DosyaNivîsar

Eve 30 salin PKK şer dike, lê gundek jî ji gundên bakurê Kurdistanê azad nekiriye

Siyasetmedar û rewşenbîrê kurd Cankur bersiva pirsên Rojevakurd de dibêje:Berjewendiya gelê me li bakurê Kurdistanê jî di aşiyê de ye, ne di cengê de. Cankurd dide xuyakirin ku, eve 30 salin PKK li Bakur şer dike, lê heja gundek azad nekiriye. Pirs û bersivên Cankurd:Li Bakurê Kurdistanê piştî pêvajoya ”çareseriyê” têkçû, şerek dijwar dest pê kir. Gelo berjewendî û zerera tevgera kurd û gelê kurd li Kurdistana Bakur di vî şerî de çîye?Berî niha bi gelek salan, li rojhilatê Kurdistanê, bizava “çareseriya aştiyane” bi ser neket, li ciyê wê ceng di navbera PDK-I û deselata Melayan de pêda bû, û Kurdistan hat tar û markirin, wêrankirin. Dewletê dest bi kuştina Kurdan kir, û tê gotin, ku Ayetullah Xilxalî dora 40.000 mirov bi navê Şorişa îslamî dan kuştin. Zincîra darvekirina Kurdan heta roja îro digude.Li başûrê Kurdistanê, em baş dizanin, ku cenga Enfal serpêhatiyeke mezin li Kurdistanê pêda kir, lê paş ku ceng rawestiya, êdî gelê me vegeriya  gund û şarêd xwe û ser ji nû ve aboriya Kurdistanê geş bû û başûrê niştê me, roj bi roj, bi pêş ve diçe.Bo vê yekê, berjewendiya gelê me li bakurê Kurdistanê jî di aştiyê de ye, ne di cengê de. Van sî salin PKK tiving hildaye milên xortan, lê gundek jî ji gundên bakurê Kurdistanê azad nekiriye, lê li başûr nahêle gundî vegerin cîh û warên xwe û ewana jî dora 500 gundin. Serokatiya partiyê jî di şikeftên çiyayê Qendîl de li başûrê welêt de, êdî pîr bûye, bi hezaran law û keçên Kurdan ji kar û dibistan û zanîngehan bêpar man, eve jî ziyanê digihîne gelê me, wekî bombarankirina gund û zeviyan, ne kêmtire. Ji bo sekinandina vî şerî pêwistî bi çi heye?Ta em aştiyê biparizin, divê em giş harîkariya vê projeyê bikin. Kurdên ku di nêv AKP de, ên di parlamentê de, ên di mediya û fêrkirinê de, di her partiyekê û her komeleyekê de, û berî her tiştî di nav PKK de, bi yekdengî bibêjin: “Em Cengê naxwazin“.  Hişyarkirina gel, xort û lawan û jinan. Divê saziyeke “Dij Cengê” ji Kurdan û Türkan ava bibe û pêwîste em tev piştvaniya wê bikin. Bi egera vê cengê bi milyonan Kurd ji welatê xwe hil bûn û wê li rojavayê Türkiyê bibin Türk. Di baweriya we de cardin pêvajoyek bi navê çareseriyê dikare dest pê bike? Eger dest pê bike  dê çewa be?Rast pêdiviya me mirovan bi civatin mezin tune ye, da em tê de bi şev û rojan seriyêd xwe ji hev re bihejînin, û li dawiyê em bigihînin wê yekê, ku aştî ji me tevan re giring e.Ji ber vê yekê, divê em di serî de Aştiyê ji dil de bixwazin û em jê re bixebitin, bê dudilî û bê westan. Divê ev helwêst û ev proje ji rê nekeve û bi paş ve neçe. Ji bo serketina aştiyê jî, divê partiyên Kurdistanê ji aliyê xwe ve zorê bînin ser Qendîlê, û pêwîste kak Masûd Barzanî wekî rêberekî kurdistanî ji bo vê mijarê  careke dî bi xebata xwe rabe, û divê siyasetmend û rewşenbîr bên ba hev, çi Kurd û Türk, û çi biyanî, hem ji aliyê dewleta türkî ve, hem ji aliyê PKK ve nûner bên vexwendin semîner û podiyumên li ser mijarê. Malperên kurdî divê vê mijarê ji xwe re bikine xebateke rojane…. Ev mijar ne ya PKK tenê ye, ev mijareke neteweyî ye…   

Back to top button