Civak

Êrîşî partiyên derveyî HDPê dike

Endamekê polîtbûroya Yekêtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) di daxuyaniyeke xwe de êrîşî partiyên siyasiyên bakurê Kurdistanê yên ku namzedên xwe bo hilbijartinên Tirkiyeyê destnîşankirina dike û dibêje divê hemû aliyên siyasiyên bakurê Kurdistanê deng bi HDPê bidin û çênabe derveyî wê tu alî û partiyên din lîsteyên xwe hebin.Li gor malpeya Livînpress, Sadî Ehmed Pîre endamê polîtbûroya YNKê, gotiye ku jibilî lîsteya Partiya Demokratîka Gelan HDPê her lîsteyek din hebe ne di xêra kurdan de ye û tê wateya ”destbirîna kurdan li Bakur”Pîre dibêje: Ev cara yekemîne kurd li bakurê Kurdistanê bi şeş-heft lîsteyan beşdariyê di hilbijartina parlamentoya Tirkiyeyê de dikin û qanûna hilbijartinan li Tirkiyeyê dibêje her lîsteyek ji 10% dengan bidest nexe nakeva parlamentoyê û ew deng ji bo partiya bihêz diçin.Ew andamê polîtbûroya YNKê dibêje ku, hindek alî û partiyên din yên kurdan bi lîsteyên cuda beşdariyê di hilbijartinan de dikin û ew alî û partî dizanin ew nikairn 10% derbas bikin û ”Ev karekê nebaşe, her hinceteke wan hebe bila hebe, lê ew yek bi tenê ji bo destbirîna kurdan e û di berjewendiya neyarên kurdan de ye. Bila ew alî û parî baş bifikirin û piştgiriya HDPê bikin. Serkeftina HDPê dawiya şere û anîan aşitiyê ye.”

Back to top button