Cîhan

Financial Times: AKP di nava metirsiyekî de ye

Rojeva Tirkiye hilbijartinên serokkomari û parlemento yê ye. Di vê derbarê de dezgehên lêkolînê û medya nevdewletî nirxandin û şiroveyên xwe zêde dikin.Ji rojnemeyên herî girîng ya Britanî Financial Times, li Enqere hinek hevdîtin pêkanîn û nûnerê rojnameyê Laura Pitel di vê derbarê de nivîsek nivîsî.Berpirsêk bilind di nava hukumetê de ji nûnerê rojnemeyê Laura Pitel re daya xûyakirin ku,metirsiyek herkesekîre heye, dê ev hilbijartin heta niha hilbijartinên herî zehmet bin.Rojname dibêje, li gora lêpirsînên têne kirin ihtimala ku AKP piraniya xwe di parlementoyê de winda bike heye û serokkomar jî di tura yekem de nayê hilbijartin.Rojname dibêje ku, rewşa darayî jî dibe sedemê tengasiyek mezin di nava AKPê de. Piştî hevkariya li gel MHPê hatî kirin tu kelecan peyda nekiriye. Propaganda hilbijartina gelek bê deng derbas dibe. Berpirsek yê AKPê dibêje, ew kelecana berê tuneye. Em hemû tiştên kevin dibêjin û kiryarên xwe berdewam dikin.Em dibêjin me pir ava kirine balefirxane çêkirine lê tiştek nû nabêjin.Herweha rojname dibê je ku, partiyên opozisyonê jî wek blok tevlî hilbijartina dibin , vê yekê jî AKP tirsandiye. HDP ji derê tifaqa opozisyonê ye , lê arîkariyê ji wan digre.

Back to top button