Nivîsar

Ez westiyam lê…

Bûbê EserMin ji sala 2007an de dest avêt mijara herî zor ya Enfalê.Eva 10 sal in ku ez li ser vê mijarê kar dikim. Ji ber ku li ser mezelê nemiran M.Mistafa Barzanî û Îdrîs Barzanî min soz dabû wan ku heta ji min bê ezê di xizmeta wan û gelê xwe de bin.Barzaniyan ji bona gelê kurd gelek tişt kirine, dikin û wê hê jî bikin. Min jî xwest bi qelema xwe bi pênûsa xwe kar, zehmetî, êş, elem û xizmetên wan ya ji bona Kurdistaneke azad û serbixwe dîtine, jiyanin binivîsînim.Ji ber vê bû min karê xwe ê ewil kir Enfal. Enfal di dîroka gelê kurd de nokteyek herî reş e ku ev tenê li başûrê kurdistanê ji teref Saddam Huseyin, ji bona tunekirina Barzaniyan hate destpêkirin.Saddam û her weha dagirkerên din jî bawer dikirin ku ew Barzaniyan biqedînin wê ji mesela kurd û kurdistanê jî xilas bibin.Ji ber vê bû tim, her çar dagirkerên me li gel hev û bi hevre dişêwirîn da ku rêyeke çawa bibînin, ji wan Barzaniyên bûne bela serê wan xilas bibin.Wan bawerî anîbûn ku heger Barzanî nemînin êdî ewên jî rehet bikin. Wê ji şer û pevçûnan xilas bibin. Ev rastiyeke bû, lê ne wan, Barzaniyan ew qedandin.Dagirkeran û bi taybetî Saddam, sedemên tevlihevî, şer û pevçûnan hemî ji Barzaniyan dizanibûn. Taliya talî Saddam li ser pêşniyariya tunekirina zilamên Barzaniyan biryar derxist da ku hemî zilamên wan, yên sivîl, yên di daîreyên dewletê de kar dikirin, yên nexweş û yên şêt, dîn di destpê roja 31.07.1983an ji devera Barzan ew digiritin û dibirin cihekî ne diyar. Ev wêranî û qirkirin jî bi navê Enfalê kirin. Enfalê  di heşt qonaxan de berdewam kir.Armanca bi navê Enfalê ev bû, wêranî û qirkirin di qada navneteweyî de weke Jenosîd neyê qebûl kirin û nasîn.Enfalê ji Barzaniyan de destpêk kir û heya komkujiya Helebçeyê domand. Bi giştî di Enfalê de 182.000 kurd hatin enfalkirin ango kuştin û binaxkirin. Ji wan 8000 zilamên Barzaniyan bûn. Evana li ku hatin veşartin, çawa hatin wendakirin ne diyar e. Loma jî malbatên wan, kur û qîzên wan, jin û xizmên wan her li benda wan in û bûn.Di jiyanê de ya herî zor li benda tiştekî, kesekî/ê rawestandin e. Lê li devera Barzan dayik, jin, kur û qîzên Barzaniyan hê jî li benda kesên xwe nin. Jin, mêrê xwe di xewna xwe de dibîne û qîzên bi dergistî bûn jî di xeyalên xwe de bi dergistiyê xwe re dizewice.Heger em bipirsin bêjin; Gelo jiyaneke weha li vê dinyê li ku heye? Bersîv wê Kurdistan û devera Barzan be.Vê bûyera qirêj bala min jî kişand û min xwest destbavêjim wê. Di serî de ango dema min biryar da ku bikevim nava karekî weha, min nizanîbû wê ewqasî zor be. Xuya ye ji ber vê zorê ye heta niha tu kesan weke min li ser vê kar û xebat nekirine.Bi rastî jî karekî zor û zehmet bû. Ez salekê li welatê xwe li başûrê kurdistanê û li devera Barzan li Bilê bûme mêvan (2007-2008) û bi giştî ev 10 salên ku ez li ser mijara Enfalê kar dikim. Ji ber ku piraniya kurdan nizanin û nexwendine ku Enfal çi ye? Çawa bûye? Çawa destpêkiriye?Ji bona vê zanebûnê bidim cîhanê û kurdan divê min bi awayekî baş di warekî zanistî de ev kar bikira û min kir.Di kar û xebata xwe ya 10 salan de min çar berhem li ser Enfalê nivîsî. Teza min yanî zanîn û nasîna min ya ewil bi navê ”Enfal û Jenosîd” di sala 2007an de li başûrê kurdistanê bi herdu zaravan û bi herdu elfabeyan (Latînî û Erebî) hate weşandin. Şanoya Enfalê bi navê ”Dîroka Rûreş” di sala 2008an de yanî di 25 saliya enfalê Barzaniyan de min ev li swêdê li ser navê weşanxaneya Sara yê weşand.Romana enfalê ya bi navê ”Barzan Digirî” di sala 2017an de ji teref weşanxaneya Sîtav ê li bakurê Kurdistanê hate weşandin. Di demeke nêzîk de jî wê wan hevpeyvînên min li gel malbatên Enfalê kiribûn bi navê ”Qêrîna Barzan” û bi wêneyên wan di nêzîkde bi du zaraveyan (Kurmancî û Soranî) û bi du elfabeyan (latînî û erebî) wê ji teref weşanxana Sîtavê bê weşandin û belav kirin.Soraniya ”Qêrîna Barzan” ji teref brayê hêja Kirmancê Çalî ve tê amade kirin.Bi rastî jî vê xebatê ez gelekî westandim. Lê niha jî gelekî kêfxweşim ku ez bûme xwediyê çar berhemên li ser Enfalê.Her em ê hewl bidin van bikin bi erebî, tirk, farîsî û piraniya zimanê ewropî jî. Ez gelekî westiyam lê heta vê projeyê temam nakim., ez ê ranewestim û her ez ê vî karî bikim da ku hemî cihan meseleya enfalê baş û rast fêr bibin.Ji bona em cîhanê li ser karaseta Enfalê bidin zanîn, pêwîst e vana bibin bi zimanê wan. Lewra jî daxwaz ji hemî ciwanên kurdan yên li ewropa dikim ku ew jî bi alîkariya min ve rabin û van berhemana bikin bi zimanî ewropî. Enfal ne tenê mesela min e. Me hemî kurdan eleqeder dike. Lewra jî divê em bi alîkariya hev re rabin.Min di nav van 10 salan de xwe, zarokên xwe û xanima xwe  gelekî êşand. Min ew ji gelek tiştan bê par kirin. Di van 10 salan de em weke malbat beşdarî kêf û şahiyan nebûn, tatîl ango somestir nekir. Her li swêdê man da ku karê xwe biqedînim.Lê heger zarokên min niha vê fêm nekin jî, dema roja wê bê, wê bizanibin bavê wan ji bona çi ev zehmetî dît û bi wan jî da dîtin. Ji ber ku ez baş dizanim xebat bê zehmetî nabe. Ê min jî weha bû.Daxwaza min ji we ev e; Van berhemana bixwînin û bizanibin Enfal çi bû, ji ber çi sedemê destpêkir. Çi malwêranî û xerabî bi serê kurdan de anî ne.Weke min berê jî got, 10 salan li ser mijarekî kar û xebat ne hêsan e. Zor û zehmet e. Lê dawiya wê jî dilxweşî, kêfxweşî, serbilindî û serketin e. Min ev bi dest xist loma jî kêvxweş im. Ez bawerim niha  zarokên min û dayika wan jî kêfxweş in.Helbet di vê xebata min de, gelek kesan çi bi dîtin, bi pêşniyar û bi alîkariyên xwe piştgirya min kirine. Navên wan di berheman de heye loma naxwazim li vir jî navan ji nûde binivîsînim.Helbet dema berhemeke me re derdikeve, tê kirîn û xwendin, rexne û pesindarî jê re tê kêfa me re jî tê û daxwaza bêtir nivîsandinê bi mirov re peyde dibe.Spasiya wan kesan dikim ku ji min re bûne piştgir, bi alîkariya min ve rabûn, barê min hinekî sivik kirin. Bi saya wan û bi xebatên xwe niha ez bûme xwedî çar berhemên li ser enfalê û bi giştî heta niha 10 berhem ku min tenê bi kurdî û kurmancî nivîsîne, derketine. Ma ji vê xweştir.Çawa di dema êşkencên hov û nedîtî yên polîsên tirkan li min dikirin û dilê min sekinî û wan got mir,(1980) loma weke bêjin; ”Wî xwest bireve xwe di qatê ango tebeqa çaran de avêt da ku bireve.”. Ez avêtim û bi avêtinê li ser siyara wan dikevim û dilê min ji nû de şixulî, xebitî. Yanî wan him ez kuştim him jî bi saya wê avêtinê sax kirim.Bi vê xebata xwe ya 10 salan de jî mirim, lê bi weşandina van ez ji nû de zîndî bûm. Ez ê her karê xwe ê nivîsandin berdewam bikim. Heta hebin ez ê di xizmeta gelê xwe û zimanê dayika xwe de bim…

Back to top button