Hevpeyvîn

Em wisa difikirin û lewma dibêjin “Erê”

 Patiya Doza Azad (Hûdapar) di refaranduma ji bo guhertina beşek ya destûra bingehîn de helwesta xwe diyar kirîbû. Patiya Doza Azad (Hudapar) dabû xûyakirin ku dê 16ê Nîsana 2017ê di referandumê de bijin Erê.Serokê Patiya Doza Azad (Hûdapar)ê Zekeriya Yapicioglu di derbarê siyaseta partiya xwe bi gelemperî û herweha sedema ku di referandumê de dibêji Erê û di gelek pirsên din de ji Ji Heftenameya Basê Cesim Îlhan re axivî. Heftenameya Bas : HÜDA PAR partîyeke çawa ye? Xwe çawa pênase dike?Zekeriya Yapicioglu : BismillahirrahmanirrahimBernameya Partîya Dawa Hur wisa dest pê dike: Xwedayê Mezin, dinya û her tiştê nav wê de bo xizmeta mirovan afirandîye û kirîye xizmeta wan.Xwedê ev ferman daye pêxemberên xwe: Hûnê bi edalet hukimdarîya hemû mirovatîyê bikin, hûnê liser rûzemînê edaletê bikin serdest. Yanê, Xwedê peywir daye pêxemberan ku zilm, zordarî û zextên liser mirovan hatine ferzkirin ji holê rakin. Înşale armanca partîya me jî ev e. Jixwe me ev di destpêka bernameya xwe de wek yekem armanca xwe nivîsandîye û wek yekem made jî me sazkirina edaletê dîyar kirîye. Em hewl didin bo sazkirina edaletê çi ji destê me tê bikin.HÜDA PAR partîyek îslamî ye. Em dikarin bêjin ji sedî 90ê damezrênerên HÜDA PARê kurd in; xala destpêkê ya tevgerê Kurdistan e. Lê armanca me, hedefa me ne ew e ku em tênê bo kurdan bixebitin. Ango peyama me ne tenê bo kurdan e. Em dixwazin xizmeta hemû mirovatîyê bikin.Navê HÜDAR PAR û Hizbulahê bi hev re derbas dibe. Sedema vê tawanbarîyê çi ye?Di nav HÜDA PARê de kesên ku berê di nav refên Hizbullahê de bûn hene. Ez qala Hizbulaha Kurdistanê ya li Tirkîyeyê dikim, ne Hizbulaha Îranê ango ya Libnanê. Gelek cudatî hene navbera Hizbulaha Libnan û ya Kurdistanê de. Hizbulaha Libnanê şiî ye, Hizbulaha Kurdistanê sunî ye û piranîya wan ji mezheba şafî ne. Dema hin kes ji min dipirsin “Hûn dewama Hizbulahê ne?”, ez vê bersivê didim wan: Ma Hizbulah xilas bûye ku em dewama wan bin. Ya din, Hizbulah tevgereke cuda ye, cemaetek e. Em partîyeke sîyasî ne û vê dibêjin: Him li Tirkîyeyê him li Kurdistanê yekem partî em in ku derketîye ser dika sîyasetê û dibêje “Em partîyeke îslamî ne.” Lewma çiqas cemaet, komele û sazîyên îslamî hene, em dixwazin raya hemîyan bigrin û di nav sîyasetê de ew daxwazên wan î ligor bernameya partîya me çi be, wan bînin cî.Îro li Rojhilata Navîn şerekî giran heye, tê gotin ev şerê mezheban e. Tu jî wisa difikirî?Em di vê bawerîyê de ne, rojavayê cîhanê yanê Amerîka û Ewropa dixwaze li her deverê cîhanê şer derkeve da ku ew çekên xwe bifroşin. Dixwazin vî şerê nav misilmanan de wek şerên mezheban nîşan raber bikin û bi vî awayî mislimanên sunî û şiî bera hev bidin. Bi rastî jî pir cext dikin ev şer bibe şerekî mezhebî. Dixwazin ji Pakistanê heta Mexrîbê misliman bi hev kevin û têkevin nav şerekî giran. Lê wek me di destpêkê de jî got, ev şerekî sîyasî ye, ne mezhebî ye û çareserîya wê dê sîyasî be.Navbera Dewleta Iraq û Herêma Kurdistanê de alozî hene. Hûn vê çawa dinirxînin?Em dibêjin gelên li Iraqê dijîn ji herkesî baştir bi rewşa xwe dizanin. Ew ê bizanibin biryar bidin ka bo wan çi baş e û biryara derbarê dahatuya xwe de bidin. Ger, temama gelê Iraqê yanê ereb, tirk, kurd û yên din dibêjin “Em naxwazin bi hev re bijîn, bila herkes di rêya xwe de here”, ewçax lazim e gelên din ango welatên cîran û yên din rêz bigirin bo biryara wan û piştgirîya wan bikin. Ji gava ku Brêz Barzanî fikra xwe eşkere kirîye û nîyeta xwe kişif kirîye, me gotîye ger gelê kurd bi vî awayî biryar bide em ê piştevanîya wan bikin. Ger gelê Kurdistanê bi îradeya xwe dibêjin “Ji niha şûn ve em Kurdistaneke serbixwe dixwazin” divê herkes vê îradeyê qebûl bike û rêz jê re bigre. Em vê, wek cîran ji Tirkîyeyê re jî dibêjin. Ger hûn dibêjin “Kurd birayên me ne” ewçax lazim e hûn piştgirîya wan bikin. Me ev bang li hikumeta Tirkîyeyê jî kirine/dikin. Ji mêj ve ye kurd her tim li alîyê biratî û aştîyê sekinîne. Lê digel vê her dem zilm li wan hatîye kirin. Ger îro Dewleta Federal a Iraqê ji dahata petrolê para kurdan nede, ew ê çawa bi hev re bimeşin? Ger gel vê dibêje “Ji dêvla ku em ê her roj bi hev kevin, em ê bibin du cîranên lihev, ji dêvla ku em têkevin qiriqa hev, em ê ji hev veqetin û nav aramîyê de bijîn” divê em rêz bigrin ji vê re.We gotibû di giştpirsîya 16ê Nîsanê de em ê bêjin “Erê”. Ev biryara partîyê ye ango meyla kurdan ev e?Helbet em nikarin bêjin gelê me hemû dibêjin “Erê” ango “Na.” Belkî nîvî ji wan dibêjin “Erê” nîvî jî dibêjin “Na.” Yanê dikare bi ser herdu alîyan ve jî biçe. Ihtimal heye dikare “Na” jî derkeve. Di encama îstişareyê em mutabiq man ku bêjin “Erê” û bang li aligirên xwe, girseya xwe kir ku bêjin “Erê.” Helbet yên dibêjin “Na” jî li gor xwe sedemên wan maqûl hene. Lê em nabêjin yên dibêjin “Na” hemû li alîyekî ne. Kes nikare bêje Partîya Saadet û HDP fikra wan yek e ku dibêjin “Na.” Bi heman awayî kes nikare bêje HÜDA PAR û MHP jî  liser heman fikrê ne ku dibêjin “Erê.”Bi rastî ligor nêrîna me, destûra ku cuntaya derba 12ê Îlonê çêkirîye lazim e bê guherandin. Yên dibêjin “Na” tê wê wateyê ku dewama destûra cuntayê dixwazin. Ev destûr heta îro 18 caran hatîye guherandin û ger gel bêje “Erê” wê cara 19em bê guherandin. Yanê ev guherîn jî wê têr neke. Lê ev guherîna qismî ji neguherîna destûra 12ê Îlonê çêtir e. Em wisa difikirin û lewma dibêjin “Erê.”Li gor nêrîna we, ji encama vê giştpirsîyê gelo wê hêvîya çareserîyê jî derkeve?İhtimal heye derîyek vebe. Bo çi? Ger sîstem bixwaze kêşeya kurd çareser bike jî sîstema wesayetê nahêle. Ger ev guherîn çêbibe û dengê sîstema wesayetê bê birrîn û bê kêmkirin, ihtimala çareserkirina kêşeya kurd wê xurttir bibe. Em nabêjin tenê bi saya vê guherînê kêşeya kurd wê bê çareserkirin. Wek mînak hin kes dibêjin, di vê guherînê de bo kurdan çi heye? Tiştek tuneye. Lê divê ji van kesan bê pirsîn, ger “Na” derkeve kurd wê sudê jê bigrin? Ger bêjin “Erê” ihtimaleke bi vî awayî heye, lê em bêjin “Na” wê ihtimaleke çawa derkeve? Em vê dibêjin: ger sîstema wesayetê bi paş ve bê xistin, ev ihtimal wê xurt bibe û di vê rewşê de ger sîyaset bixwaze vê bikaribe hêsantir vê kêşeyê çareser bike. Ev sedemeke têra xwe maqûl e ku kurd bêjin “Erê.”Ger pêvajoya çareserîyê dest pê bike, wê daxwazên we çi bin?Dive ev liser bê axaftin. Yanê di tûrikê kê de çi hebe deynê holê û bi awayekî zelal bipeyive. Çareserî şert e. Ger Tirkîye vê kêşeyê çareser neke wê qet nikaribe rihet tevbigere. Hukimetê jî ev baş fam kirîye. Lê çare çi ye, di vir de herkes fikrek xwe heye. Hêj di destpêka rê de divîyabû herkes gotina xwe bêje. Ya duyem, lazim e hûn kêşeya kurd, daxwazên rewa yên kurdan, mafên wan nekin rehînê çeka PKKê. Xaleke din jî, divê hûn liser mafên gelê kurd bazarê nekin. Ma hûn bazara çi dikin? Madem mafê rewa ye, hûnê vî mafî bidin.Ger nîyeta we çareserkirina vê kêşeyê hebe, lazim e hûn çendîn listeyan çêbikin û dîyar bikin; piştî we daxwazên kurdan dîyar kir, hûnê vê bêjin:1-Ev û ev mafên rewa yên kurda ne û heta îro dest hatîye danîn ser wan, em van li wan vedigerînin.2-Ev û ev jî mafên wan in, lê jibo em daxwazên wan bi cî bînin, dem lazim e. Înşale em ê amadekarîya pêwîst bikin bo van û êm ê çareser bikin.3-Ev û ev daxwaz wek maf nikare bên xwestin, em ê van nedin.Belê, van eşkere bikin, em bibînin ka hûn çi difikirin. Werin em bi hev re liser van nîqaş bikin. Ez bawer dikim wê di demeke nêz de, mafên rewa yên kurdan belkî ji sedî 70-80ê wan bên bicîkirin.Heta îro dikarin bêjin “Me xwest em çareser bikin hakim û polîsên FETOyê ji me re dibûn asteng ango sîstema wesayetê ya leşkerî dibû asteng.” Lê ger ji giştpirsîyê “Erê” derkeve, ew hencet wê ji destê hukimetê derkeve. Ewçax êdî em dikarin vê bêjin, “Pêşîya te hat paqij kirin, rêya te vebû. Ka îradeya te çi ye, çiqas e em bibînin. Tu yê vê meseleye çareser bikî an na?” Vê carê em ê hêsantir bikaribin hesab bipirsin. Ger bi hukimetê re ev îrade hebe, bawer dikim wê çareserî hêsantir be, lê ger wê mafên gelê kurd ji çekên PKKyê re rehîn bihêle û bi wan ve girê bide, ewçax ez dibêjim em ê bikaribin vê bêjin: “Di destê min de çek tuneye, lê ez mafê perwerdeyê yê bi zimanê dayikê dixwazim. Li hemberî vê daxwaza min tu çima dibêjî heta PKK dest ji çekê bernede ez mafê te nadim? Di destê min de çek tuneye ku vê liser min ferz bikî.” Barzanî bo pêvajoya aştîyê wek gava nîyeta çê daxwaz kir Demirtaş û hevalên wî serbest bên berdan. Tu bo vê çi dibêjî?Ji destpêka Komarê vir ve li Tirkîyeyê ti carî dadgeh nebûne bêalî. Dadgehan ti car ew peywira xwe ku mirovên bêhêz li hemberî yê xwedîhêz biparêze, neanîye cî. Ey le dadgeh çi karî dikin? Dadgeh devletê ji gel diparêzin. Ma sedema hebûna hiqûqê ev e?Bi rastî em nizanin di dosyeya Selahattin Demirtaş û yên wek wî de çi heye çi tuneye. Ez parêzer im lê min dosyeya wan nedîtîye. Yanê ez vê jî nizanim ka bo girtina wan sedemên pêwîst hene an tunene. Ger dixwazin ev kêşe çareser bibe û aştîyê bi cî bikin, her kes divê li gor vê tevbigere.Em werin ser daxwaza Mesûd Barzanî, ji vê ruwangeyê ve daxwaza wî maqûl xuya dike lê di dosyeya Demirtaş de çi heye, em nizanin. Lê em vê dizanin ku li Tirkîyeyê dadgehan gelek caran biryarên sîyasî dane, wê îro jî bidin, wê sibê jî bidin. Yanê ti garantîya vê tuneye. Belkî îdiayên derbarê wan de rast be jî.  

Back to top button