Polîtîk

ENKS serhildana 12 Adarê bi bîranî

Li himber hemû zordarî û astengên çekdarên PYDê ENKSê li Kurdistana Rojava bi minasebeta bîranîna 12 adarê çalakiyên xwe li dar xist.Di salvegera serhildana Rojavayê Kurdistanê de ya 12 Adarê, berpirs û endamên Şaxa Encumena Niştimaniya Kurdî li Sûriyê (ENKS) li Girkê Legê serdana gora şehîdan kirin.Malbatên şehîdên pêşmergeyên rojavayê Kurdistanê pêşwaziya endam û serkirdeyên ENKSê kirin û di merasîmê de, destgul li ser gora şehîdan hatin danîn.Di serdana mezarên şehîdên 12ê Adara 2004an û herwiha şehîdên Pêşmergeyên Rojava de, girseya amadebûyî çend xûlekan ji bo rêzgirtina canê paqijê şehîdên rêya rizgariya Kurdistanê bêdeng sekinîn.Di wê merasîmê de, Serokê Şaxa Xwecihî ya ENKSê li Girkê Legê Salih Simo, serhildana 12ê Adara 2004ê weke rojeke dîrokî di tarîxa gelê Kurd ê li Rojavayê Kurdistanê de bi nav kir û tekez kir ku ew serhildan ti carî nayê jibîrkirin.Salih Simo got: “îsal gel ji bo bîranîna serhildanê gelek bi wan re alîkar bûne.”Herwiha malbatên şehîdan jî tekezî li ser berdewambûn li ser rêbaza şehîdbûnê kirin û dan xuyakirin, ku ew yek tekane rêya rizgarbûna ji zordarî û bindestiyê û gihîştina bi azadiyê ye.
Back to top button