Polîtîk

Erdogan li gel HDPê rêdikeve

Seroka IYI parti Meral Akşener li gel rojnemevana civînek berfireh kir û bersiva pirsên rojnemevana li ser rojeva siyasî û hilbijartina da. Gelek pirs hatin kirin. Pirsek jî di derbarê hilbijartinên serokkomariyê di sala 2019ê de bû.Rojnemevaneki ji Akşener pirsî: Eger di hilbijartinên serokkomariyê de hun bimînin tur a duyem , hunê li gel HDPê tifaqekî bikin?Akşener di bersiva xwe de got: Niha em texmînî kiset dikin. Mesele ez difikirim ku dê birêz Erdogan li gel HDPê hevkariyekî bike. Em bêjin ku ez nemam tur a duyem û kandîdatê CHPê ma. Dê hingê Erdogan li gel HDPê li hevbike. Ez vê îdia dikim. AKP hilbijartina serokkomariyê li ser her tiştekire dibîne.Pêşeroja Tirkiye ya xwe ve girêdaye.Rojnemevanekî pirsî: Dê hilbijartinên pêşwext çêbibin?Akşener got: Eger pêşwext çêbibe , bawerim dê 15ê Tebaxê de çêbibe. 

Back to top button