DosyaNivîsar

Ez ne bawerim ku careke din “pêvejoya çareseriyê” destpê bike

Serokê Partiya Demkrata Kurdistana Tirkiye M.Emin Kardaş bersiva pirsên Rojevakurd de dibêje: Berjewendiyên dewletê û PKKê di şer de heye. Li Bakurê Kurdistanê piştî pêvajoya ”çareseriyê” têkçû, şerek dijwar dest pê kir.

  1. Gelo berjewendî û zerera tevgera kurd û gelê kurd li Kurdistana Bakur di vî şerî de çîye?

      2. Ji bo sekinandina vî şerî pêwistî bi çi heye?      3.Di baweriya we de cardin pêvajoyek bi navê çareseriyê dikare dest pê bike? Eger dest pê bike  dê çewa be? Bersiva M. Emin Kardaş:Erê piştî ko pêvejoya “çareseriyê têkçû şerekî bê armanç û bê wate dest pêkir. Di vî şerê bê wate despekirî de jiyana herêmê xiste nava eloziye ü xeterê,   rewşeke ne aram derxiste holê.Bi sedan gûnd li herêmê xerabûn,bajar wêran bûn sed hezaran gelê Kurd koçber bûn li derûdorê metropolên Tirkan bûne penaber.karsazî, avadanî û karê çandiniyê dakete asta herî jêr.Bawerî di nava gelde nema.Gelê herêmê ji siyasetê û bi piranî jî ji HDP/PKK aciz bû. Ev şer  li dijî mafê xelkên li heremê rûda, ti berjevendî yên Kurd têde tinebû bilakis berjewendiyên wî têk çû û xesaretek pir mezin jê dît.Doza wî a netewyî bi dehan salan lipaş xist.Sekinandina vî şerî bes di navbera PKK û îktîdara Erdoxan(AKP) de ye. Dema herdû aliyan bixwazin dikarin di yek rojê de bisekinînin.ji ber ku berjewendiyên herdû aliyan têde heye berdewama şerî dixwazin.Hikûmeta Erdoxan dibêje “me gelek derfetê rawestandina şerî da lê hdp/pkk ev îstîsmar kirin êdî em şer dom dikin heta yek çekdar hebe dê şer bête kirin”. jı ber  wilo ez ne bawerim  ku careke din  “pêvejoya  çareseriyê” destpê bike.Ger PKK bi temamî çek deynê û xwe ji sînorê Tirkan vekişênê ji xwe şer disekinê, lê min ne bawere ev pêk werê naxwe heta yek yekî biqedênê dê şer di rojevê de hebe.Go ev şer dewam bikê gelê herêmê weke demên bûhirî dê bê deng neminê,  bawer dikim ko êdî  gel dê li çaresriyekê bigerê  jı ber ko ev sîh sale vê kûştınê,malxerabûnê,koçberiyê û azabî dikişînê. Ew  şiyar bûyiye û gelek tiştande şahreza bûyiye.Ev ferzend ji herdû layan re jî ne mîne. 

Back to top button