CivakPolîtîk

Erdogan bi rêya Ocalan zext li min kir

Selahattin Demirtaş di dadgehê de li xwe mikur hat û behsa hinek bûyerên kevin kir. Demirtaş di dadgehê de da xûyakirin ku, hukumet bi rêya Abdullah Ocalan zext li wî û HDPê kiriye.Demirtaş got : Di dema referanduma destûra bingehîn ya Tirkiye de, sala 2010ê me biryar dabû ku em referandumê boykot bikin. Wezîrekî ji hukumetê nameyek bi destnivîsa Ocalan ji min re anî. Di nameyê de Ocalan dixwest em di referandumê de dengên erê bidin.Ji aliyek din ve Demirtaş da xûyakirin ku dema bûyî kandîdatê serokkomariya Tirkiye  di sala 2014ê de, Erdogan cardin bi rêya Ocalan zext lê kiriye daku xwe ji kandidatiya serokkomariya vekişîne.Bê guman ev gotinên Demirtaş çikas raste nayê zanin. Ji berî her tiştekî gelo ew hêza Demirtaş heye ku ji daxwaziya Ocalan red bike ? Yan jî HDP dikare biryarekî li dijê daxwaza Ocalan bigre û bêxe pratikê de? Eger Demirtaş rasbe nabê vê yekê li himber dadgehek li Enqere bêje û bi vî awayî xwe biparêze. Bila di dema xwe de sala 2010ê , sala 2014ê ev bûyer li gel Raya Giştî parve bikira.Tê zanin ku nakoki di navbera HDPê/PKKê de hene ,lê li xwe mikur hatina vî awayi ne duristiye. Eger raste, kerembike rastiya PKK/HDPê û bûyerên tarî bi awayek zelal ji gelê kurd re kêmasi ewên ku deng dayin we re eşkere bike. 

Back to top button