CîhanHevpeyvîn

Em wek derbirîna daxwaza gelê Kurd li referanduma gelê Kurd dinêrin

Moskow (Rûdaw) – Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov di hevpeyvîneke taybet de ya bi Rûdawê re, çendîn mijar û pêşhatên giring ên cîhanê, rojhilata navîn û herêmî nirxand.Sergey Lavrov herwiha derbarê mijarên taybet bi kurdan û têkiliyên Rûsya û Kurdistanê de jî daxuyaniyên giring dan Rûdawê. PêşgotinEv dema we xweş be. Ez Xalid Hisên im, em li paytexta Rûsyayê, li Wezareta Derve ya Rûsyaya Federal bi we re ne, ji bo sazkirina hevpeyvîneke taybet bi Sergey Viktorovîç Lavrov re, ku dema 13 sala ye Wezîrê Derve yê Rûsyaya Federal e. Ew di biryar û çareserkirina pirsgirêkên cîhanê de bi roleke girîng radibe. Em îro bi wî re li ser çend mijaran guftûgo dikin. Mijara hevpeyvîna me ya herî girîng jî Pirsa Kurd dibe. Hevpeyvîn: Xalid HusênRûdaw: Dem baş birêz Sergey Viktorovîç Lavrov. Ez dixwazim ji serdana serokê hikûmeta Herêma Kurdistana Iraqê bo Saint Petersburgê dest pê bikim. Li ber ronahiya serdana rêzdar Nêçîrvan Barzanî bo Saint Petersburgê û hevdîtina wî bi we re û civîna wî bi Serokê Rûsyaya Federal rêzdar Vladimir Vladimirovîç Putin re, niha hûn pêwendiyên navbera Rûsya û Kurdistana Iraqê çawa pênase dikin di vê qonaxa niha de?Sergey Lavrov: Pêwendiyeke me ya kevin û pir baş bi Kurdan re, bi Ereb û Kurdan re heye. Dîrokeke kevnar a vê pêwendiyê heye. Wek ku di salên 40 û 50î yên sedsala borî de kurê mezin yê gelê Kurd Mistefa Barzanî tevî hevrêyên xwe li welatê me bû, îro jî pêwendiyeke me ya pir baş bi Kurdên Iraqê re heye. Ji sala 2007an ve konsulxaneya me li Hewlêrê heye. Li Moskowê nûnertiya navçeya otonom ya Kurdistana Iraqê heye. Em piştevaniya pêwendiyên xwe bi hemû tevgerên siyasî yên Kurdistana Iraqê re dikin. Em vê bi awayekî dikin ku bandoreke xirab li ser pêwendiyên me bi hikûmeta Iraqê re nake. Herwiha em pêwendiyên xwe yên mirovî û perwerdeyî bipêş dixin. Em her sal kursên xwendinê û bûrsan didin Iraqê. Di vê çarçoveyê de nûnertiya Kurdistana Iraqê pişka xwe ya serbixwe ji wan bûrsan heye. Li Hewlêrê dema sê sal û nîva ye grûpa me ya ragihandinê, Rûsyaya Îro (RT) kar dike, da bi awayekî rasterast zanyariyên wir ji hevwelatiyên me û hevwelatiyên welatên din re veguhêze. Bi giştî pêwendiyên me pir baş in û pir sûdmend in ji herdu aliyan re.Rûdaw: Ango em dikarin bêjin ku serdana rêzdar Nêçîrvan Barzanî pêngavek bû ji bo destpêka pêwendiyeke nû di asteke nû de di navbera Rûsya û Kurdistana Iraqê de?Sergey Lavrov: Tu dizanî, bila ez nebêjim pêwendiyên me nû ne û di asteke nû de ne. Ez dubare dibêjim ku pêwendiya me kevin e û çend sal in me pêwendiyên xwe bipêş xistine, bi taybetî bi serokê hikûmetê û berpirsên din yên  navçeya otonom ya kurdî re. Ev berdewamkirina rêbazekê ji pêwendiyê ye ku wek min got di berjewendiya hevbaş ya Rûsyaya Federal û Kurdistana Iraqê de ye. Di heman çarçoveyê de divê rola Kurdên Sovyetê, Kurdên ku li Rûsyayê dijîn li ber çav bê girtin, ku roleke wan ya girîng di wê pêwendiya baş de hebû ku bi awayekî giştî di navbera me û Kurdan de heye, di çarçoveya pêwendiya me ya giştî bi Iraqê re. Rûdaw: Baş e. Çend caran guhê min li rêzdar Vladimir Vladimirovîç Putin bûye ku di gotarên xwe de pir bi erênî behsa Kurdan kiriye. Rûsya heta kîjan radeyê amade ye alîkariya Kurdan bike ji bo çareserkirina Pirsa Kurd li Rojhilata Navîn û bidestxistina mafên xwe?Sergey Lavrov: Bêguman pêwendiyeke me ya pir baş bi gelê Kurd re heye. Ez dubare dibêjim ku pêwendiyeke kevin e û em pir baş hevdu nas dikin. Ji bo me cihê girîngiyê ye ku gelê Kurd wek hemû gelên li ser erdê daxwaz û mafên xwe yên yasayî û armancên xwe yên yasayî bidest bixe. Eger em li dîroka Iraqê binerin, nemaze di dema sala 2003an de ku bi neyasayî şerek pêket, gava bi serokatiya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê hêzên biyanî ew welat wêran kirin, ku tiştê niha heye û diqewime bi hêsanî rast nabe. Bêguman bandora vê yekê li ser têkiliyên Hewlêr û Bexdayê hebû. Em dizanin ku heta niha jî hewldan tên kirin da pirsên destûrî bên çareserkirin, bi taybetî pirsên girêdayî doza xakê û girêdayî pirsa dabeşkirina budce û çavkaniyan û dahata petrolê. Bi berdewamî Hewlêr û Bexdayê bi çend qonaxan hewl dane ku wan pirsan û hinek pirsên din jî çareser bikin û gelek peyman îzme kirine ji bo çareserkirina kêşeyên navbera wan di çarçoveya gotûbêjên siyasî de. Ez careke din dibêjim ku daxwaz û armancên yasayî yên gelê Kurd mîna hemû gelên din pêwist e bên bicihanîn, li gor wan mafên ku di yasayên navdewletî de hene, ev jî girêdayî wê biryarê ye ku wek em têdigihîjin biryara dawî li Hewlêrê ji bo encamdana giştpirsiyê hatiye dayîn.Rûdaw: Wek eşkere ye Kurdistana Iraqê amadekariya encamdana giştpirsiyê dike. Nerîna Rûsyayê li ser giştpirsiya Kurdistana Iraqê ji bo serxwebûnê çi ye?Sergey Lavrov: Min berê jî got ku em wek derbirîna ji daxwaza gelê Kurd li mijara giştpirsiyê dinerin. Qasî ku ez têdigihim piraniya nişteciyên navçeya otonom ya kurdî piştgiriya encamdana wê giştpirsiyê dikin. Em wiha dibînin ku piştî biryara dawî li ser wê pirsê li her tiştî tê fikirîn, girêdayî derencamên wê pêngavê wek derencama siyasî, derencama ceopolîtîk, demografî û aborî. Li gor wê yekê ku Pirsa Kurd niha ji çarçoveya sînorên Iraqa nû derketiye, bandorê li ser hemû kêşe û pirsên hinek dewletên cîranê we dike. Di vê çarçoveyê de, ev pirs ango Pirsa Kurd, roleke wê ya pir mezin heye û cihekî wê yê mezin heye di proseya çareseriya pirsgirêkên ku vêga li navçeyê hene. Hêviya me wiha ye ku gelê Kurd daxwaza xwe di çarçoveyeke aştiyane de nîşan dide û cîbicîkirina encamên giştpirsiyê jî bi heman awayî her di çarçoveyeke aştiyane de dibe, da ew faktorên ku li navçeyê hene li ber çav bên girtin, ku min berê behsa wan kir û liberçav girtina nerîna cîranên Iraqê. Qasî ku ez têdigihim, serokatiya navçeya otonom ya kurdî bi dewletên cîran re di pêwendiyê de ye, cîranên dewleta Iraqê li hemû paytextên wan.Em amade ne hevkariya Bexda û Hewlêrê bikin, di wê proseyê de ku bi awayekî rêzgirtina hevdu tê de li ber çav bê girtin. Wek ku dîrokê nîşan daye, girêdayî pêşveçûnên encamdana dengdanê, dengdan qet nayê wateya ku hemû kêşe û pirsgirêk di rojekê de çareser dibin. Careke din dubare dikim ku ew prose pir girîng e û divê bi hêdî û cidî bê kirin ji riwangeha wê wateya mezin ku Pirsa Kurd ji bo temamiya navçeyê girîng e.Rûdaw: Pir baş e, lê pirseke pir girîng heye. Eger piştî giştpirsiyê, Kurdistana Iraqê biryar bide bibe herêmeke serbixwe, wek mînak wek herêma Başûrê Osêtya û Abxazya û çend herêmên din. Gelo Rûsya amade ye pêwendiyên xwe bi Kurdistana Iraqê re berdewam bike?Sergey Lavrov: Tu dizanî, ez wiha dibînim baştir e koment li ser mijarên angaştî neyên dayîn. Em dixwazin, wek min got ku em çawa li rewşa navxwe ya Iraqê dinerin, nemaze li navçeya otonom ya kurdî. Em dixwazin texmîn nekin ku ev hemû di pratîkê de çawa dibin.Li Başûrê Osêtya hûn dizanin ku kêşe bi awayekî din bû. Li Başûrê Osêtya ji aliyê rejîma Saakaşvîlî ve bi temamî êriş hatibû encamdan û zanyariyên bawerpêkirî hebûn ku piştî Başûrê Osêtya wê êrişî Abxazyayê jî bikin. Lewma li vir mijar parastina jiyana xelkê bû û tu çareyeke din li pêşiya me nebû.Rûdaw: Tu pêwendiyên aborî di navbera Rûsya û Kurdistana Iraqê de çawa dinirxînî, nexasim piştî ku hejmar û şêweya rêkeftin û girêbestan di navbera kompaniyên rûsî û Kurdistana Iraqê de zêdetir bûn?Sergey Lavrov: Belê, ez tînim bîra we ku berjewendiyeke me ya dualî heye. Di vê mijarê de, em dixwazin pêwendiyên aborî û bazirganî û hilberînê di navbera me de geştir bibin. Em piştevaniya vê proseyê dikin. Wek min got di vî warî de, mebesta min warê bazirganî û hilberînê ye, pêwendiyên me bi Kurdistana Iraqê re bandoreke xirab li ser tu aliyekî din nakin û ziyanê nagihînin pêwendiyên me bi hikûmeta navendî ya Bexdayê re. Li Kurdistana Iraqê demeke dirêj e yek ji kompaniyên me yên herî mezin di warê aborî de kar dike ku kompaniya Gazprom e. Bi baweriya min ew bi hevbeşên xwe re li Kurdistana Iraqê di du zeviyên petrolê de kar dike. Di meha sibata borî de, kompaniyeke din ji kompaniyên me yên mezin di warê aborî de, Kompaniya Russneft girêbestek bi hevbeşên xwe re li Hewlêrê îmze kir û di çarçoveya Korbenda Navdewletî ya Aborî ya Saint Petersburgê de ji bo temamkirina wê peymanê çend dokument hatin îmzekirin. Bi nerîna min, em niha bi Kurdistana Iraqê re di nav berjewendiyeke hevbeş ya dualî de ne û encamên wê qazancê digihînin hemû beşdaran.Rûdaw: Baş e. Emê niha li ser krîza Sûriyê rawestin. Berdewamiya hevrikiyê li Sûriyê bandorê li ser berdewamiya krîzê li Rojhilata Navîn dike. Rola Rûsyayê di beşdariya proseya çareseriya krîza Sûriyê de girîng e. Bi dîtina we, bûyer û pêşveçûnên nû ku tê çaverêkirin di demeke nêzîk de li Sûriyê biqewimin çi ne? Serokatiya Rûsyayê dikare çi bike bo çareseriya krîza Sûriyê û nehîştina terorê li navçeyê?Sergey Lavrov: Bêguman pêwist e em berî her tiştî bêjin ku aliyên Sûriyê bi xwe divê û dikarin biryarê li ser vê mijarê bidin. Çimkî çareseriya dawî ya wê krîzê di destê wan de ye û li ser wan dimîne. Di Encûmena Ewlekariya Navdewletî de hatiye îmzekirin û nivîsandin ku tenê gelê Sûriyê bi xwe dikare biryara çarenivîsa xwe bide. Divê civaka navdewletî û lîstikvanên biyanî û cîran her tiştî bikin da xeteriya terorê ji nav bibin û atmosferekê dirust bikin da sûrî bi xwe li ser maseya danûstandinê lihev bikin ka dixwazin di siberojê de di welatekî çawa de bijîn. Lê belê em nikarin xwe ji gotûbêjan vedizin. Di dokumentên Encûmena Ewlekariyê de hatiye nivîsandin ku divê Sûriyê welatekî demokratîk û sekuler be. Ev pir girîng e. Çimkî piraniya hêzên opozisyonê ku xwe li ser hîmê demokrasiyê ava kirine bi tundî red dikin ku pêwist e ji bo parastina hemû aliyan dewleta siberojê ya Sûriyê dewleteke sekuler be. Herwiha divê ew welat welatek be ku hemû grûp, grûpên îslamî û grûpên siyasî mafekî wan hebe ku garantiya wan hebe û divê ewlekariyek ji wan re bê misogerkirin ku garantiya wê hebe ku hemû dikarin di sazî û dezgehên civakê de beşdar bibin. Ev çarçoveyeke giştî ye ku hemû li serê li hev dikin û pêkan e di vê çarçoveya sînordar de şêweyek ji bo çareserkirina krîza Sûriyê bê dîtin. Em bi hinek dewletan re kar dikin da em vê rewşê dirust bikin. Vî karî bi nehîştina DAIŞ û Bereya Nusreyê û komên terorîstî yên din dest pê kir. Li gor Encûmena Ewlekariyê ew wek komên terorîstî hatine naskirin. Herwiha em kar dikin ji bo parastina proseya agirbestê di navbera hêzên hikûmeta Sûriyê û hinek grûpên opozisyonê de ku tu taybetmendiyeke terorîstî di wan de nîne. Ev mercê sereke ye da ew grûp tevlî proseya ragihandina agirbestê bibin û wek beşdarên wê proseyê bên naskirin. Bêguman karekî me yê din gihandina hevkariyên mirovî bo xelkê ye. Ji bo vê armancê me navçeya aram dirust kir ku me û Tirkiye û Îranê di çarçoveya danûstandinên Astanayê de li ser vê armancê li hev kir. Di dema cîbicîkirina proseya dirustkirina Navçeya Aram de, me Dewletên Yekbûyî yên Amerîka û Urdin jî anîn nav peymanê. Rûsya, Amerîka û Urdinê di 7ê tîrmehê de li ser dirustkirina yekemîn Navçeya Aram li başûrê Dewleta Erebî ya Sûriyê li hev kirin. Beriya çend saetan hûrgiliyên dawî yên wê rêkeftinê hatin gengeşekirin, derbarê ka karên wê Navçeya Aram çawa bên birêkxistin, bi taybetî girêdayî dezgeha ku çavdêriya proseya rawestandina şer û agirbestê dike û girêdayî wê yekê ku di gihandina hevkariyên mirovî de piştrastbûn hebe û girêdayî sînorê wê Navçeya Aram ku bi awayekî be hevwelatî bikarin di navçeyê de çûnûhatinê bikin û bikarin ji navçeyê derkevin jî.Tiştê ku min behs kir deriyê çareseriyê ye ku me li Astanayê li ser li hev kir. Niha vaye diçe warê cîbicîkirinê. Bi têgihîştina min, ji xeynî navçeya başûrê Sûriyê, wê sê navçeyên aram yên din jî bên dirustkirin. Ev deriyê çareseriyê wê bibe sedema parastina jiyana niştecî û hevwelatiyan bi riya proseya ragirtina şerê çekdarî û di heman demê de alîkar e ji bo gihandina alîkariyên mirovî bo cihên pêwist. Bi mikurhatina gelekan û bi giştî danûstandinên Astanayê û çalakiyên wê, bûn alîkarekî baş ji bo proseya danûstandinên Cinêvê ku berê dema 9 mehan rastî xetimînê hatibûn û di meha yekê ya îsal de hatin aktîfkirin.Amadeyiya me heye û em bi awayekî pir çalak bi Staffan de Mistura re kar dikin, herwiha em bi hemû beşdarên vê proseya çareseriyê û nûnerên hikûmeta Sûriyê û hemû welatên ku dixwazin alîkariya dîtina vê proseya çareseriyê bikin û welatên Yekîtiya Ewropayê û Dewletên Yekbûyî yên Amerîka û hemû dewletên îslamî yên herêmî re kar dikin.Bêguman hewldana herî girîng ew e ku danûstandinên rasterast di navbera nûnerên hikûmeta Sûriyê û nûnerên opozisyona çekdarî de bên encamdan. Mebesta min ewên ku dijatiya hevdu dikin, ewên ku bi çekan rûbirûyî hevdu bûne ji hikûmeta Sûriyê û ji partiyên opozisyona Sûriyê. Ew lîstikvanên herî girîng in di vê proseyê de û em razî ne eger di proseya danûstandinên Cinêvê de nûnerên partiyên siyasî yên opozisyonê bên beşdarîkirin. Herwiha di nav kesên ku koç kirine û penaber bûne, mûmkin e rola beşekî ji wan jî hebe û dikarin bi çekan berevaniya xaka xwe bikin. Lê bi mercê ku ew hemû di çarçoveya dewleta Sûriyê de bin.Rûdaw: Derbarê wê reşnivîsa destûra ku Rûsya ji Sûriyê re pêşniyar kiribû, encamên dawî yên gengeşekirina wê destûrê çi ne?Sergey Lavrov: Prose ji nû dest pê dike. Me di dema xwe de wek mînakekê ji teksta destûrê belav kir. Wek ku çawa me dîtiye, ew nerîna me bû. Lê ne wek ku em ji derve ve li ser welatê Sûriyayê ferz bikin. Lê bêtir bi wateya eger hûn dixwazin keremkin me ev pêşkêş kiriye, çimkî wê çaxê di dawiya sala borî de kêm kesan dixwestin li ser destûrê biaxivin û beşek ji wan, her aliyekî hizrîn û berjewendiyeke xwe ya taybet hebû ku ew jî bidestxistina desthilatê bû. Her yekî ji wan mebesta xwe ya taybet di proseya çareseriya krîza Sûriyê de hebû.Ew proje nimûneya destûrê ye bi awayekî ku rola hemû aliyan di civakê de dibe. Ev çima girîng e? Çimkî pêşî hinek kesan digotin ku emê rejîma Beşar Esed hilweşînin û piştre emê hemû pirsgirêkan çareser bikin. Ew kes li welatê xwe nedifikirîn, lê tenê li wê yekê difikirîn ku her yek ji wan bigihîje desthilatê. Hinekan digotin ku em ne amade ne tu danûstandineke siyasî bikin eger agirbest li ser temamiya xaka Sûriyê neyê encamdan. Wan wiha got, lê rast nedigotin çimkî derket ku ew ne mûmkin e bê kirin. Bi kêmanî nedibû daxwaz bikirana ku şerê li dijî terorê bê sekinandin.Êdî em dikarin bêjin ku demeke dirêj hevbeşên me li Amerîka di serdema îdareya Barak Obama de nikarîbûn terorîstan ji grûpên baş yên opozisyonê cuda bikin. Vêga di çarçoveya dirustkirina Navçeya Aram de me karîbû vê yekê bikin û encamên wê li navçeyê derketine. Herwiha yên ku digotin ku bêyî serkeftina seranserî li hember terorê ne mûmkin e li tu cihekî em hewldana çareseriya krîza Sûriyê bidin, wan jî karekî baş nekirin û ne hevkar bûn ji bo danûstandinên Cinêvê.Baweriyeke me ya tekûz heye ku ew reşnivîsa destûrê piştrastiyê dide hemû grûpên Sûriyê. Ewên ku min behsa wan kir. Hemû grûpên olî û bêol û hemû grûpên siyasî hest bi piştrastbûnê dikin di yasayên nû de. Di wan yasayên girîng de ku ji hikûmeta Sûriyê re tên danîn, gava ew grûp têdigihîjin ku garantiya wan heye, wê çaxê bi nerîna min hêsantir dibe da hemû li ser dabeşkirina desthilatê li Sûriyê li hev bikin. Wê çaxê hêsantir dibe kê bê pêşniyarkirin ji bo kîjan post û berpirsiyariyê di dewletê de û hêsantir dibe daku balans bê parastin di rûbirûbûna provokasyonê de.Em piştevaniya wan encaman dikin ku di gera dawî ya danûstandinên Cinêvê de pêk hatin derbarê wê yekê ku De Mistura pêşniyar kir ku pêwist e bi çar paketan kar bê kirin. Paketa yekem ew e ku Sûriyê çawa dikare xwe kontrol bike di qonaxa niha de bi awayekî ku mûmkin be sûd ji şiyanên opozisyonê jî bê wergirtin. Herwiha paketa duyem mijara destûrê ye ku çawa destûr bê amadekirin û paketa sêyem çawa amadekarî bên kirin ji bo hilbijartinan û paketa çaran dayîna garantiyê ku divê şerê terorê berdewam bike.Ez bawer dikim ku ev pêşveçûn di danûstandinên Cinêvê de li ba hemûyan cihê qebûlkirinê ne, ji xeynî wan grûpên opozisyonê ku mûrted û tundrew in. Lê pêkan e ew li derveyî pêvajoya siyasî bên hîştin. Çimkî wan tekez kirine ku şiyana wan ya lihevkirinê nîne.Rûdaw: Di proseya çareseriya krîza Sûriyê de, Rûsya çawa li maf û erkên Kurdên Sûriyê dinere?Sergey Lavrov: Wek beşekî û wek her yek ji wan grûpên bi fermî naskirî ku min behsa wan kir, em li Kurdên Sûriyê dinerin ku divê di peyman û rêkeftinan de beşdar bin û divê baweriya wan bi wê yekê hebe ku mafên wan di çarçoveya hikûmeta Sûriyê de tên parastin.Rûdaw: Em diyalogeke hişk di navbera siyaseta derve ya Rûsya û Amerîka de dibînin. Gelo tu hêviyek heye ku Rûsya û Amerîka dergehekî bibînin da hevahengiyê bikin ji bo çareserkirina pirsgirêkên xwe? Daku bi vê riyê hevrikî li navçeyên cuda yên cîhanê çareser bibin?Sergey Lavrov: Her divê û pêwist e em riya hevahengiyê bi Amerîka re bibînin. Eger em bi rastî û bi cidî dixwazin rola me di qada navdewletî de hebe, divê em, mebesta min Rûsya û Amerîka, riyekê bibînin ku em hevkarê hevdu bin ji bo çareseriya pirsgirêkên aloz li hemû navçeyên cuda yên cîhanê, ji bo pirsgirêkên ku girêdayî girtina rê li ber çekên qedexe ne û dîtina riyekê ji bo çareseriya pirsgirêkên ku girêdayî stratejiyê ne ji bo peydakirin û bihêzkirina aramiyê ji stratrejiyên me re. Hemû alî mikur tên ku rola Rûsya û Amerîka di van hemû waran de bêhempa ye û tu kes nikare vê rolê li şûna me bilîze. Divê em bi xwe rola me di çareseriya van kêşeyan de hebe. Bêguman tiştê ku vêga di pêwendiyên me û Amerîka de diqewime ne cihê kêfxweşiyê ye. Hejmareke pir zêde ya kêşeyan ji îdareya Obama ji me re mane, ew biryarên ku berê hatine dayîn vêga wek agir in li pêşiya me. Îdareya Obama çaxê ku di kêlîka çûnê de bû ji desthilatê, bi encama hilbijartinên Amerîkayê matmayî mabû. Wan xwestin qasî ku dema wan li Koşka Spî mabû tenê karên xirab bikin. Berî her tiştî armanca wan têkdana pêwendiyên Amerîka û Rûsyayê bû.Em fêm dikin çiqasî dijwar e eger niha li Washingtonê kesek bixwaze bi awayekî lojîkî hizr bike bi armanca ku ji wê nexweşiya ku ji ber “Rûs Fobya” pêketine derkeve. Ev hemû meh bi ser îdareya nû re derbas bûn û kesî li vê mijarê nekola, bi kêmanî da bikaribûna belgeyeke piştrastkirî nîşan bidin ku Rûsya desttêwerdan di karûbarên navxwe yên Amerîkayê de kiriye. Lê ez qet ne di wê baweriyê de bûm ku siyasetvanên Amerîka dikarin rastî wê girêka derûnî ya girêdayî Rûsyayê werin. Berê gava min li New Yorkê kar dikir, min bi piraniya wan re guftûgo kiriye. Ez bi awayekî din ji wan têgihîştibûm. Lê tiştê ku ez vêga ji amerîkiyan dibînim, ji bo min cihê matmayînê ye. Bi nerîna min, vêga piraniya kesên ku bi vê arasteya niha li hember Rûsyayê tevdigerin, tevgereke nexwezayî dikin. Siyasetvanên amerîkî fêm dikin ku ev tiştekî ne baş e û divê bi her hawî be dawî li vê tevger û fikirîna li hember Rûsyayê bînin.Mixabin ew bi destê xwe, xwe dixin çarçoveya sûrekî de ku piştre derketina jê zehmet e. Lê bi her awayî pir girîng e ez bêjim ku ew hewa ji wan kesan derkeve kes nikare alîkarê wan be. Divê ew hewl bidin ji vê rewşê derkevin. Heke na ewê bi destê wî derdî perîşan bibin. Careke din tekez dikim ku wan nikarîbûn îzbat bikin ku Rûsya desttêwerdan di karûbarên navxwe yên Amerîkayê de kiriye. Bi ser de jî hokareke tenê ji bo vê armancê li ber destê wan nîne. Tiştê ku li ser rûpelên rojname û ekranên televizyonan li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê heye, tenê sivikatîkirin e, ev eynî wek wê gotinê ye ku li ba me heye û bibûre herçiqasî ne gotineke hêja ye jî, lê li ba me ji vê mijarê re dibêjin “mijandina tiliyan.”Armanca ku serok Donald Trump tevî hevkarên xwe berî encamdana hilbijartinan ragihand derbarê dirustkirina hevahenghuiyê bi Rûsyaya Federal re, bêguman bersiva me ji bo wan bi heman awayî dirustkirina hevahengiyê bi Amerîka re ye. Yekem hevdîtina serokên herdu welatan di çarçoveya Civîna G20 de li Hamborgê di 7ê tîrmehê de hat encamdan. Ew civîn piştî encamdana sê pêwendiyên telefonî di navbera herdu serokan de hat û di wê civînê de rêkeftin hat encamdan derbarê dirustkirina Navçeya Aram li başûrê Sûriyê.Wiha me bi awayekî şênber tekez kir ku em dikarin bi hev re kar bikin da em çareseriyan bibînin. Bi awayekî ku cihê guhdana piraniya navçeyan be, bi awayekî berfirehtir û li navçeyeke berfirehtir ji bo çareserkirina pirsgirêkên cuda yên cîhanê. Herwiha me û Amerîkayê li hev kir li ser dîtina dergehekî ji bo çareserkirina krîza Ukraynayê, bi awayê ku berê plan jê re hatibû danîn. Niha jî hêza wê planê heye û em kar pê dikin. Me li hev kir li ser gengeşekirinê derbarê dirustkirina grûpekê ji herdu aliyan ji bo çareserkirina her kêşeyekê ku derkeve pêş di warê ewlekariya elektronî de. Hinek kongrêsmanên Washingtonê gilî ji serok Trump kirin ku hizra rêkeftineke bi vî awayî ne kûr e û gotin ku Trump li ser maseyê bi şeytên re rûdine. Ez bawer dikim ku ev ramaneke zarokane ye çimkî eger ew evqasî dudil in derbarê wê yekê ku ew hevahengiyeke neyasayî di warê elektronî de bi Rûsyayê re dikin, êdî ez dibêjim ku her mirovekî baş girîng dibîne bi awayekî rasterast bi beramberê xwe re biaxive li ser her mijareke ku li ba wî cihê gumanê ye.Çend sal in em li navenda Neteweyên Yekgirtî hewl didin ku hemû dewletên cîhanê di warê elektronî de sûdmend û hevaheng bin û ji bo vê mebestê me derbarê ewlekariya elektronî çend dokument hazir kirine. Lê ew gumanê ji me dikin derbarê wê yekê ku em naxwazin bi awayekî rasterast û vekirî behsa vê mijarê bikin. Bi rastî ev mijar dijwar e. Lê ez hêvîdar im ku civaka amerîkî destê îdareya niha ya welatê xwe negire ji bo encamdana guftûgoyan bi Rûsyayê re.Rûdaw: Gelo rola Rûsya di çareseriya pirsgirêka ku niha di navbera çend welatên erebî de heye wek Qeter û Erebistana Siûdî û Behrênê û yên din de çi ye?Sergey Lavrov: Em li ser vê mijarê axivîne û em vêga bi hemû aliyên hevrikiyê re di pêwendiyê de ne. Serok Putin çend caran bi telefonê bi şahê Erebistana Siûdî û serokên Tirkiyê û Misrê re axiviye, herwiha bi Cînişînê Mîrê Îmarata Erebî ya Yekgirtî û Mîrê Qeterê re jî axiviye. Ez tevî hevpîşeyên xwe bi wezîrê derve yê Qeterê re civiyame û ez bi telefonê bi hemû hevbeşên me yên din re axivîme. Welatên endam di Komeleya Alîkarî û Hevahengiya Rûsya û Welatên Erebî de. Li ser asta serok me gotina xwe bi awayekî eşkere li ser vê mijarê gotiye. Em dixwazin ev kêşe çareser bibe, li ser bingeha girîngîpêdana piralî û li ser bingeha wê yekê ku çareseriya wê kêşeyê di berjewendiya hemû aliyên beşdarên wê proseyê de ye. Em piştevaniya hewldana Mîrê Kuwêtê dikin. Eger di çarçoveya wê hewldanê de yan ji bo kemilandina wê hewldanê, eger Rûsyaya Federal dikare karekî sûdmend bike, êdî em ji reftareke bisûd re amade ne. Em dibînin ku welatên din jî hewl didin da ew kêşe çareser bibe. Rex Tillerson li wê navçeyê bû û çend kar û civînên wî yên girîng hebûn. Qasî ku ez dizanim Fransa û Şahnişîna Brîtanyayê jî ji bo hevkariyê amade bûn. Em ê alîkar bin ji bo her tiştê ku rê li ber wê rewşa aloz bigire, daku ew navçeya girîng ya cîhanê ber bi krîzeke temendirêj ve neçe

Back to top button