Hevpeyvîn

Em rê nadin Kurdistana Serbixwe

Fermandeyê Yekîneyên Berxwedana Şingalê (YBŞ)  ku, hêzeke partiya Karkerên Kurdistanê(PKK) li Şingalê ye ragehand ku, bi ti awayî  rêkê biserxwebûna Kurdistanê nadin, da zanîn ku, ew xwe bo  şereke giran amade dikin.Derbarê vê yekê Fermandeyê Yekîneyên Berxwedana Şingalê (YBŞ) Seîd Hesen di hevdîneka xwe de li gel kanala serokwezîrê berê yê Iraqê Nûrî Malîkî ya bi navê Afaq TVê ragehand ku, ew şerê li Şingal rûdayî di navbera  Pêşmerge û Iraqiyan de bû.Wî berpirsê PKK da zanîn ku, PKK ji bo parastina Êzdiyên Iraqî çûbû Şingalê û wiha got:”Dixwazin Şingal, Telefer û navçeyên din ji destê DAIŞê derînin daku, bixine ser Herêma Kurdistanê û piştre dewleta serbixwe rabgehînin, em vê yekê qebûlnakin”Herwiha diyar kir ku, armanca pêşmerge ewe Şingalê bixine ser Kurdistanê û dewleta Kurdistanê rabgehînin û wiha got:”Bi ti şêweyî em qebûlnakin û rêkê biserxwebûna Kurdistanê nadin.Fermandeyê YBŞê Seid HesenDi dawîya axiftina xwe de Seîd Hesen got: “Niha şer hatiye rawestandin,  lê pirsgirêk çaresernebûye, di rojên pêş de şer û pevçûn dê dîsa dest pê bikin û şereke giran dê biqewime, lewma em wan li vê herêmê qebûlnakin,” bang li Hikumet û gelê Iraqê jî kir ku, li kêleka Iraqiyan bisekirin.Ev helweste di demekê de ye ku, gelê Kurdistanê bi hezarê salan karûxebatê bo serxwebûna Kurdistanê dike, piştî derketina wê bûyera li Şingalê rûdayî Hêzên Pêşmerge hewla asankirina rewşê kirin û weke niyazpakiyekê,  ew çekdarên PKK bi dîl girtîn azadkirin. Berî du rojan  şerûpevçûn di navbera Pêşmergeyên Rojavayê Kurdistanê û PKK li Xanesorê derketibûn di encam de 4 pêşmerge birîndarbûn û şervanekî PKK canê xwe ji destda û yek jî birîndarbû. 

Back to top button