Civak

Encumena Bilind a Referandumê çi ji hemwelatiyan dixwaz e

Encumena Bilind a Referanduma Kurdistanê, ji bo selametiya rêveçûna referanduma serxwebûnê daxûyaniyek ji bo hemwelatiya ragihand û di daxûyaniyê de 7 xel dane xûyakirin.Encumen ji di dema propaganda referanduma serxwebûnê de daxqwaz ji xelkê Kurdistanê dike ku, ji bilî Ala Kurdistanê tu alên welatek din yan jî flamayên din neyên bi karanîn.Di daxûyaniyê de dibêje:


1: Ji bilî Ala Kudistanê hewlbidin ku ala tu welatek din yan jî ala û sembolên aliyên siyasê neyên bi karanên.2: Bi karanîna nav û weneyên sembol û serkidêyan weke propagande dû kevtin pêwiste.3: Dûrketina ji bêrêzîkirin an êrişkirina li ser serkirde û ala û sembola her aliyekê an jî welatekê.4: Parastina aramiya bajar û bajarokan û parastina milkên giştî.5: Parastina aramiya hevwelatiyan.6: Hevkarî û hemahengiya li gel dezgehên ewlehiyê û polîs û fermangehên hikûmetê. 7: Em tekez dikin li ser azadiya derbirîna nêrînan û rêdan bi encamdana çalakî û kampîn û propagandaya referandumê bi awayekê azad û bi şêweyekî şaristanî û aştiyane, û li gorî yasa û rênimayiyên karpêkiriyên Herêma Kurdistanê û rênimayiyên Komîsyona Bilinda Serbixwe ya Hilbijartinan û Referandumê.

Back to top button