Civak

PAK: Em qetlîma li Pirsûsê bi tundî rûreş dikin

PAK(Partîya Azadîya Kurdistanê):”Em Qetlîma Li Pirsûsê Bi Tundî  Rûreş Dikin”Şerravêstandina ku nêzî 2 salan berdewam dike ji alîyê hêzên tarî  ve dîsa tê xwestin ku bê xirakirin.Ji milekê çîyayên Cudî,Kulp û Liceyê tên şewitandin û ji mileke din jî dijminên gelê Kurdistanê bi destê DAIŞa hov qetlîaman berdewam dikin.Îro êrîş li Navenda Çanda Amarayê hat kirin.Li wê derê xwendevanên endamên SGDFyê ku ji bo piştgirtina Kobanîyê hatîbûn Pirsûsê diman.Bi vê êrîşê nêzî 50 xortan şehîd ketîne û sedan xort jî birîndarin.Ev êrîşên hov beşek ji şerê li hember gelê me ye.Em van qetlîaman bi tundî rûreş dikin.Em banga hestîyarîyê ji bo alîkarîya xwînê ji birîndaran re li gelê me dikin.Roj roja xurt kirina yêkîtîya netewî ya gelê Kurdistanê ye.Tu erîş,hovitî,qetlîam dê nikaribe rê li ber têkoşîna azadî û dewletbûna gelê Kurdistanê bigire. 20.07.2015Buroya Çapemenî û Ragihandinê ya PAKê

Back to top button