CîhanKultur

Erdogan behsa axa Împaratoriya Oamaniya dike

Rojnama Amerikî Wall Street Journal , di derbarê Tirkiye de makaleyek nivîsî û balê dikşîne li ser du babetên balkêş. Yek jê ewe ku êrîşa Tirkiye li ser Efrînê ye. Rojname dibêje: Tirkiye hêza xwe ya nerm di nava welatên Erebî de winda dike û bi êrîşkirina Efrinê dixwaze hêza xwe bide xûyakirin.Duyem jî ewe ku, li welatên Ereban hêdî rêzefilmên Trika têne qedexekirin. Li Emiratên Erebî MBC hemû rêzefilmên Tirka ji weşanê rakirin.Nivîs ji Urdinê ji aliyê Yaroslav Trofimov ve hatiye nivîsandin. Nivîskar dide xûyakirin ku du babetên ji hev dûr hene û ev yek ji desthilatdariya Erdogan ya 15 salî ku ber bi guhertinekî ve diçe ne qûtkiriye.Niviskarê Wall Street Journal dibêje:“ Tirkiye demekî  gotinên “Îslam, demokrasi û refah“ gihand hev. Ev helwesta Tirkiye li Rojhilata Navîn bû sedemê sempatiyekî. Lê niha Tirkiye li gel cîranên xwe şer dike û bi hevalbendên xwe re ne li heve. Dema berê Erdogan  behsa mirasê Osmaniya dikir behsa dîrok û çanda hevbeş dikira, lê niha ew yek çûye dewsa wê behsa axa ku Împaratoriya Osmaniyan winda kirî dike. Ev helwesta Tirkiye ya niha di dîrokî welatên ku dijê Osmaniyan bûn, wek Sudiyê, Urdinê Emiratên Erebî gelekî aciz dike. Rejima Suriye û kurdên Suriye jî êrîşa Efrinê wek hewesa dagirkeriya Osmaniyan dinirxînin.“

Back to top button