Hevpeyvîn

Em wek rêxistineke Kurdistanî tu ferqî naxin navbera hêzên Kurdistanî

Rojnameya Kurdistan li Rojavayê Kurdistanê li gel Serhat Mêrdînî hevpeyvînek kir. Rojnama Kurdistan du pirs ji Mêrdînî kir.Merdînî di bersiva van pirsan de helwesta Tevgera Ciwanên Kurdistanê di bersivên xwe de da diyarkirin. Rojnama Kurdistan: Hûn wek rêxistinek Kurdistanî (Tevgera Ciwanên Kurdistanê) çawa li Hêza Roj dimeyzînin.Serhat Mêrdînî: Em bi giştî hêzên Kurdan bi du awayî dinirxînin. A yekemîn hêzên Kurdistanî ne û ji bo dewletbûnê têdikoşin, ya duyemîn jî hêzên entegrasyonparêz in ku ew jî li dijî dewletbûna Kurdistanê ne. Her ku diçe xeta di navbera her du aliyan de zelaltir dibe û ev jî erênî ye. Ev her du alî wekî ku ji aliyê hişmendî veqetiyane divê ji aliyê pratîkî ve jî ji hev veqetin.Em wek rêxistineke Kurdistanî tu ferqî naxin navbera hêzên Kurdistanî. Em tev yek in, xwişk û birayên hevudû ne û ji bo heman armancê têdikoşin. Di vî warî de em her amade ne erka xwe ya biratiyê bi cih bînin û çi xizmetek bikeve ser milên me jî bi dilxweşî pêk bînin.Taybetiyeke Pêşmergeyên Roj heye. Wan him li himber terorîstên DAIŞê him jî li himber cahşên PKK xwe ispat kirin. Bi wêregiya xwe, bi fedakariya xwe, bi dilsoziya xwe derketin pêş.Divê êdî vegerin başûrê rojavayê Kurdistanê û axa xwe him li himber rejima dagirker him jî li himber çeteyên rejime biparêzin. Rojnama Kurdistan:Çi Peyama we bo wan û sîwana wan ya Siyasî (ENKS’ê) heye?Serhat Mêrdînî: Bes peyameke me bo birayên me heye; bila bi çîrokên “birakujiyê” tevnegerin. Me bi çavên serê xwe dît û wan jî di daxuyaniya xwe de anîn ziman ku xisara ku cahşan da Kurdistanê rejimê nedaye. Loma laş çi qas Kurd be jî cahş ji dagirkeran xetertirin û nabe ku Kurdek serxwebûnxwaz bi çavê biratiyê li wan binêre.Ji xwe em bi çavê biratiyê li wan binêrin jî ew bi çavê dijminantiyê li me dewletxwazan dinêrin û li gor wî tevdigerin. Loma divê birayên me yên Pêşmergeyên Roj (Tu şik û gumana me ji wan tuneye. Wan di 3yê adarê de nîşanê cihanê tev de dan û her bijîn.) û birayên me yên ENKSê ji hêstiyariyê dûr û bi mantiqî tevbigerin. Serxwebûnxwaz/dewletxwaz birayên hev in, ên dewletnexwaz dijminên me ne. 

Back to top button