Cîhan

ENKSê serdana Koçka Spî dike

Şanda Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) îro li Washingtonê serdana Koçka Spî dike.Serokê ENKSê Îbrahîm Biro ji K24ê re got, îro şanda wan dê serdana koçka bikin û ligel Nivîsgeha Asayişa Netewî ya Amerîkayê bicivin .Li ser vexwandineke fermî ya Wezarta Derve ya Amerîka, ji destpêka vê mehê ve şandeke ENKSê bi Serokatiya Serokê wê Îbrahîm Biro li Washingtonê.Di vê demê de jî şanda ENKSê ligel berpirsên Wezareta Derve ya Amrîkayê, Nûnerê Serokê Amrîkayê di Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê de Brett McGurk û hin sînatorên Amerîkî civiya bûn.Vegera hêzên Pêşmerge bo Rojavayê Kurdistanê û proseya federalîzmê li Sûriyê jî, mijarên sereke yên civînan e.

Back to top button