Nûçeyên Kurdistanî

Encama hilbijartina li Kurdistanê

Encama hilbijartina li Kurdistanê

 

Li gorî amarên dawîn ên derbarê hilbijartinên Parlamentoya Iraqê de, li du parêzgehên Herêma Kurdistanê PDK û li parêzgehekî jî YNK li pêş e.

Duh (12-05-2018) li seranserê parêzgehên Iraq û Başûrê Kurdistanê ji bo hilbijartinên Parlamentoya Iraqê hilbijartin hate kirin.

Li gorî encamên heta niha Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) li Hewlêr û Duhokê û Yekîtiya Nîştîmanî ya Kurdistanê (YNK) jî li Silêmaniyê di rêza yekemîn de ye.

Li gorî vê yekê li Hewlêrê:

PDKê 382 hezar û 831 deng

YNKê 19 hezar û 785 deng

Nifşê Nû 12 hezar û 242 deng

Hevpeymanî 11 hezar û 501 deng

Yekgirtû 3 hezar û 410

Goran 7 hezar û 147

Komel jî 5 hezar û 696 deng bidest xistine.

Li parêzgeha Duhokê:

PDKê 266 hezar û 42 deng

Yekgirtû 48 hezar û 218 deng

Hevpeymanî 38 hezar û 825

YNKê 23 hezar û 139 deng

Nifşê Nû 5 hezar û 538 deng

Komel 2 hezar û 154 deng

Goran hezar û 262 deng anîne.

Herwiha li parêzgeha Silêmaniyê jî:

YNKê 70 hezar û 284 deng

Goran 42 hezar û 154 deng

Nifşê Nû 22 hezar û 285 deng

Komel 11 hezar û 857 deng

PDKê 8 hezar û 396 deng

Yekgirtû 6 hezar û 887 deng

Hevpeymanî jî 6 hezar û 726 deng bidest xistine.

Hêjayê gotinê ye, ku piştî bidawîbûna proseya dengdanê ya ji bo hilbijartinên Parlamentoya Iraqê û eşkerebûna encamên yekemîn, Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK), Tevgera Goran, Hevpeymanî bo Demokrasî û Dadperwerî, Yekgirtû, Komela Îslamî û Nifşên Nû ragihandin, ku ew encamên hilbijartinan ên li Silêmanî û Helebceyê bi guman in.

 

Nerîna min :