DosyaPolîtîk

Em qebûl nakin Îran destê xwe bixe nav karên me

Serokê Mesûd Barzanî tekezî li ser birêvebirina referandûmê di dema xwe diyarkirî 25ê Îlona îsal de dike û ji rojnameya “Ukaz” ya Siûdiyê re radigihîne, “Tu hevbeşiyeke dirêj ligel Bexdayê de serkeftî nabe.”Di hevdîtinekê de ligel rojnameya “Ukaz” de Barzanî got, referandûm bipaş nakeve û amaje bi wê kiriye, ku sedsala borî ezmûneke şikestxwarî bû, xwînrêtin, şer û wêrankarî bû, naxwazin jî ji wê ezmûna şikestxwar re vegerin, ji ber wê gelê Kurdistanê biryar da referamdûmê bike.Serokê Herêma Kurdistanê da zanîn, “Projeya serxwebûna herêmê, projeya gelê Kurdistanê li Kurdistana Iraqê ye, ne tenê projeya min e.”Serok Barzanî tekez kir, Erebê Herêma Kurdistanê azad in beşdarî referamdûmê dibin, yan beşdar nebin. Ew li Herêma Kurdistanê dijîn û hevbeşê rastî ne li ser binemaya welatîbûnê de.Barzanî tekezî li ser wê jî kir, hilbijartin di dema xwe ya diyarkirî de di meha Mijdara bê de tên kirin û ragihand, “Ez xwe kandîd nakim û tu kesekî nêzîkî min jî xwe ji bo serokatiyê kandîd nake.”Di hevdîtinê de, Serokê Herêma Kurdistanê amaje bi wê da, “Ji bo paşxistina referandûmê, min ji Wezîrê Derve yê Amerîka Rex Tillerson razemendiya xwe nîşan neda, lê amadehiya bo guftûgoya ligel Bexdayê derbarê dîtina awayekê ku gerentiya dahatûyeke baş ji her du aliyan re bike nîşan da.”Barzanî Bexda bi cibicînekirina destûrê tuhmetbar kir û got: “Piştî rûxandina rêjîma Sedam Husên, tu bendeke destûrê ya girêdayî bi Herêma Kurdistanê û Bexdayê nehat cibicîkirin, piştre Herêma Kurdistanê gihêşt wê baweriyê ku hevbeşî bicih nabe.”Barzanî amaje bi wî jî kir, “Dirustkirina hevbeşiyê ligel Bexdayê, dibe ku salekê yan du salan ber xwe bide, lê dîsa şikestiyê tîne, ji ber ku siyasetên wan li hember Herêma Kurdistanê nayê guhartin û mafên bingehîn red dikin.”Serokê Herêma Kurdistanê tekez dike, “Hikûmeta Herêma Kurdistanê derbarê girêbestên ligel kampanyayên petrol û gaze, tu serpêçiya destûrê nekiriye, bexda pabendî yasayên petrol û gaze nebû.”Di hevdîtinê de, Barzanî Tevgera Sedir bi “Tevgereke niştimanî” binav kir û ji rojnameya Siûdiyê re got: “Pêwendî di navbera Herêma Kurdistanê û Tevgera Sedir de berdewam e, pêwendiya min ligel rêberê wê tevgerê bihêz e.”Di dirêjahiya axaftina xwe de, Serok Barzanî bêyî ku navan diyar bike, çend alî tuhmetbar kirin ku piştevaniya DAIŞê kirin ku êrîşî ser Herêma Kurdistanê bikin. Amaje bi wê jî da, qurbaniyê Herêma Kurdistanê di şerê li dijî DAIŞê de gihêşt 1781 şehîd û 10161 birîndaran.Barzanî pêwendiyên di navbera Siûdiye û Herêma Kurdistanê bi “Kûr û dîrokî” binav kir û niha bi awayekî baş berdewam in.

Back to top button