Cîhan

Erîşa li ser Efrînê di medya Cîhanî de

Helwesta Tirkiye di derbarê Efrînê de di medya cîhanî de jî deng veda. Di vê derbarê de medya cîhanî çi dibêje:Independent: Nivîskarê rojnamê û pisporê Rojhilat Navîn Robert Fisk nivîsek nivîsîye û dibêje: Tirkiye rê nade ku dewletek biçûk bê avakirin. Nivîskar vê dîtina xwe di nivîsaxwe de dipejirîne.BBC:  daxûyaniya wezîrê derve yê Amerika Rex Tillerson ya ku dibêje “ Em hêzêkî ya parastina sinorî li Suriye ava nakin“ hewldanên Tirkiye ya ku leşkerêxwe li ser sinorê Efrinê bi hêz dike nesekinand.The Hill: Dide xûyakirin ku, Tirkiye inzar daye Amerika û gotiye: Eger hun arikariya YPGê de berdewambin emê êrîşê Efrinê bikin. Ev helwesta Tirkiye piştî ku Amerika da xûyakirin ku, dê arikariya HSD bikin hatiye holê.Le Figaro: Rojname dibêje planên Washington yên di derbarê Suriye de Tirkiye ne rihet dike. Rojname dibêje: Tirkiye li himber projeya Amerika ya avakirina hêzêk li ser sinorê Bakurê Surye helwestek tund da nîşandan. Vê yekê Washington mecbûr kir ku plana xwe berçavre derbas bike.El Cezire: Enqere YPGê wek rêxistinek terorist bi nav dike û hewl dide ku operasyonekî leşkerî li dijê wan pêkbîne

Back to top button