Polîtîk

Em pêşwaziya berxwedana serdemê ya Efrînê dikin

PKKê di derbarê Efrinê de daxûyaniyek ragihand.Beşek ji daxûyaniya PKKê wehaye:“Em tevger û gel vê Newrozê ku cejna berxwedana dîrokî, yekîtî û azadiyê ye li dijî êrîşên dagirker ên faşîzma TC’ê ya qirker û mêtinger, bi geşkirina Berxwedana Serdemê ya Efrînê pêşwazî dikin. Newroza 2631’an dibe Newroza Berxwedana Efrînê. Li hemû eniyên berxwedanê gelê Efrînê û şervanên azadiyê ev 2 meh in lehengiya herî mezin a azadiyê ya dîrokê pêk tînin. Gelê me yê li çar parçeyên Kurdistanê û hemû hêzên demokratîk ev 2 meh in ji bo ku Berxwedana Efrînê ya dîrokî destek dikin li ser piyan in û li meydanan in. Bi vê çarçoweyê her deverê dikine Efrîn, her rojê dikine berxwedan. Newroz vê salê bi Berxwedana Serdemê wateya xwe ya rastîn dibîne.EM BERXWEDANA EFRÎNÊ SLAV DIKINLi ser vê zemînê, em Berxwedana Azadiyê ya Efrînê ya dîrokî ku her rojê dikine Newroz slav dikin, Newroza gelê me yê leheng ê Efrînê, fermandar û şervanên YPG-YPJ’ê û QSD’ê, hemû kesên ku ji bo berxwedana Efrînê derketine kolanan û destek dane slav pîroz dikin; hemû şehîdên Berxwedana Serdemê di şexsê Avesta Xabûr de bi hurmet û minet bi bîr tînin. Berxwedana Efrînê ya ku ev 2 meh in her roj bi ser dikeve, em bawer dikin dawiyê wê bi ser bikeve, bibe diyarkerê rastiya sedsala 21’ê û serketinê ji hemû berxwedêran re dixwazin. “Efrin ji dest çû niha di nawenda Efrinê de ala Tirkiye hate bilind kirin. Dewsa ku PKKê behsa dagirkirina Efrinê bike û xwe rexne bike, hêja behsa berxwedana Efrinê dike. Ev bi xwe tê wê wateyê ku, henekên xwe li gelê Kurdistana Rojava û taybetî li gelê Efrinê dike.Rêveberiya PKKê ji dûr ve behsa berxwedana Efrînê dike, lê behsa sedemên ketina Efrinê nake. Gelo duh Efrin çewe bû? Îro çeweye? Bila vê nirxandinê bike. Propaganda û gotinên mezin her demi ne encama serkeftinekiye. Li Efrinê PKKê li gel siyaseta xwe binket û zererek mezin da gelê Efrinê,  Eger PKKê di daxûyaniya xwe de rastiya Efrinê ragihanda belkî baştir be… 

Back to top button