî û cudabûnê nekir”Wezîrê Derve yê Sûriyê ew yek jî eşkere kir, ku şanda vê dawiyê ya MSDê dema serdana Şamê kiribû, ji Hikûmeta Sûryê re tekez kiribû ku ew federaliyê û perçebûna Sûriyê naxwazin.
Back to top button