Civak

Firokexaneyên Kurdistanê vedibin

Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî da xûyakirin ku, Bexda ji berî  Newrozê beşek ji mûçeyên fermanberên Herêma Kurdistanê bişîne û  firokexaneyên Kurdistanê jî vekin.Heyder Ebadî  6ê Adara 2018ê di konfransa rojnamevaniya heftane ya xwe de li Bexda da xuyakirin, karê hûrbînîkirina lîsteyên mûçeyên fermanberên Herêma Kurdistanê berdewam e. Ebadî got, beşek ji giriftê ev e ku sîstema mûçe û dermaleyên fermanberan li Herêma Kurdistanê, ji sîstema Iraqê cudaye, lê belê karê hûrbîniya lîsteyên mûçeyên fermanberên Kurdistanê dest pê kiriye û dê berdewam be jî.Ebadî herwiha diyar kir, ew weke hikûmeta navendiya Iraqê niha dikarin mûçeyên beşek ji fermanberên Kurdistanê bidin û tekez kir, berî Newrozê ew dê mûçeyan bişînin û firokexaneyan jî dê vekin.

Back to top button