Nûçeyên Kurdistanî

Em Leyla Qasim Bi Giramî Birtînin

Em Leyla Qasim Bi Giramî Birtînin

Partîya Azadîya Kurdistanê(PAK) bi minasebeta bîranîna leyla Qasim daxûyaniyek belav kir.

Daxûyani:

Em Leyla Qasim Bi Giramî Birtînin

Leyla Qasim di roja 12.05.1974an de li Bexdadê ji alîyê rejîma Beasê ve hate darvekirin.

Leyla Qasim tekoşereke jin ya endama Partîya Demokrat a Kurdistanê-Iraq (PDK- I) bû.

Ew alaya ku Leyla Qasim jibo wê jiyana xwe feda kir îro li ser Parlamentoya Dewleta Federe ya Başûrê Kurdistanê ba lêdibe.
Têkoşîna azadîya Kurdistanê ya ku Leyla Qasimê di rêya wê de jiyana xwe feda kir, îro li herçar parçeyên Kurdistanê berdewam e.

Tu darvekirin,kuştin, destdirêjî û jensoîd dê nikaribe rê li ber azadîya Kurdistanê bigire.

Em Leyla Qasim û hemû şehîdên Kurdistanê bi giramî bi bîr tînin.
Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya Partîya Azadîya Kurdistanê(PAK)

Nerîna min :