CîhanCivak

Festivala pişgiriya referanduma serxwebûnê

Guhdar Luqman Botanî Berpirsê Rêxistina Yekîtiya Ciwan û Xwendexarên Kurdistanê li welatê Holenda ragihand ku Kurdên li welatê Almanya dê roja 26ê vê mehê festîvala piştgiriya referanduma serxwebûna Başûrê Kurdistanê lidar bixin.Guhdar Luqman Botanî ji malpera KDP.info re ragihand: “Roja 26ê vê mehê li bajarê Koln ê Almanya dê rêxistinên civaka medenî yên Kurdî li Ewropa û Almanya festîvala piştgiriya referanduma serxwebûna Başûrê Kurdistanê lidar bixin û ji bo beşdariya Kurdan ji hemû welatên Ewropa amadekariyên pêwîst hatine kirin.”Botanî wiha got: “Piştgirîkirina li referandumê karekî neteweyî û niştimanî ye û pêwîst e referandum bi dengê Erê bo serxwebûna Kurdistanê biser bikeve.”

Back to top button