Cîhan

Erdogan dixwaze Başûrê Kurdistanê dagir bike

Erdogan serokkomarê Tirkiye di derbarê Kurdistana Başûr û desthilatdariya Kurdistanê de dijitiyek nezanin dike. Erdogan di axavtinek ya xwe de got: Me bi sala li gel desthilata Bakurê Iraqê karên baş kir.Darayi de ketin tengasiyê û gotin em nikarin mûçeyên karmendên xwe bidin me kredî ji wanre vekir arîkariya wan kir. Îro Tirkiye ji bo çi deriyên xwe digre? divê ew bi xwe bersiva vê yekê bidin. Ne em bûn sedem ev pirsgirêk mezin bû.Radibe dibêje Kerkûk ya min e.Tu bi çi mafekî dibêjî Kerkûk ya min e? Çi karê te li Kerkûkê heye?Em nabêjin  emê werin, lê şewekîde bêdeng  em ketin Idlibê emê şevekî bê deng werin. Emê pêdiviyên hukumeta nawendî rêkin û bila ew arikariya xelkê Bakurê Iraqê bikin.Erdogan vekirî dibêje ku emê werin Kurdistana Başûr dagir bikin û li gel hukumeta Bexdayê tevbigerin. Herweha gotinên Erdogan di derbarê Kerkûkê de ne gotinên kesayetek akile, dixweyê vî camêrî serê xwe xwariye û Tirkiye berbi karasetek mezin ve dibe.Erdogan nizane Barzani di derbarê kerkûkê de çi dibêje yan jî gotiye. Lê bila ew nezanina xweve bimîne û gotinên pûç bêje.

Back to top button