Dosya

Ew dê ji zarok û malbatên 1824 şehîd û 10 hezar pêşmergeyên birîndar re çi bêje

Heyder Ebadî serowkezîrê Îraqê di qotarekê de bidawîhatina şerî dijî DAÎŞê li Îraqê ragehand û di gotara xwe de behsa roka hemû hêzên îrqaî kir, ew hêzîn çekdar bilêv kirin û pîrozbahî li wan kir, lê Ebadî bi tu awayî behsa rola pêşmergeyê Kurdistanê û rola pêşmerge di şikandina DAÎŞê de nekir û bi tu awayî nave pêşmerge bilêv nekir. Wzareta Pêşnerge li ser vê helwestê û daxuyaniya Ebadî, ev daxuyaniya li jê dide raya giştî: Birêz Heyder Ebadî serokwezîrê Îraqê, roja şemiyê 09.12.2017ê, di merasimaekê de, bidawîhatina şerê dijî DAÎŞê li Îraqê ragehand, pîrozbahî li hemû hêzên çekdarên Îraqê kir û navê wan hêzan bi lêv kir, lê bi tu awayî navê pêşmerge neanî û tu îşaret jî bi rola û mêrxasiya pêşmerge di şerî dijî DAÎŞê de nekir.Mixabin, birêz Heyder Ebadî careke din nekarî weke serokwezîrê welat serederiyê bike û rola pêşmergeyê mêrxasê Kurdistanê pişt guh xist, di demekê de cîhan şahide ku yekemîn car Pêşmerge bû, berî wan hemû hêzên Ebadî navê wan anîn û pîrozbahî lê kirî, efsaneya DAÎŞê têkşikand û eger pêşmerge nebûya, qed dûr nebû niha jî nîva cigrafiyaya Îraqê li jêr destê DAÎŞê de nebûya. Birêz Ebadî ku, vê carê jî nekarî riq û kina xwe li hember pêşmerge veşêre, em nizanin û qed tênagihin çawa wîjdana wî rehet dibe? Ew dê ji zarok û malbat û kesûkarên 1824 pêşmergeyên şehîd û zêdetir ji 10 hezar pêşmergeyên birîndar re çi bêje ku xwe bi serokwezîrê wan dizane û ji bona şikandina DAÎŞê şehîd û birîndar bûn? Êdî ew dê bi çi rûyî ji wan û ji gelê Kurdistanê çaverê bike heza wan ji bo Îraqê hebe, di demekê de ku ev serederiya serokwezîrê wan be?Statu, hûrmet û xweşewîstiya pêşmerge û malbatên wan yên serbilind li nav gelê Kurdistanê û li cîhanê gelek ji wê mezintir e ku rojek ji rojan pêwîstî bi pîrozbahîya Ebadî û hemû wan yên bi wî awayî hizir dikin û serederiyê dikin, hebe. Ne çavê pêşmerge lê ye û ne pêwîstî bi wê pîrozbahî û tatîlê heye ku bi vê minasibetê hatiye ragehandin, lê bi mixabinî ve, rojane em hemû dibînin li şûna pêkanîna aqarek xweş ji bo destpêkirina diyalogê û çareserkirina pirsgirêkan, cenabê serokwezîr bervajî tevdigere!Wezareta Karûbarên Pêşmerge09.12.201

Back to top button