Polîtîk

Ev yek nîşana baweriya Amerikaye ya niha û pêşeroja herêma Kurdistanê ye

Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzani beşdarî rewrisma destpêka projeya avakirina Konsulxana Amerika ya li Hewlêrê de kir. Serokwezîr di vê rewrismê de axavtinek kir. Barzanî di axvtina xwe de got: Ev yek nîşana baweriya Amerikaye ya niha û pêşeroja herêma Kurdistanê ye.

Axavtina Nêçîrvan Barzani:

BirêzanCenabê Balyozê Wîlayetên Yekgirtiyên Amerîkayê li BexdayêCenabê KonsulMêvanên birêzHûn hemû bi xêr hatin ser çavanEz kêfxweş im ku îro di merasima destpêkirina avakirina avahiya nû ya konsulxaneya giştiya Amerîkayê li Herêma Kurdistanê digel we yên birêz beşdar dibim. Destxweşî û bi germî pêşwaziyê li vê biryarê dikim û em weke gaveke giring lê dinihêrin û em hêvîdar in biserkeftî û di dema xwe ya diyarkirî de timam bibe.Avakirina kampa konsulxaneya giştiya Amerîkayê li Hewlêrê ku, yekem konsulxaneye avahiya xwe ya taybet ava dike, nîşana baweriya Amerîkayê bi niha û paşeroja geşa Herêma Kurdistanê ye, herwesa, dixuyê Amerîka xwestek û hez ji bo pêşvebirina têkeliyên xwe yên bi Herêma Kurdistanê, di çarçoveya wan têkeliyên diplomasiyên digel Îraqa Federal hene, heye.BirêzanTêkeliyên Wîlayetên Yekgirtiyên Amerîkayê digel Herêma Kurdistanê, ne têkeliyên nû ne, wan têkleiyan çend qonax derbas kirine. Di serhildana gelê Kurdistanê di sala 1991ê de, Amerîka digel Hevpeymanên Navdewletî ji bo parastina gelê Kurdistanê di rêza pêşiyê a dirustkirina devera aram de bû ku bû sedema parastina hevwelatiyên Herêma Kurdistanê di wê demê de. Heta qonaxa jinavbirina rijêma Bassê û şerê dijî DAÎŞê, Amerîka berdewam têkeliyên baş digel Herêma Kurdistanê hebûne û ji bona parastina aramîyê alîkarî kiriye û piştevaniya Herêma Kurdistanê kiriye, îro jî di qonaxa aramiyê de, kampa nû ji bo konsulxaneya xwe li Hewlêrê dirust dike ku ev jî berdewamiya karwanê wan têkeliyan e û em hêvîdar in bibe hevbeşek giring, stratejîk û domdirêj digel Herêma Kurdistanê.Gel û Hikûmeta Herêma Kudistanê bi qedir û rûmet li têkelî, hevkarî û piştgiriya siyasî, leşkerî û mirovî yên Amerîka pêşkeşî Herêma Kurdistanê kirine û dike dinêre û bi giringî ve dixwaze di warê siyasî, êkonomî, bazirganî, zanistî, kultûrî û di hemû warên din de, li ser bingeha berjewendiyên hevbeş, têkeliyên xurt û saxlem digel Amerîkayê hebe, ka çawa di nava xebatên berdewam de ye daku bi heman awayî têkelî digel welatên cîran, herêmî û cîhanê de hebe.Gel û Hikûmeta Herêma Kurdistanê tiştên hevbeş digel Amerîka û cîhana pêşkeftî de hene. Gel û hikûmeta Herêma Kurdistanê bawerî bi heman nirx û pirensîpên weke; azadî, demokrasî, mafên mirovî, pirrengî, vekirî, pêkvejiyan pêgehandin û pêşxistina şiyanên jin û ciwanan, bazarê azad û bawerî bi hemû wan buha, nirx û ramanan heye ku cîhana pêşkedtîya Rojava li ser hatiye binyatdanan û kar jê re dike. Pêşmerge di bereyên pêşiyê de digel leşker û fermandarên arteşa Amerîkayê û Hevpeymanên Navdewletî bi hev re şerê terorê kir û bi hev re bergirî ji wan raman û prensîpan kir.BirêzanCareke din pîrozbahiyê li şandiyê diplomasiyê Amerîkayê cenabê Balyoz ku ji Bexdayê hatiye û li vir amade ye ji bo biryara avakirina kampa nû ya konsulxaneya Amerîkayê li Hewlêrê dikim, ez vê merasimê bi derfet dizan im ku sipasiya birêz Balyoz û Konsulê berê û nuha yê Amerîkayê li Bexda û Hewlêrê bikim ku ji bona pêşdebirina têkeliyên Amerîka û Herêma Kurdistanê karên baş kirin.Ez sipasiya tîma leşkerî, USAID û hemû ajans û rêxistinên amerîkayî ku di her warekî de li Herêma Kurdistanê kar û xizmet kiriye, dikim. Destxweşiyê lê dikim û çavê me li têkeliyên baştir û xurtir, hevkarî û hevahengiya zêdetir di navbera Wîlayetên Yekgirtiyên Amerîkayê û Herêma Kurdistanê ye.Em hêvîdar in hemû welatên din yên cîran, herêmî û cîhanê jî bi heman awayî  weke Amerîkayê,  kamp û avahiyên nûneratiyên xwe yên diplomatîk li Herêma Kurdistanê dirust bikin ku digel hemûyan di çarçoveya Îraqa Federal de daxwaza  têkeliyên baş, hevahengî, hevkarî û hevparî jê dikin.Bi hêviya aşitî, aramî, hevahengî û hevakriya baştir di navbera gelan deDemek xweş ji bo we hemûyan dixwazim 

Back to top button