Nivîsar

Êrîşên li dijî serok Barzanî, xizmeta kolonyalista dike

Êrîşên Li Dijî Serok Barzanî û Tevgera Barzaniyan: Xizmetî Planên Dewletên Kolonyalîst Dikin… Îbrahîm GUÇLU([email protected])Beriya ku biryara referandûma serxwebûna Kurdistanê bê girtin, li dijî Serok Barzanî li Kurdistanê û li derveyî Kurdistanê êrişeke mezin ya dijminitî  hebû ku pêşî li Serok Barzanî bigrin ku ew nikaribe biryara referandûma serxwebûna Kurdistanê bigre û bi partiyên Kurdistanê re û bi taybetî jî bi YNKê re li hevûdu neke. Lê van êrişên dijminatî nikarî pêşiya Serok Barzanî bigre.Biryara referandûma  serxwebûna Kurdistanê hat girtin. Piştî biryara referandûmê, ev car ji bona ku Serok Barzanî paşve gav bavêje êrişeke dijminî dest pê kir. Ev êrişa jî bi serneket. Referandûma serxwebûna Kurdistanê hat li dar xistin. Encam gelek serkeftı bû û Kurdistaniyan bi %93 gdengan biryara deweleta avakirina Kurdistanê dan. Bi wateyeke din Kurdistaniyan Qanûna Dewletavakirinê çêkirin. Lewra Kurdistanî yasaçêkêrên esil in û organa bilind ya yasaçêker in.Dema ku referandûma serxwebûna Kurdistanê serkeftî bû, ew dijminitiya li dijî Serok Barzanî li Kurdistanê kêm bû. Dijminên wî û Tevgera Barzaniyan dengên xwe birîn. Lê dema ku Dewleta Iraqê di bin pêşengiya Îranê û bi piştgiriya Dewleta Tirk û Gruba Xiyanetkar ya di nav YNKê de Kerkûk û gelek herêmên din yên Kurdistanê hatin dagir kirin, dijminên Serok Barzanî û Tevgera Barzaniyan yên li Kurdistanê bi dewletên dagirker û kolonyalîst re heman helwesta dijminitî nîşan dan.Bi taybetî jî piştî ku Serok Barzanî ji Serokbûna Dewleta Federe ya Kurdistanê dest berda, êrişên dijminitı li hemberî Serok Barzanî û Tevgera Barzaniyan zêdê bûn.Ew êrişên li dijî Serok Barzanî û Tevgera Barzaniyan nû nînin. Ji berê de ew êrişan li dijî Serok Barzanî û Tevgera Barzaniyan hene. Ew êrişan hiç şik tune ye ku bêsedem jî nînin. Dewlet, hêz, parti, kesên êrişî Serok Barzanî û Tevgera Barzanî dikin bi zanatî û girêdayî armancên mezin êriş dikin. Gelo êrîşên li dijî Serok Barzanî û Tevgera Barzaniyan ji kîngê ve dom dike?Erişên li dijî Tevgera Barzaniyan û Serokên Barzanî nû nînin. Gelek kevn e. Erişeke dîrokî ye.Wek tê zanîn Tevgera Barzaniyan di sedsala 20an û 21an de ji bona serxwebûn û azadiya Kurdistanê rolekî sereke lêhîstin. Tevgera Barzaniyan him di dema Împaretoriya Osmanî de û him jî di dema dewletên neteweyî yên ku piştî Peymana Lozanê avabûn, ji bona serxwebûn û azadiya Kurdistanê de gelek serîhildan li darxistin. Dem dem li Kurdistanê herêmên otonom ava kirin. Her demê daxwaz kirin ku neteweya kurd û Kurdistanî li Kurdistanê desthilatdar, serwer, rêvebir bin.Tevgera Barzaniyan, ji tevgera Serhildana 1925an re li Bakûrê Kurdistanê bû alîkar. Bi Tevgera Serhildana Agriyê re bûye xwediyê danûstandin. Li Rojhilata Kurdistanê ji avabûna dewleta Kurdistanê ya Mehabadê re bûne alîkar. Li wir ketine bin xizmeta dewletê û Serokkomnarê Kurdistanê Qadi Mihemed. Di 11ê Adara 1970yî de zora dîktatoriya Baasê birin, Otonomiya Kurdistanê ava kirin. Di sala 1992 de bi YNKê ve biryar dan ku Dewleta Federal ya Iraqê ava bikin. Ev biryara yekalî bû. Di 2005an de jî, piştî ruxandina Dıktatoriya Baasê bûn bingeh ku li Iraqê Dewleta Federal bi referandûmê bê qebûl kirin.Di 25ê İlona 2017an de jî ji bona Dewleta Kurdistanê ava bibe pêşengî kirin.Tevgera Barzaniyan di sedsala 20an û 21an de serokên gelek karîzmatîk, qedirbilind, dîrokî, xwezayî, civakî, olî derxist holê. Şêx Ebdûlselam Barzanî, Şêx Ehmed Barzanî, Serokê Nemir Mele Mistefa Barzanî, Mesûd Barzanî, ev serokên li dinyayê tên nas kirin, di dîroka neteweya kurd û Kurdistanê de cî girtine û rola mezin lêhîstine.Gelek serîhildan li Kurdistanê serkûp û tasfiye bûne û serokên wan di qada  dîrokê de hatine tasfiye kirin, Tevgera Barzaniyan domdar bûye.Tevgera Barzniyan bûye sîgortaya neteweya kurd û KurdistaniyanDema Tevgera Barzaniyan û Serokên wê;  tevgerê desthilatdarî, serweriya neteweya kurd û Kurdistaniyan bixwazin; tevgereke domdar be; sîgortaya neteweya kurd û kurdistaniyan be;  dewleta Kurdistanê daxwaz bike; hîç şik tune ye ku dewletên kolonyalîst û hevalbendên wan yên dewletên empeyalîst ji vê yekê her dem eciz dibin.Loma jî her dem li dijî Tevgera Barzaniyan û serokên barzaniyan dê dijminitî bikin. Ji devre de dema ku ew dijminitî bikin dizanin ku bes nakin. Nikarin zora Tevgera Barzaniyan û serokên wan bibin. Loma ji bona xwe di nav kurdan û tevgera kurdan de jî hevalbendan dibînin.Di dîroka Kurdistanê de bûyera 1966an bûyereke wûsa ye. Îbrahîm Ehmed bi alîkariya Dewleta îraqê û Dîktatoriya Baasê hêzeke leşkerî çêkir ku navê wan Suwariyên Selaheddîn bûn, li dijî Tevgera Başûrê Kurdistanê û Serok Mele Mistefa Barzanî şer kir. Lê Tevgera Milî ya Başûrê Kurdistanê û Serok Mele Mistefa Barzanî zora wan bir. Dewlet mecbûr bû ku Otonomiya Kurdistanê qebûl bike.Di vê merheleyê de jî, piştî îşgala Kerkukê li dijî Tevgera Barzaniyan û Serok Barzanî êrişeke mezin heye.Divê hemû kurd armanca van êrişan baş bizanin Gelo armanca erîşên li dijî Serok Barzanî û Malbata Barzaniyan çi ne?: Armanca û planên êrişên dewletên kolonyalîst, emperyalîst, hevalbendên wan, dijminên dewleta Kurdistanê, tasfiyekirina Tevgera Barzanî û Serok Barzanî ye.Dema Tevgera Barzaniyan û Serok Barzanî bê tasfiye kirin, pêşî li dewletbûna Kurdistanê tê girtin.Serokatiya Domdarî ya Tevgera Milî ya Kurdistanê tê şikesin.Wek baş tê zanîn piştî Şoreşa Milî ya Îlonê û avabûna Otonomiya Kurdistanê, ji bona ku Tevgera Barzaniyan û Serok Melel Mistefa Barzanî tasfiye bibe li hûndir (hevalbendên dewletên kolonyalîst) û li derve (dewletên kolonyalîst û dewletên emperyalîst yên alîkarên wan) xwestin ku Tevgera Barzaniyan û Serok Mele Mistefa Barzanî tasfiye bikin; nûha jî êriş û dijminitî ji bona tasfiyekirina Tevgera Barzaniyan û Serok Mesûd Barzanî hewil didin.Dewletên Kolonyalîst û hevalbendên wan yên li Kurdistanê baş dizanin ku dema Tevgera Barzaniyan û Serok Barzanî tasfiye bibe û ji holê rabe: Wê demê tasfiye kirina Tevgera Kurd û federebûna Kurdistanê; li hemû beşên Kurdistanê pêşî li dewletbûna kurdan girtin gelek hêsan dibe.Dema ku Serok Mesûd Barzanî û Tevgera Barzaniyan tasfiye bibe, îdeala Dewletavakirina Kurdistanê tê kûştin Erişên li dijî Serok Barzanî û Tevgera Barzaniyan kî organîze dike?Gelek dijmin û êrişkerên Serok Barzanî û Tevgera Barzaniyan  hene. Ji bona ku ew baş bên nas kirin, ez dixwazim wan kategorîze bikim.Dijminên Serok Barzanî û Tevgera Barzanî, gora helwesta wan ya dîrokî,  gora qerardarî û domdariya wan ya di Tevgera Milî ya Kurdistanê de, gora armanca wan ya milî ku dewletavakirinê, gora serokatiya wan ya bi şexsiyet, derdikevin holê. *Dijminên sereke yên Serok Barzanî û Tevgera Barzaniyan, dewletên kolonyalîst (Tirk, Ereb, Faris) in. Dewletên kolonyalîst, mafên milî yên neteweya kurd xesip kirine. Kurdistan îşgal kirine. Ew dixwazin neteweya kurd tune bikin. Ew tu dem naxwazin ku Dewleta Kurdistanê ava bibe û neteweya kurd serwer û desthilatdar be. Serok Bazranî jî dixwaze ku Dewleta Kurdistanê ava bibe, neteweya kurd û kurdistanî li welatê xwe desthilatdar, serwer, rêvebir bin. Loma jî dewletên kolonyalîst ji wî re dijminitî dikin.Çi beriya referandûma serxwebûna Kurdistanê û çi jî piştî referandûnma serxwebûna Kurdistanê êrişên dewletên kolonyalîst li hemberî Serok Barzanî tê vê watê ye.Piştî îşgalkirina Kerkukê (16.10.2017), ew dijiminitiya dewletên kolonyalîst li hemberî Serok Barzanî gelek eşkere derket holê. Dixwazin Serok Barzanî bi tevayî tasfiye bikin. *Dewletên emperyalîst û kolonyalîst yên dixwazin ku li Kurdistanê serokatiyeke bê şexsiyet hebe, ji Serok Barzanî re dijminitî dikin. *Dewletên kolonyalîst û emperyalîst wek li her welatekî kolonî li Kurdistanê jî, ji xwe re hevalbendan çê dikin. Ji wan re tê gotin ku “hevalbendên kolonyalîstan û emperyalîstan.”  Ev hevalbenên kolonyalîst û emperyalîstan, dijminên Serok Barzanî û Tevgera Barzaniyan e. *Kurdên li dijî  dewleta Kurdistanê jî, dijminitî ji Serok Barzanî re dikin. *Li Kurdistanê PKK/PYD dijminê dijwar û daîmî yê Serok Barzanî û Tevgera Barzaiyan e. Lewra ew him hevalên dewletên kolonyalîst in. Him jî bi destên dewletên kolonyalîst tên meşandin. Him jî li dijî dewleta Kurdistanê ne. Him jî Tevgera Barzaniyan û Serok Mesûd Barzanî ji bona xwe asteng dibînin ku nikarin planên xwe bi tevayî bixin jiyan e.PKK/PYD, him di dema êrişa DAEŞê de û him jî piştî ku Kerkuk ji aliyê dewletên kolonyalîst de hat îşgal kirin, dijminitî û êrîşa xwe li hemberı Serok Barzanî û Tevgera Barzaniyan xûrt kirin. Di Encamê de tiştên bên gotin…Divê hemû kurd û kurdistanî vê xeteriyê bibînin û nas bikin. Ji Serok Barzanî U Tevgera Barzaniyan re xwedî derkevin.Ji serok Barzanî û Tevgera Barzaniyan re xwedî derketin, ji Tevgera milî ya Kurdistanê re û Dewleta Kurdistanê re xwedî derketine.Amed, 22. 11. 2017      

Back to top button