Nûçeyên Kurdistanî

Erdogan ber bi kûve diçe?

Erdogan ber bi kûve diçe?

Serokkomarê Tirkiye Tayib Erdogan îro li bajarê Mersinê di xwepêşandanekî de axavtinek kir û behsa rewşa Efrinê kir:

Erdogan di derbarê Efrinê de got:  Heta niha me 900 km ji “teroristan“ pakij kiriye. Heta em di Efrinê hemûyê de kontrola xwe bi temamî pêkbînin dê operasyon berdewam be.

Ji aliyek din vê Erdogan da xûyakirin ku heta vê gavê, 3213 çekdarên YPGê ji nav birine. Wek din Erdogan dibêje ku, piştî Efrinê deverên din ji aliyê me ve bêne pakijkirin.

Di axavtina xwe de Erdogan behsa Qamislo jî kir û dê ewê vê deverê jî ji “teroristan“ pakij bikin.

Erdogan di axive, hestiyê ziman tuneye, çi tê ber devê wî dibêje. Herweha ev cara yekem e ku Erdogan îşareta ku MHP daim bi kar tîne karani. Li Tirkiye ev îşaret ji berê pê de ya faşîstane û her demî MHP û faşîstên nijadperest ev îşaret bi karanine. Li Mersinê Erdogan jî Îşareta hanê bi karanî û ev tê wê wateyê ku, Erdogan ber bi MHPê ve dibeze.

Ev îşareta Gurîyê sipiye

Damezer û serokê Faşîst û nijadperestên Tirk, Alpaslan Turkeş wata vê çşaretê bi vê awayê bi nav dike: Ev tiliya kilîçkê Tirke, ya îşaretê jî Îslame, ev walehiya di nava weneyê guriyê Sipî de dimine cîhane.Cihê ku hersê tiliyên din digihin hev jî muhre. Yani emê muhra Tirkên îslam li dinyayê bidin.

Hinek vê helwesta Erdogan wek tektîk dinirxînin, lê di rastiya xwe  Erdogan ji bo hilbijartinan de serbikeve her tiştekî dike.  Erdogan di nava tirsekî deye ku terîfa wê tuneye.

 

Nerîna min :