Cîhan

Em piştgirîya daxwaza azadîyê ya gelên Îranê û Rojhilatê Kurdistanê dikin

 Hereketa Azadî, PAK, PDK-Bakur, ÖSP û PSK roja 06.01.2017an li Amedê civîyan û di derbarê rojeva heyî de pêwîstî pê dîtin ku van agahdarîyan ji bo raya giştî re parve bikin.Eve çend rojin li Îranê gel li dijî hejarî û gendelîyê, li dijî neheqî û zilmê serîhildaye. Gelê Îranê daxwaza başkirina rewşa aborîyê û daxwaza jiyaneke mirovane dikin. Gelê Îranê daxwaza azadîyê, wekhevîyê û edaletê dikin. Li hinek bajarên Rojhilatê Kurdistanê jî gelê me xwepêşandanên nerazîbûnê li dar dixin. Partîyên Kurdan yên Rojhilatê Kurdistanê jî  piştgirîya xwepêşanderan dikin.Rejîma meleyan ya Îranê li cîhê ku guh bide van daxwazên meşrû yên gel, bi tûnd û tûjî û bi kuştinan dixwaze serîhildana gel bipelçiqîne.Di encama van êrîşên Rejîma Îranê de heta nuha ji 30 kesî zêdetir xwepêşander hatine kuştin, bi sedan birîndar hene. Bi hezaran kes jî hatine girtin.Sebeba esasî ya van serîhildanên gelê Îranê, sîyaseta Rejîma Îranê ya totalîter ya li dijî azadî û demokrasîyê ye. Gel li dijî hejarîyê û birçîbûnê serîhildide. Îro li gel miletê Kurd, Azerî, Belûcî, Ereb û gel û miletên din jî ji mafên xwe yên netewî  û demokratîk bêparin.Di bin vê zilmê de serîhildana gelê Îranê serîhildaneke meşrû ye û divê raya giştî ya cîhanê gelê Îranê bi tenê nehêlin, piştgirîya vê serîhildana meşrû bikin.Em careke din dîyar dikin ku em li gel têkoşîna azadîyê ya gelê xwe yê Rojhilatê Kurdistanê ne. Şertên herêmî û yên navnetewî dikare gelek firsendan bîne ber derîyê gelê me yê Rojhilatê Kurdistanê. Em di wê bawerîyê de ne, ji bo ku em bikaribin ji van firsendan feydê werbigirin, berîya her tiştî divê hêzên netewî û demokratîk yên Rojhilatê welatê me tifaqa xwe pêk bînin. Dewleta Tirkîyê jî vê sîyaseta tûnd û tûjîyê ya Rejîma Îranê ya ku li himberî sivîlan, li himberî xwepêşanderan rast dibîne û piştgirîya van êrîşên li ser gel dike.Weke tê zanîn eve ji sal û nîvekê zêdetir e, Rewşa Awarte hatîye îlankirin û her tişt bi Qerarnameyên ku cîhê qanûn girtine tê birêvebirin. Her roj baştir aşkere dibe ku Rewşa Awarte di eslê xwe de sîstema bêhiqûqîyê ye, sîstema tune kirina hemû maf û azadîyan e.Di van rojên dawî de 2 qerarname hatine derxistin. Yek jê ji bo yek şêwe û yek reng kirina cil û bergên hefsîyan bû. Ev qerarname li dijî mafê mirovan e û bi armanca şikandin û binpê kirina rûmet û şexsîyeta mîrovî, dixwazin li ser hefsîyan bêne ferz kirin. Qerarnameya duyemîn jî rê ji wê yekê vedike ku, hinek kesên sivîl an jî paramîlîter bi serê xwe dikarin êrîşî her gaveke sivîl ya mixalefetê bike. Û ev kesana ji ber van êrîş û midaxeleyên xwe dê neyên darizandin. Li gorî vê Qerarnameyê herkesek dikare hinekan bi ”terorîstîyê” tawanbar bike, dikare bêyî kû bê darizandin êrîşê bibe ser her tevger û xwepêşandereke sivîl, demokratîk.Em van herdu qerarnameyan jî şermezar dikin û demildest divê Hikumet van qerarnameyan betal bike.Em bangî Dewleta Tirkîyê dikin ku dawî li vî şerê heyî, li Rewşa Awarte ya neheqî û bêhiqûqîyê îfade dike û li birêvebirî ya bi Qerarnameyan bîne. Me weke partî û tevgerên Kurdistanî, di civîna ku me li Amedê li dar xist de, girîngîya hilbijartinên şaredarî, parlamento û serokkomarîyê jî nirxand. Piştî nirxandinên berfireh, em gihîştin wê biryarê ku, bi taybetî ji bo hilbijartinên şaredarîyan û bi giştî ji bo her sê hilbijartinên li pêş me de ne, divê li ser bingehê sîyaseteke netewî û demokratîk, bi beşdarîya potansîyela herî berfireh ya hêzên sîyasî yên Kurdistanê, em xebatekê destpê bikin. 07.01.2018HEREKETA AZADÎ, PAK, PDK-BAKUR, ÖSP, PSK 

Back to top button