Nivîsar

Exlaqê Siyasetê

Şerefxan CizîrîLi Rojhilata Navin siyaset û exlaq ji hevdû baş bi dûr ketine. Li vê heremê pîvanên exlaqî tucara nebûne bingeh ji bona siyaseta dewletan, siyaseta partiyan, siyaseta olî, heta pêwendiyên civakî.  Hêz û dewlemendi dî destê kê de be, ew hespê xwe li gora vê rastiyê dibezine. Di vê mijarê de yên ku bahwerî ji sedî sed winda kirine oldarên misliman in.Tevgera mislimanan û nirxên wana yên “pîroz” silavê jî li hevdû nakın.Mislimanên Rojhilata Navin qala aşitiyê dikin lê ji wêran kirin û ji bi hevdû re şer kirinê û pêve di dîroka wana de tiştekî ku demdirêj şanaziyê pê bikin tüneye. Di demekî pir kurt de, di dema çar Xelîfan de mislimanan qala exlaq û serkeftinên xwe dikin. Lê bi taybet, Ereb, Faris û Tirkan heta nûha mislimanti ji bona berjewendiyên xwe bikar anine, mislimantî kirine weke xwe û nirxên ku di sinet, felsefe û huquqê mislimantiyê de hebûn, avêtine ser sergoyan.Mezhebên mislimanan bi hevdû re şer dikin, ekolên wana bi hevdû re dijberî kirine, dewletên mislimanan bi hevdû re şer dikin, rêxistinên misliman bi hevdû re berberiyê dikin, lê hemû bi hev re ji dibêjin; mislimantî ola aramî û aşitiyê ye! Hemû bi hevdû re dibêjinİ Elah û Ekber! Bi rastî aramî û aşitî lı ku û pratika mislimanan li ku? Yek dibin heft tebeqê erdê de maye, yên din jî li heft tebeqên ezmanan rawestiya ne!Ango gelekî dûrî hev in!Dîsa li Rojhilata Navin hemû milet dibêjin; em birayên hevdû ne! Lê gava ku mirov li têkiliyên wana yên siyasî û dîrokî temaşe dike, şer, pevçûn, berberi, zordarî, dagirkirin, çewsandin ji wana kêm nebûye. Pirsa Kurd û Kurdistanê li vir pîvaneke balkêş û sereke ye. Yên ku welatê Kurdan dagirkirinê, Kurdistan di nava xwe de perçekirine weke dewletên Misliman xwe bi nav dikin. Ji hela fermî de mislimanin. Yên ku bi hemû rêbazan li himberi dewletbûna Kurdan radiwestin dîsa dewlet û miletên misliman in. Ma piraniya Kurdan ne misliman in? Kê bi qasî Kurdan xizmet ji mislimantiyê re kiriye? Kurd, bi dildarî kedkarên mislimantiyê ne lê mislimanan welatê wana dagirkirine.Ma Cihuyan û Mesihiyan Kurdistan dagirkirine?Dîsa li Rojhilata Navin siyaseta sekuler jî bi heman rêbazan tevger dikin. Kemalistên Tirkan heta nûha Kurd qirkirine, Baas ên Ereban heman rêbaz bi kar anine, yên ku bi navê çepgiriyê tevger dikin helwesta wana ji ya Baasiyan û Kemalistan ne cudatir e. Mafê Filistin heye ku serbixwe be û bibe xwedî dewlet lê gava ku Kurd vî mafî tînin ziman, hema bi careke re tevgerên sekuler û çepgir qala emperyalizm, globalizm, kapitalizm, seperatizm û hemûyan bi hevdû re derdikevin pêşberi mafê Kurdan…Bi rastî ev çi sergêjekî û durûtiyê? Di mesela Filistîn de emperyalizm, globalizm, kapitalizm, seperatizm tüneye lê li Kurdistanê – hilbet li gora çepgirên sergêj- hemû bi hevdû re di dewrê de ne? Bi rastî ev çawa çepgirî ye? Çepgirên şoven, ne wilo?!Veca, bi rastî li Rojhilata Navin kêmasiya gelek nirxan, tiştan, fikir û ramanan heye. Lê îro kêmasiya helî mezin li vê heremê bêexlaqîbûne. Hemû nirxên gerdûnî, olî, heremî, netewî ku mirovan û miletan, gelan nêzikî hevdû dikin ji hela exlaqî de hatinê tunekirin. Mirovên li Rojhilata Navin ji hêla nirxên exlaqî de şilfitazî mane. Mirovên li vê heremê dijin fedîbûna xwe jî jibirakirine, heya nemaye, xwedîyê vê siyaseta bêexlaq îca rûwê wana jî nema dişewite, perda ruwê wana qetyayî ye.Belê, mirovên ku ji hela exlaq de şilfitazıbûnê, bingehê kultura diktatorî û faşizme pêş de dibin. Di vê rewşê de mirov ji mirovantiya xwe bi dûr dikevin. Kulturekî garankî derdikeve pêş. Kes li kesî guhdar nake, nirxên ku li mazate tên bilindkirin tene hêz e, çek e, pere ye, quretî ye, çavsorî ye, bêaqilbûne û desthilatdariyê. Ji bona ku mirov bigîhêje armancên xwe yên olî û siyasî hemû rê û rêbaz têne bikaranîn.Em dizanin ku di dîroka teoriya siyasetê û ol de, nihîlizma desthilatdariyê ji aliyê Nicola Makyavellî û cemata Cizvît de hate sîstematizekirin. Makyavellî şelafî ji desthilatdariyê re dikir, qala fen û fûtan dikir, qala pêwistiya derew û xapandinê dikir,  ji bona ku derfetên desthilatdariyê dicihê xwe de bimînin qala rê û rêbazên dervî exlaqî dikirin. Li gora Makyavellî di siyasetê de exlaq tûnebû. Parastina desthilatdariyê di ser her nirxan re bû. Di vê tevgeridanê de siyaset dibû kolê desthilatdariyê, her tişt ji bona desthilatdariyê bû, desthilatdari divabû bi hemû şêweyan bihata parastin…Gava ku desthilatdarî ne ji bona nirxên baş, armancên mirovî û pîvanên bedewbûnê dihate bikar anîn, desthilatdariyê civak xerab dikir. Helwestên berdiberdan pêş diketin, pozbilindî dibû taybetmendiya sereke, sextekarîyê tolazî dikir û heyvanê civakê xerab dibû.Bi heman sedeman Cemaetên Cizvît (Mesihî) jî li şuna desthilatdariyê armancên xwe yên “pîroz” kiribûn xala sereke. Ji bona ku mirov bigihêje van armancên “pîroz” her tişt, her rê û rêbaz derbas dibû. Armancên “pîroz” jî li gora rewşa aktüel dihate guhertin.Ez dixwazin li vir careke din vê pîvanê dubare bikim;Ji bona armancên “pîroz” her rê û rêbaz derbas dibû!..Îro gelek mislimanan ev rê û rêbaza cemaeta Cizvît (Jesuit) ji xwe re kirine rêber. Ango ew jî di vê demê de bûne Mislivît!Werhasil, îro li Rojhilata Navîn mirov hewcedarê exlaqê kî gerdûnî – mirovî ne. Divê hemû cûre siyaset û oldarî vî exlaqî ji xwe re bikin bingeh. Eşkere ye ku hemû ol bi hev re dibêjin; mirov çi layiqî xwe bıbîne, divê mirov heman tiştan layiqî kesên din jî bibine. Ma dadweri jî wilo nabêje? Ma demokrasi û wekhewî jî ne wilo ye? Heger mirov ji bona xwe maf û dadweriyê bixwaze, divê mirov ji bona hemû kesan maf û dadweriyê bixwaze. Pîvanên exlaqî li dinyayê wilo naverok û formata xwe girtine.Yan na di civak û siyasetê de cot standartî û dûrûtî pêş dikeve, civak bêexlaq dibe, bahweri û rêzgirtin namîne. Bahwer bikin; îro mirov dikare vê xeta gerdûnî – mirovî li ba siyaseta Kurdan ya netewî bibîne!Çi dibe bila bibe, mirov hergav hêvî dike ku Kurdên netewî dev ji vê xeta exlaqî bernedin û di her şert û mercan de xwedî lê vê xetê derbikevin. Mirov çi ji bona xwe bixwaze, divê mirov vî mafî ji bona dost, dijmin, ciran û hevalan ji bixwaze. Yên ku Li Rojhilata Navîn îro vê helwestê eşkere diparêzin Kurdên netewî ne! 

Back to top button