CîhanPolîtîk

ENKS: Divê hêzên Roj vegerin Kurdistana Rojava

Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûryê (ENKS), daxwaz ji Wezareta Derve ya Amerîka kir ku rola wê di rêvebirina rojhilatê Firatê de hebe û Pêşmergên Roj jî bo Rojavayê Kurdistanê vegerin.Di daxuyanyekê de (ENKS) ragihand, ku şandeke Encûmenê bi serokatiyai Kamîran Haco, li Washingtona paytexta Amerîka li avahiya wezareta derve , li gel serokê Desteya Rojhilata Navîn Esin Koldrish û serokê Tîma Sûrî di wezareta derve ya Amerîka de Kliford Haynzer civiyan.Li gorî daxuyaniya ENKS, herdu aliyan tekezî li ser rawestandina şerê Efrînê û pêbendiya bi çareya siyasî li Sûryê kirin.Derbarê avakirina rêveberiyekê li rojhilatî Firatê, aliyê Amerîkî diyar kir, ku ew dixwaze nerîn û helwesta ENKSê li ser wê pirsê nas bike û got: “Em dixwazin nûneratiya hemû aliyan li rojhilatê Firatê hebe.”Ji aliyê xwe ve, şanda ENKS tekezî li ser taybetmendiya netewî ya Kurdî li Rojavayê Kurdistanê kir û di heman demê de jî, tekezî li ser pêwîstiya vegera Hêzên Pêşmergên Roj ji bo Rojavayê Kurdistanê kir ji bo rojhilatê Feratê ji bo ku hevsengiyeke hêzê li wir çêbibe.ENKSê ji Amerîka re got: “Vegerandina jiyana siyasî û aramiyê û vegera Pêşmergên Roj û Kurdên ku penaber bûne, garentiya serketina pêkanîna îdareya navçeya rojhilatê Feratê ye.”  

Back to top button