Polîtîk

Encama referandumê destkeftiyek gelek mezine, nebe em devjê berdin

Komîteya Hevkariya Hêzên Sîyasî yên Kurd û Kurdistanî li Swêdê, di derbarê rewûa Kurdistana Başûr de bangewaziyek li Hukumeta Kurdistanê û aliyên siyasî kir.BANGEWAZÎ


Komîteya Hevkariya Hêzên Sîyasî yên Kurd û Kurdistanî li Swêdê li ser rewşa KurdistanaBaşûr ya ku piştî referanduma 25ê Cotmehê encam daye, dixwaze bi vê bangewazîyê hindekdîtin, daxwaz û tîkayên xwe ragihîne Hikûmeta Herêma Kurdistanê û hemû alîyên siyasî ûcivakî; partî, rêxistin, kom û kesên niştîmanperwer.Berî her tiştî em careke din silavê li biryar û encamên gelpirsîya serxwebûnê ya 25ê Îlonêdikin. Ji ber ku gelê Kurdistanê di vê gelpirsîyê de, bi dengê 93% îradeyeke xurt û dîrokînîşanda. Ev destkeftîyeke gelek mezin e, divê hîç wextekê dest jê neyê berdan.Careke dî ji bo me dîyarbû ku herçar dewletên dagirker; Tirkiye, Îran, Iraq û Surîye herwextekê dikarin dijminatîyên xwe yên dîrokî, nakokîyên xwe yên siyasî, herêmî, aborî ûmezhebî, daynin alîyekê û êrişî Kurdistanê û destkeftîyên wê bikin.Wan ji bo ku îradeya serxwebûnxwaz a gelê me yê Başûr ku bi referanduma 25ê Îlonê beyankiribû bişikînin, bi planeke hevbeş êrîşî Kurdistanê kirin. Di encamê de Kerkûk, Xurmatu,Xaniqîn, Şengal û gelek deverên din ku sedî 80-90 li gel Kurdistanê deng dabûn ji nuh vedagir kirin.Ev bûyer li herêma ku di bin kontrola dewletên hevpeyman de û li ber çavên hêzên wan ênleşkerî yê herêmê rû da. Dîyar e ku milletê me careke dî tûşî bêbextî û nedurustîya welatênRojavayê bûn.Bêguman beriya ku em gazinan ji dewletên hevpeyman bikin, em ne yekrêzî, bêtifaqî û pirr-serîtîya siyasî, îdarî, aborî û leşkerî ya xwe çareser bikin. Divê Hikûmeta Kurdistanê li serkes û grubên ku li gel îradeya gelê xwe yê Kurdistanê ya % 93 tevnegeriyan û dijberî wêhelwest girtin û li ber dagirkirina welat derî vekirin, lêkolîn bike û wan derxîne ber dadgehê.Nuha Kurdîstana Başûr bi rewşek nû re rû bi rû ye. Nirxandina vê rewşa nû, ku li Kurdîstanêrûdaye, bi hemû alîyên xwe ve, bi şêweyekî ciddî, wazîfeyeke dîrokî ye ji bo her kurdekîniştimanperwer û xwedî vîcdan. Em şok û travma têkçûyinê ji ser xwe bavêjin, ji bodestkeftiyên heyî biparêzin hewil bidin.Ji bo avakirina civateke azad û aram li Kurdistanê, pûçkirina xwestinên dagirkerênKurdistanê; em wek Hevkarîya Hêzên Sîyasî yên Kurdistanî li Swêdê, van daxwazên jêrîn jiparlamento, şaredarî û encûmenên serkirdayetiyên herêmî, hêzên siyasî, dezgehên civakî,medya Kurdistanî, hêzên asayîş û parastinê, berpirsên gel û ayînên Kurdistanê, dikin:Hikûmeta Herêma Kurdistanê tu carî referandumê tune nehesibîne. Hikûmeta HerêmaKurdistan divê destkeftîyên gelê Kurdistanê yên di Destûra Federal a Iraqê de hatine tarîfkirin biparêze. Divê bi Bexdayê û bi Amerîka û dewletên cîhanê yên din re, bi dewletênherême re peywendîyên xwe ji nû ve dîzayn bike.- Aborîya Kurdistanê ji bin tesîra hizbatîye derkeve, têkeve bin kontrola Hikûmeta HerêmaKurdistanê..- Asayîş û parastin (pêshmerge) bibe yek û girêdayî Hikûmeta Herêma Kurdîstanê be. Negiridayê hizb û partîyên sîyasî be.- Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo çareserîya pirsgirêkên gelê me yên aborî, civakî û îdarîtesbît bike plan û bernameyeke acîl bide ber xwe. Ji bo pêwîstîyên bingehîn yên aborî;pêşdebirina çandinîya nûjen, hilberîna îndîstruyê bête teşwîqkirin-Di vê dema ku Kurdistan birîndar bûye de, divê plan û stratejîyeke nû ya civakî û îdarî hebe.Parlamentoya Kurdistanê, bi piştgirîya hemû partîyên sîyasî û pêkhateyên Kurdistanê dive biyekrêzî û yekdengî nexşerêyeke nû û hevbeş a niştimanî bide ber xwe.- Divê di bin çavdêrîya Neteweyên Yekbûyî (UN) de, wêrankirin û valakirina gund û bajarêndagirkirî bête rawestin û xelkê koçberbûyî vegerin malên xwe.-Divê rexne, pêşniyarî û gazincên hemû partiyên Kurdistanê xwedî qîmet bên pejirandin.Hemû aliyên siyasî xwe xwedîyê malê bibînin, ji bo demekê dest ji zimanê muxelefetkarberdin. Divê hemû partiyên Kurdistanê alîgir û piştgirên Hikûmeta Herêma Kurdistanê bin.Divê hemî pêkve li îradeya gelê xwe ya ji bo serxwebûnê xwedî derkevin.Gelê Kurdistanê di dîroka xwe de tûşî gelek jenosîd, qetlîam, şikestin, şerê navxweyî bûye.Em umîdwar in ku Başûrê welatê me wek gelek carên berê van rojên teng û dîjwar li dû xwebihêle. Rûpeleke taze li dîroka me veke, dahutiyeke bi hêvî û zexm ava bike.Kurdistan bi hevkarî û yekbûna siyaseta kurdan dikare bê rizgar kirin.Komîteya Hevkariya Hêzên Sîyasî yên Kurd û Kurdistanî li SwêdêStockholm 2017-12-11

Back to top button