HevpeyvînPolîtîk

Ezê pirsa kurd çareser bikim

BBC beşê Tirkî li gel berbijêrê CHPê yê serokkomariya Tirkiye Muharem Înce hevpeyvînek pêkanî. Înce di hevpeyvîna xwe de behsa rewşa Tirkiye û xirabûna rewşê kir. Înce da xûyakirin ku ew nahêlin sistema parlementerî bête guhertin û dê cardin vegerin sistema parlementerî.Li ser pirsekî Înce behsa pirsgirêka kurd kir û di vê derbarê dê jî dîtinên xwe gotin.Di derbarê pirsa kurd de înce got: Emê vê pirsê durîstî bê ku derewa bikin bi gavên cesaret di bin banê parlementoyê de çareser bikin.Di dema parlementoyê de biryara rakirina parêstina parlementeran hate dengdan min dijê siyaseta partiya xwe helwest wergirt. Ne ji bo dilê kurda xweş bikim min ev yek kir. Siyaset bi prensîba tê kirin.Di derbarê çareseriyê de mirov tenê jî bimînê pêwiste ya rast bête kirin.Evê 40 salin rewşek di şer de dijîn, emê vê çewe çareser bikin? Yekem divê em duristbin, duyem di vê derbarê de em derewa nakin, sêyem emê di parlementoyê de çareser bikin, çarem emê gavên xwe bi cesaret bavêjin.Înce berdewamiya axavtina xwe de got: Herkes dibêje em bi hevre bijîn. AKP li Tirkiye partiya herî paşveruye, eger mirov hêviya gava herê pêşketî ji partiyek paşveru be, eve xeletiyek mezin e. Tişta berê AKPê kirî ji bo denga bû.Li Roboskê kî ferman da? Ez bibim serokkomar ezê berpirsê vê yekê bibînim.

Back to top button